Mizgîn HeskoBê guman, di dawiya payîza sala 1992-an de, me serdana Hisiçayê û mala Seydayê Tîrêj kir. Beþek ji helbestên min ên bi þêweya kilasîk û bi riya Partiya Demuqrata Kurd li Sûriyê / Alpartî/ gihiþtibûn ber destên Seyda û wî doza dîtina min li hevalên Partiyê kiribû .
Bi dilgermî, rûgeþî û mîvanperweriyeke bê hempa Seyda bi xêr hatin û pêþwaziya me kir û wiha çend demjimêrêrn tije û watedar me li civanê wî derbas kirin.
Seydayê Tîrêj û ji min re li ser rûpelekî ji berhevoka min î helbestan û bi xêzên destan, lê bi tîpên Aramî nerîn û rexneyê xwe nivîsî bû.
Diyar bû ku wan serdemên seretayî ez ji rêzbend û serwayê
derdiketim, ev yek ne bi dilê Seyda bû û ji lewra wî xwest ku demekê li
ba wan bimînim, yan jî bikaribim bi kêmanî çend caran biçim ba wî da ku
em bi hev re wan kêmaniyan çareser bikin.lê mixabin xwesta Seyda û
piþgirtiya wî a bê hempa qet ne pêkan bû.
Belê hêjayî gotinê ye ku
helbestên min bi dilê Seyda bûn ji ber ku wî ji min xwest ku wan serrast
bikim û paþê çap bikim. Bi dîtina wî êdî gerek bû ku keçên kurd jî
dakevin meydanên wêjeyî û rahêjin pênûsê û bi kar û barê nivîsînê rabin.
Belê
û sebart bi çend demjimêrên dîtina me ji Seyda re dikarim û di derbarê
kesayetiya wî de bibêjim: Ku Seydayê Tîrêj mirovekî dilnizim, têgihiþtî,
dosthez û hunerdost bû. Her bîstikekê tekeziya yek xalê dikir ku ew
þagirtê Seydayê Cigerxwîn e û ji dibistana M.Cezîrî û Ahmedê Xanî ye.
Dema
ku Seydayê Tîrêj beþek ji helbest xwe ji me re xwendin, pêre jî awazên
dilgermiyê, coþ û xiroþa rewanê Sofînizimê wekû xelekên iþqê
dihilperikîn semayê.
Bi giþtî û ev ji berhemên Seyda jî xuyaya ku hin
mijarên sereke ew ber bi xwe ve dilbirîn asoyên Helbesta kurdî a stûnî,
a bi rêzbend û serwa:
* Welatperwerî û ristina ji bo
xizmetkirina hemû hêlên vê xala sereke.. ku li ba Seydayê me ew yek ji
nirxên herî pîroz e û divê di helbestê de parastî bimîne.
* Rewanbêjî... ku dikarim bibêjim ew ji behreya pirr herikbar û ji iþqa bê rawastan der dihat.
* Parastina pêlewazan û hûnandina li ser teþiya stûnî.
* Xweza ( Sirûþta Kurdistanê ) bi hemû rengên kulîlk û tilûrên xwe, merg û çîmen, rûbar û kaniyên zelal û hwd.
23.03.2022 ji Nexewþxaneyê.