Hejmara 15’emîn ji weþanên enstîtuya kurdî ya amedê DERKET
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 06 íæáíæ 2007
Mijar: Nûçe



Xwendevanên Hêja,

Em bextewar in ku bi hejmareke nû derketine pêþberî we. Me ev hejmar di pêvajoyeke ku pêkutiyên li ser zimanê kurdî zêde dibin de weþand. Em ji niha ve dibêjin, rewþ çiqas giran be û hîna jî ji qumaþî re xerîdar tune be jî em ê kar û xebata wêje û zimanê kurdî her bimeþînin.


Dîsa em careke din hem wek Kovara Wyê hem jî wek Enstîtuya Kurdî ya Amedê piþtgiriya xwe ya bi rêzdar Abdullah Demîrbaþ re diyar dikin. Û ji ber xebatên ku kiriye wî pîroz dikin. Bi baweriya me piþtgirîdayîn tenê bi daxuyanî û çepikan pêk nayê. Piþtgiriya herî mezin domandina heman karî ye.
Xwendevanên Hêja,
Afirîneriya pêþîn her wext xweser e û xwediyê xwenûkirinê ye. Bi hejmara 15’emîn me xwest ku em dîsa afirînerekî ku li hember heyaman têk neçûye û her dem ji bo pêþveçûna romana kurdî bûye rêber, bi bîr bînin. Romanûsê yekem û bêhempa ku wek ‘Bavê Romana Kurdî’ tê nasîn Erebê Þemo, di vê hejmarê de wê bibe mêvanê we. Erêbê Þemo ne tenê bi Romanûsiya xwe bi kesayetiya xwe ya têkoþer jî balê dikiþîne ser xwe.  Me di vê dosyaya ku em ê pêþkêþî we bikin de romanûsê qedirbilind Erebê Þemo ji gelek aliyan ve girtiye dest. Bê guman der heqê jiyan û kesayetiya romanûsekî wek Erebê Þemo de ne dosyayek, ne kovarek û ne jî pirtûkek têr dike. Lê me jî bi alîkariya wêjehez û nivîskarên delal bi qasî ku me bi dest xist, agahî û romanûsiya wî ji hev veçirand û pêþkêþî we kir. Em bawer in ku ji bo wêjevanên kurd ên ku nûnerên heyama xwe ne divê di nav rûpelên dîrokê de nemînin, bên bibîranîn û ji nifþên nû re bên ragihandin.    Jiyan û romanûsiya pêþevanê romana kurdî Erebê Þemo ji aliyê Eskerê Boyîk, Xelîlê Çaçan, Tîmûrê Xelîl, Bavê Nazê, Zeynel Abidîn Zinar, Ayhan Meretowar, Serwet Denîz, Edîp Polat, Cîhan Roj û Abdurahman Bakir ve ji gelek aliyan ve hatiye veçirandin. Hêviya me ew e ku me bi vê dosyayê afirînerê bêhempa, romanûsê pêþeng Erebê Þemo baþ bi we dabe nasîn.  Ji bilî dosyayê, Wyê derî ji helbest, hevpeyvîn, pexþan, wergêr û çîrokên rengîn re jî vekiriye. Em bawer in ku wê her beþek ji aliyekî ve we têr bike.
Ji bo hejmara 16’emîn jî wekî dosye em ê Seydayê Tîrêj û ciyê wî di wêjeya kurdî de bigirin dest.  Kesên ku bixwazin dikarin nêrîn, nirxandin û lêkolînên xwe yên der barê Seydayê Tîrêj de ji me re biþînin.
Heta hejmareke din bimînin di xweþiyê de...

 









Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=564