partiyźn kurdī ū kurdistanī berdewamiya pźkanīna pirojeya (zinara erebī) ya rūrež , pirotistodikin
Dīrok: ĒįĢćŚÉ 06 ķęįķę 2007
Mijar: gotar



Di encama biryara desthilata sûrî bi anîna 150 malên ereb ji deverên (Žedadê , ciyayê Ebdulezîz) ku dikevin bažûrê bajarê Hesekê , bo devera kurdî (dêrik) , ji bo ku zeviyên çandiniyê ku berê ji cotkarên kurd sitandibû li wan belavbike , di vê derbarê de Partiyên Kurdî û Kurdistanî yên li herêma Kurdistanê , ev Daxwiyanî li dijî vê biriyara žofînî belavkirin :


DAXWIYANÎ
- ji bo raya gižtî ya navdewletî
- ji bo komîta miletên yekgirtî
- ji bo rêxistinên mafên mirovan
- ji bo hezkirên Azadê û Dîmoqrtiyê li herderî
Di dema ku miletê sûrî bi hemî netewên xwe ve çavnêre ku desthilata Sûrî bi guhertinên Dîmoqratî rabe ku xelkê sûrî ji zûve li bendêmane , da ku pirojeyên nejadperest û yasayên awarte bêne rakirin , ev pirojeyên ku têne mežandin ji alê rêjîmê ve ji sala 1962 ve , û berdana girtiyên siyasî ji bo xwirtkirina Eniya hundurê welêt , dive demê bi xwe de rêjîma (BE’IS) ya žofînî , gavek xerab avêt ji bo xelkê sûrî bi nakokiyên navxweyî mijûl bike , ku zererê bigihîne berjewendiyên welat , û li žûna ku pirojeya zinara erebî ya rûrež û encamên wê ji kok ve hatiba rakirin ji ser miletê kurd li sûriya , li žûn vê yekê rêjîm hewl dide 150 malên ereb bîne ji deverên (Žedadê û Çiyayê Ebdulezîz) ji bažûrê bajarê Hesekê , Û bi biryara wezareta çandiniyê (kižt û kal ), hejmar : 12/16 /MZ , roja : 3/4/2007 , ji bo bi cîkirina wan malan li devera kurdî (Dêrik) , û ji bo ew zevî li wan malan bête belavkirin , ew zeviyên ku hatibû sitandin ji xwediyên wan yên kurd ku ji bav û kalan ve bi xwîn û xwêdana xwe cotkirine , û rêjîm bi vê gava kirêt dide nîžandan ku dixwaze siyasetên xwe yên žofînî berdewambike da ku dîmogirafiya wan deverên kurdî bi de guhertin , ew siyasetên ku efserê Be’isî (Mihemed Teleb Hilal) dixwest cî bi cî bike , ku  di bin nave lêkolînek (Siyasî , Aborî , Civakî )de li ser parêzgeha Hesekê nivîsî bû di 1961 de , ew lêkolîna ku ev gotin bi xwe tê de hatiye : (pêwiste kurdên sûriya ji birayên xwe kurdên îraqê û tirkiyê werne cudakirin bi valakirina zinara li ber sînor ji kurdan , û bi cî û war kirina ereban li žûna wan).
Em nûnerên Partiyên Kurdî û Kurdistanî li herêma Kurdistan , vê gava žofînî ku xerabiyê digihîne yekîtiya nižtimanî û bežekî serekî ji gelê sûrî ji mafên jiyanê dûrdixe , em pirotisto û gunehbardikin , û wilo jî em bangewaziya miletên yekgirtî û yekîtiya ewrûpa , û rêxistinên mafên mirovan yên navdewletî , dikin ku li pêžiya rêjîma sûrî rawestin û zorê lê bikin ku ji vê biryara kirêt vegere û nehêlin biçe serî , û lê daxwaz bikin vê piroja rûrež ji kok rake , û Erebên ku nûhatî vegerînin ciyê wan yên berê , û vegerandina wan zeviyan bo xwediyên wan yên dîrokî yên kurd re .
Partiyên ku li ser vê daxwiyaniyê imzekirine evin :
- Partiya Dîmoqratî kurdistanî îran.
- Partiya sosiyalista kurdistan li turkiye  .
 - Partiya Dîmoqratî Pêžverû kurdî li sûriye .
- Sazûmanî xebatî kurdistanî îran .
-  Partiya Dîmoqratî kurdî li sûriye/ el-partî .
- Partiya Dîmoqratî kurdistanî -bakur .
- Partiya Azadî Kurdistan îran .
- Partiya Azadî Kurdî li sûriye .
- Partiya yekîtiya Dîmoqrata  kurdî li sûriye( yekîtî ) .
- Partiya yekîtî kurdî li sûriye .
- Partiya welatparêzên Dîmoqratî Kurdistan turkiye .
- Rêkeftina Dîmoqrata kurdî sûrî .
Herêma Kurdistan :  3/7/2007






Cihź ev nūēe jź hatiye: Welatź me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vź nūēeyź navnīžan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=563