Elî Cefer
Duh îvarî, mamoste endizyar Mistefa Ico ji xelkê gundê Behdîna – Çiyayê Kurmênc li Dihukê- Baþûrê Kurdistanê, hêdîka û bê deng xatir ji me xwest, Ez pê pir xemgîn bûm û êþiyam. Dilê pir dost û hogiran bi me dimîne ( Wekî Kurdên Ewropa ) û dibêjin; Hûn di nava kêf û xweþiyê de dijîn, haya we ji kesî nîne. Lê ew nizanin em çawa di rûnê xwe de diqewirin, gava em nûçeya koçbarkirina dostekî, mamostakî, emekdarekî xwe dibîsin, nemaze gava em nikaribin silavekê li wan bikin, berî xatirxwestina dawî, an em nikaribin bi termên wan re bimeþin. Jiyan ne tenê xwarin û vexwarin û xewa rehet e.
Mistefa Ico, bi dehê salan xizmetkarê gelê xwe bû, dikarîbû wek pir
kesan xwe dewlemend bikira, lê ew rê ji xwe re nepejrand, ta roja
mirina xwe, hilanîna nîrên sitem û zorê, bi destxistina mafê miletê xwe
armanca wî ya sereke bû. Ji ber wê jî, di jiyaneke pir dijwar re derbas
bû, lê li pê xwe malbateke Kurdperwer û xizmetkar hêþt.
Ez vê jî,
aþkere bikim, ku dema M. Ico di serkirdariya partiya xwe de bû, wî hewil
dida û dixwest kar û xebata Kurdayetiyê germtir û geþtir bibe, bê
agahiya tu kesî, wî û 3 hevalên din bi þev nîvê þevê li taxa ( Þêx
Meqsod û Eþrefiyê ya bajarê Helebê; ku piraniya rûniþtvanên wan Kurd bûn
) dîwarê wan herdu taxan bi diruþmên wek: ( Bijî tevgera Kurdî. Bijî
miletê Kurd. Bijî destxistina mafê gelê Kurd li Sûriyê. Biþke sitem û
zora li ser Kurdan û … ). Ez bawer dikim ev çalakiyên hanê jî cara pêþin
di dîroka tevgera rizgarîxwaza Kurdî li Rojavayê Kurdistanê ye.
Em
gelek xortên nugihayî bi saya rehmelê û hin kesên dn bi Kurdayetiyê
bîrewer bûn. Mirovekî gelekî nerm, dilsoz, rûniþtî, nifis biçûk û merd
bû ji bo mafê Kurd. Ez qet bawer nakim kes ji wî êþiya be.
Bila serê malbata wî, yeko yeko sax be.
Bila serê gelê Kurd, nemaze gundiyên wî sax be.
Elmanya di 30. 05. 2021