Ibrehîm ÞitloLi gora Texmîna min nêzîkî 2 Million Kurd li Almanya dijîn. Ev bi xwe hejmarek ne hindike, lê mixabim ew bi fermi ta vê demê li ba Karbidestên Polîtîka Almanya ew weke nijad Kurd nayên bi nav kirin.
Beþek ji Kurdan Nasnameya Almanî standine û Mafê Dengdanê di destê wan de deye. Hejmara van Kurdan ne kêmtirî %25 ji 2 Milion hene. Ji wan jî %35 Salê wan bi ser 18 Saliyê ketiye û mafê wan die Beþdarbûn Hilbijartinê û dengdanê heye.
Di jiyana karê polîtîkê, gelek partî û hêz hene ku ne tenê di
hilbijartinê de beþdarî têkoþîna polîtîkê dibin, lê ji wan hinek kanin
xwe weke Hêza mezin bidin pêþ û ji sala 1949de bûne karbidestê bilind yê
ku polîtîka dewleta Almanya ê Federal bidest anîne.
Ji wan Partiyên ku roleka giring di Polîtîka Dewleta Almanya lîstine:
CDU ( Partiya Yekitiya Xristiyanen Demoqrat) piranî jî bi destê Partiya CDU&CSU de bû.
SPD ( Partiya Sosyelista Demoqret) tenê 3 Caran bûne serekwezîr.
CSU ( Partiya Xristyan Civaki) her li gel partiya CDU paymana hilbijartinê dike.
FDP
( Partiya Liberal Demoqrat) berê bi hêz bû, ji sala 2001 an û virde
gelek li paþ ma. Di vê demê de jî wê nikanibe roleka bingehînî bilîze.
Ji
destpêka Sala 1990 de jî partiya Keskan û Partiya Çepan xwe dan nasîn û
wirde wirde kanîbûn bi lez xwe li bi bîtirî 20% li nav Gelê Alman cih
bigrin.
Li hemberî van rastiyan jî, Benda Partiyên CDU/CSU qels dibe wilo jî hatiye serê pariya Sosyel Demoqrata SPD Almanya.
Ji
bo me Kurdan, ka çi li hundir Almanya çi ji bona Pirsgirêka Kurdistanê
jî kî ji wan Partiyan bîtir me weke Netewek taybet dinase û çi di warê
polîtîka Almanya yê derve wê nêzîkî armanca Nasnama Kurdan weke Netewek û
azadiya Kurda be?
Divê em rastiyekê binasin ew jî eve: çawa di
Polîtîka Dewletan de hatî nasîn ku Bercewendîyên Abûrî, ciyopolîtîk,
stratîcîk û Dîrokî dibin sedema Rêk û pêka polîtîka Dewletan, Almanya jî
wilo ye.
Di vir de jî Pirsgirêka Kurd û Kurdistanê her dem di nav
van rastiyan de wenda bûye û ketiye ber lingan!. Dîroka Dewleta Almanya ü
bi taybet ji destpêka Dewletata Proysa(Preussen) ta bi îro jî li ber
çavan eþkere û diyare ku. Li der heqê Dewleta Iranê û Iraqê jî ne
kêmtirî wê bûye. Ev jî û ta îro bi Polîtîka partiyên karbidestên
Almanye: CDU/CSU + FDP û SPD cî bi cî dibû û hîna berdewam dike.
Nasnama du Milion Kurd li Almanya nîne.
Dema
Gotina Mafê Kurdan tê ser Ziman, Karbidest û Berpirsuarên Almanya, kûr,
ker û lal dimînin tevî wê jî Bercewendî û Ciyopolitîka Natoyê ber çavên
wan di der heqê Mafên Milletê Kurd de þebeq dibe.
Raste car carna
hindik kes ji Endamên partiya CDU/CSU bi mêranî piþgêriya Mafê
Kurdistaniyan kirine weke berêz:Norbert Blûm. An ji SPD weke
berêz:Hans-Jûrgen Wischnewsky. Lê bi fermî Serek wezîrên Almanya her dem
li gora polîtîka xwe weke min li jor gotiye bi kar danîn û Serek Wezîr
berêz Agela Merkel jî ji roja despêkê de ta îro li gora þopa
bercewendiyên Aborî û Stratîcîk bi tungî cih bi cih dike.
Pêwîstiya gotinê nîne ku em bêjin:
di
Dema ku Merkel jî berpirsyarê Almanya ye ta îro Tirkiyê û Îran
qirêjtirîn Ceng û wêrankirina Kurd û Kurdistanê dikin. Li hundirê
Almanya jî herdem welatparêz û Niþtmanperwerên Kurdan bin çav dibin.
Li
hemberî van Partiyan, partiya Çepan û partiya Keskan bi taybetî û bi
dengekî bilind Kurdan weke milletek bindest dinasin û piþtgêriya Mafê
Milletê Kurd li hemû perçên Kurdistanê dikin. Çawa jî li hundir Almanya
jî dixwazin Nansnama Kurdan weke Netewekî sebixwe bi fermî bidin nasîn.
Çi
Kurdê ku li Almanya – Diyespora xwe hîna Kurd dibîne û çi Kurdê xwe
Almanê Alman dibîne jî wê bi Raman û Sîstema Polîtîka Partiyê Keskan û
çepan bîtir jiyaneka bi rûmet û çavdêr bike para xwe. Ica penaberî wê
nebe leke û kêmasî. Welatiyê Kurd li Almanya dijîn, wê fermî bibbin
xwedî Nasname û bi serbilindî kurdîtiya xwe bê tirs û fihêt xwe pê bidin
nasîn.
Berêz Xanim Dr. Claudia Roth weke Nimûne ji Partiya Keskan bînin bîra xwe.
Mafê
Kurdan çi li Almanya be û çi li Tirkiyê,Îranê, Iraqê û Sûriyê be wê
bête parastin, Hukûmeta Alman yê bi Kardest û berpirsiyarê Nûnerê
Partiya Keskan wê bi fermî xwe li gel wekhevî polîtîka xwe yê derve jî
bi kar bîne. Ji ber ku ev Prinzîp û Bingeha Ramana Partiya Keskane, ne
tenê Xanim Claudia Roth dostê Milletê Bindeste, lê Xanim Roth bi
piþtgêriya Mafê Netewa Kurd dike Bingehîna stratîcika polîtika Partî yê
Keskan dide nasîn.
Wê demê, Lobî yê Milletê Kurd wê derbasî
parlementoyê Ewrupa û her û ha dewletên weke Swêd, Finland,
Norwege,Holende, Bilcîka, Yonanistan, Qibris û Fransa jî wê bîtir di
dostaniya xwe li gel Kurdan xwe xurtir bibênin û wê Polîtika dewleta
Almanya yê derve berê xwe bide Wekheviyê, ew jî ji bo Mafê Kurdistanyan
dibe piþtgêr û xebata me yê derve bi hêz dike.
Îca çi Kurdê ku xwe
hîna Kurd dibîne û Nasnama xwe netewî bernedaye û çi Kurdê li Almanya
xwe Almanê Alman dide zanîn wê bi serkeftina Nûnerê partiya Keskan-Benda
90 armanca xwe weke Welatiyek Alman bi baþî û durustî bi cih bîne. Wê
demê jî wekheviya Milletan çi li Almanya û çi li gora polîtîka derve yê
partiya Keskan - Benda 90 jî Aþîtiya nav Milletan bingaha polîtîka derve
yê Hukumeta Almanya be.
Ibrehîm Þitlo
Kurdish&Islamic studies association
Bonn,01.05.2021