Konê Reş Ji mêj ve, gelê kurd di meha Nîsanê de, bi ahengên kêf û şahiyê pêşwaziya sala nû dikirin û wiha ta roja îro ku, ew pêşwazî bi tenê di nav kurdên Êzidî de maye.. Belê hê jî, ew kurdên ku bi ola xwe Êzidî mane pêşwaziyê vê rojê bi aheng dikin. Ji ber ku piraniya kurdan roja îro bûne misilman, êdî nema wek birayên xwe yên ku Êzidî mane dikin.. Bi tenê yên ku bûne misilman, wê roja sersalê bi navê (
Çarşemba Reş), bibîr tînin..
Sebaretî gotina Nîsanê, di baweriya min de, ev gotin ji gotina (Nûzanê) hatiye girtin, anku meha ku xak têde dizê, ji nû ve şîn dibe û tovê tiştekî, xwe di bin xakê de, veşartî nahêle.. û ji vê mehê, roja çarşembê hatiye bi navkirin ku serê sala nû ye, anku sala nû jê dest pê dike.
Çarşemba Sor: Ev roj, li gor hesabê Rojhilatê di Çarşamba pêşî an a
dudoyan de, ji serê heyva Nîsanê ye. Û ji vê çarşembê re tê gotin û
dibêjin (Çarşemba Sor). Di baweriya min de, ji sala 639an û vir de, dema
ku misilmantî hatiye Kurdistanê û gelek ji kurdan bûne misilman, çi bi
xweşî û çi bi darê zorê, wê misilmantiyê ev cejna sersalê a (Çarşemba
Sor) qedexe kiriye û da ku vê cejnê li ber çavê xelkên Kurdistanê reş
bike û bi mebest, navê wê guhertiye kiriye (Çarşemba Reş).
Roja
îro, bi tenê ev roj, di nav kurdên Êzidî de li Rojava, bi navê Çarşemba
Sor binav kiriye û wek heyamê berê, bi ahengên kêf û şahiyê pêşwaziya wê
dikin.. Belê di nav kurdên misilman de, bi navê Çarşemba Reş maye
naskirî û bi çavê tirsê ku rojek qidoş û nebaşe lê tê mêzandin.. Belê
tevî ku bi navê Çarşemba Reş hatiye naskirin jî, kurdên misilman li
Beriya Mêrdînê, ta berî 40-50 salî û li hin deveran heya niha jî, di vê
rojê de cil û bergên xwe naşon û nedişûştin û kar nedikirin.. xelkên
gundan xwarina xwe bi xwe re dibirin çolê û derdiketin seyranan. Herwiha
di wê rojê de jî, xelkê newêrîbû şerê hev bikin an pev biçinin ji tirsa
ku rojek qidoş e.. Belê ev adet jî hin bi hin kêm dibe û li ber mirin û
talanê ye.
Bi hatina vê rojê (Çarşemba Sor), serê sala nû, ez gelê me Kurdên Êzidî li her çar kenarên cîhanê pîroz dikim.
14.04.2021