Deham Ebdulfetah di koçika qamişlo de
Dîrok: ÇáÓÈÊ 23 íæäíæ 2007
Mijar: Nûçe



 Di roja 20 ê hezîranê de koçika qamişlo şeveke dî di karwanê rêveçûna
karê xwe yê mihanede mihvan dariya mamosteyê rêzmankar û rexnevan û
helbestvan ê kurd Deham Ebdulfetah kir .
Simînar hate tomarkirin û pêşkêş kirin bi amade bûna hijmarek rewşenbîr û nivîskar û helbestvan ên kurd û gurûpek keç û xortên guhvedêrên rêzmaniya kurdî .


Şevê dest pêkir bi kurte  rawestanekê li ser giynê xwedê lê xweşbû yê nimir seydayê keleş yê ku nû xatira xwe ji jiyanê xwest , û di peyre simînar bêj bi gotineke dest pêkê bal kişand li ser koçbariya  keleş ya bi keder û got :
Min dixwest ku ev şevbiwêrk bête paşve xistin ji ber ku hêşta kefenê seyda şile , yan jê ev şev bûbane civateke taybet ji bo jiyana wiya bê westan û bê rawestan , ew zarokê 77 salî şah swarê helbesta hicrikê yê dawî barkir ,, xatira xwe xwest û oxirbe jêre .
Û mamoste derbasî simînara xwe bû ya dibin navê şaşiyên di govar û rojnameyan de , têde bal kişande ser hinek rewiştên ne dirsit  ku dibine arîşe di nivîsandina kurdî de û gelek mînak û nimûne dane diyar kirin û şevbêrik hate zengîn kirin bi têbînî û giftû go yên amade bûyan , û dawî bi sipasiyê ji amadebûyan û simînar bêj rejî civat bi dumahî hat

   Koçika qamişlo ya çandeyî








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=550