Tovê partiyên kurdî li Sûriyê pîr bûye.
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 05 ãÇÑÓ 2021
Mijar: Nûçe



M. Emîn Sadûn

Gelek dem û daxan, Ji ber kar û kiryarên bê serûber yên serkirdayetiya rêxistin û partiyên siyasî yên kurdî, û xemsarî û jibîrkirina wan kesan berjewendiyên giþtî yên gelê kurd û mijûlbûna wan bi berjewendiyên xwe yên taybetî, dihêla ne tenê milet xwe ji wan rêxistinan dûr bike û baweriyê bi wan neyîne. Evê yekê dihiþt; ku ew partî lawaz û seqet bibin, û mirovên zana û  têgihiþî ji nava wan birevin, û yên nezan û keysbaz xwe li wan bigirin û cihên xwe di nav wan de çêbikin. Ev yeke di pêvajoya xebata wan partiyan de dibû û eger gelek caran dengin cuda cuda derketbana û ew rewþ red kirbana jî, ew hewldan dihatin beravêtîkirin û xwedanên wan di civakê de dihatin reþkirin û rê li pêþiya wan dihatin girtin.


Bi demê re û piþtî þoreþa teknolojî ya kartêker û berbelav, gelek perdên reþ hatin hilanîn û pêre jî gelek rûyên veþartî diyar bûn, têþtên berê dihatin gotin û bihîstin, li ber çavan hatin dîtin û xuyakirin. Vê yekê pêleke dîtir ji dilsarî û reþbûnê bi xwe re anî û di civakê de cihgirt û xwesepand.  
Wek tê xuyakirin Kar, kiryar û reftarên wan her tiþta bi navê kurdîniyê li ber çavên mirovan reþ kirin. Lê, çiqasî kurdînî di dilê mirovê kurd de reþ kirin, têgehên pîroz  sivik kirin, miletê kurd jî ew bêhtir nas kirin û xwe ji nava refên wan dûr kirin.
Ev rewþa xirab û wêran a rûdayî, encamên nebûna pirojeyekê berçav û sergihayî, di tevî waran de, warê rewþenbîrî, siyasî, abûrî,dîplomasî,rêxistinî, ragihandinî, civakî û leþkerî, ewê rewþê hiþt ku ew rêxistin û partî bimînin lawaz, û di gerînekeke tarî û dûman de bijîn û erkên xwe yên serekî wenda bikin.dawiyê ev partî bêkêr û pîr bûn, û di nava nakokî û pevçûnan de kawî û bawî man û tovê wan nema kêrî çandinîyê hat û pêwîstî bi nûjenkirin û vejandinê zêde bû û daxwaza wê yekê jî bo xwesteka her mirovekê bîrewer û wefadar.






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5475