Qêrîna Barzan (Hawarî Barzan)
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 24 ÝÈÑÇíÑ 2021
Mijar: Nûçe



Cankurd

Yek ji giringtirîn û diristtirîn berhemên lêkolînî, û bi þêweya „Hevpeyvînan“ bi zimanê Kurdî di van salên dawî de ruhnî dîtine, ev pirtûka dostê hêja Bûbê Eser e, ku bi salan tê de xebitiye, da rastiyên qirkirina Enfalkiriyên Barzan ji cîhanê re derxîne ber çavan. Bi rastî ev xebateke gelek pêwîst bû, ji ber ku pir serpêhatî di dîroka gelê me de çê bûn, wek ya geliyê Zîlanê, lê ta niha lêkolîneke mirov pê piþtrast be di destê me de nîne, tevî ku ew jî bizaveke tunekirina gelê me bû.


Ta niha pirtûkeke mîna vê li ser koçberkirina Kurdên Sovyêtistanê jî neketiye destê me, û ji ber vê yekê, mirov ji xwe dipirse, gelo çima em Kurd bûyerên rojane, ku pir caran xwînî û dilêþ in jî, bi þêweyekî þaxnas û pispor li qelem nadin? Da piþt û nijdên li pey me tên bizanin çi bi serê bav û bavpîrên wan hatibû. Gelên Ermenî û Cihoyî di vî warî de jêhatî ne û xebatên mezin kirine, hema em Kurd pir li paþ mane.

 
Pirtûka kekê hêja Bubê Eser bi bergên reþ e, reþ rengê xemgîniyê û êþanê ye, li ser bergê pêþîn wêneyekî darbaziyên Enfalkiriyên Kurd heye û li ser bergê paþîn wêne yê dayîkeka þehîdan heye û di bin de hatiye nivîsandin, ku li devera Barzan di navbera 1984 û 1992 çi zarok ji dayîk ne bûne, ji ber ku av û ba û jiyana mirovan tev hatibû jehirkirin.
Pirtûka ku diho ji min re mîna diyariyekê ji aliyê nivîskar ve hat, ji 322 rûpelan e, çapa wê ya yekê ji aliyê weþanxane ya DOZ ve di Berfanbara 2020ê de li Istanbolê hatiye çapkirin û di bin jimareya fermî de (ISBN: 978-605-4765-36-2) tê dîtin. Qelemdarê (edîtorê) berhemê Köroglu Karaaslan e, lê serrastkirê nivîsan Qahir Bateyî ye, û hinde hêjayan harîkarî bo nivîskarê pirtûkê kirine. Pirtûk bi du þêwe yên tîpan hatiye lêkirin: Kurdî ya klasîkî û ya nûjen. Nivîskar di rûpelê serekîn de diyar kiriye, ku pirtûka wî (Hevpeyvîn in li gel Kes û karên Enfaliyan in), bi wate ya ku ev karekî ji rastîniya jiyana Kurdên devera Barzanî ye, ne pêjinî û ne jî roman û çêrok e.
Di pirtûkê de sergotineke weþanxane ya DOZ heye, kurtenivîsek li ser jiyan û berhem ên nivîskarê jîr û jêhatî heye, sergotina nivîskar bi xwe jî heye, li gel þirovekirina (Enfal û Jenosîd) gotarek heye, da mirov baþ têbigihîne, çi bi seriyê wan kesan hatibû, ew ên ku di pirtûkê de hevpeyvîn li gel wan hatine kirin.  
Li dawiya çavpêketinan gelek belge yên wa qirkirina hovbaz û wêne yên çalkirina bi hezaran pakrewanan mîna dokumenteke dîrokî, ya ku kesek nikane bincil bike, hatîne bi cîh kirin, da neviyên me û teviya cîhanê bizane çi bi serê devera Barzan hatibû, di dema hozvbazê bê wekanî de Seddam Husên.
Bi rastî keda kak Bubê Eser wilo giranbiha ye, ku pêwîst e, her Kurdek vê pirtûkê, mîna romana wî ya hêja (Gardiyan), ku li ser zindana Amedê nivîsandibû, bixwîne û di nav pirtûk ên mala xwe de bi cîh bike.
Dest û çavên te bimînin sax, keko, bo xebatin dî jî, ku li benda zelalkirinê mane, mîna serpêhatiya geliyê Zîlanê û bi darvekirina bêtir ji 400 Kurdên serhildêr, paþ þoriþa Þeyx Seîdê nemir.
Silavek ji dil
24.02.2021








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5468