Ceco Xan serkirdeyê qehriman ê tevgera azadîxwaziya Kurdên Xurasanê
Dîrok: ÇáÃËäíä 22 İÈÑÇíÑ 2021
Mijar: Nûçe



Keyhan Mihemedînijad

Şerê Çaldiranê ku bi şerê împitartoriya Osmaniyan û Sewewiyan tê nasîn, ew şere di sala 1514an de di navbera Osmaniyan û Sewewiyan qewimî.
Piştî wî şerî gelek alogor bi ser Kurdistanê de hatin û Kurdistan dibe bi du parçe bi ser Sewewiyan û Osmaniyan de.
Wê demê alogorek din jî ku pêkahat ev jî dûrxistina Kurdên bakurê Rojhilatê Kurdistanê bû ku di navbera salên 1598an û 1602`an de Şah Ebas destûrek da ku Kurdên vê deverê bo aliyê Xurasanê ve bêne dûrxistin.


Piştî împiratoriya Sewewiyan û hatina çendîn hikimdarên din di Îranê de û di encamê de hatina Qacaran bo ser desthilatê, wê demê dîsan wan dest avêtin bi serkutkirina Kurdan û nemaze Kurdên Xurasanê.
Lê malbatek jî hebû ku di Xurasanê de li dijî wan bisekîne û ev jî malbata Elahwirdî Begê bavê Ceco Xan bû.
Ceco Xan Deregezî yek ji mezintirîn û netirstirîn Kurdê devera Xurasanê bû. Ev di gundê “Hisar” ê ser bi bajarê deregezê de hatiye dinê.
Bavê Ceco Xan ê bi navê Elahwirdî Beg dema ku wekî hakimê devera Miyankohê tê diyarîkirin, wê demê Ceco Xan jî digel bavê xwe diçine wê devrê û li gundê “Kebikan” û devera Miyankohê dimînin.
Ceco Xan kesek siyasetmedar, rewşenbîr û zana bû.
Her lewma bavê Ceco Xan ew wekî piştevanê xwe dizanî û hertim bi wî re bû. Ceco Xan li kêleka bavê xwe wekî çiyayekê piştevanî ji desthilata wî dikir.
Dema ku bavê Ceco Xan diçe ser dilovaniya Xwedê, Ceco Xan cihê bavê xwe digre û dibe birêveberê wê deverê.
Ceco piştî mirina bavê xwe birêveberekî baş bû û xelkê wê deverê jê razî bûn.
Ceco Xan dixwest tev deverên Xurasanê bixe bin desthilata xwe û Kurdan ji bin destê dagîrkeran rizgar bike.
Her lewma desthilta Qaçaran li dijî vê biryara Ceco Xan bû û hertimî givaş dixiste ser xelkê devera Xurasanê.
Rojek li rojan di devera Xurasanê de, dengê qîrîna zarokan û jinan û nalîneke kûr li wê deverê tê bihîstin, axîn û nalîn û qîrîna zarok û jinan di wan çiyayan de çend car deng dide, ew denge yê hawara hevkariyê ye, ew gazî Ceco dikin.
Ceco Xan bi bihîstina qîrînan, xwîna wî xirab dibe û xwe diavêje ser pişta hespê xwe û çend çekdaran jî digel xwe dibe.
Dema ku Ceco ji dûr ve mêzeyê gundan dike, dokelek bilind dibe, kadîn û gidîşên ku xelkê bo ajelên xwe embar kiribûn tev dihatine şewitandin.
Dema ku Ceco digîje wê deverê tenê gundên şewitî û qirkirinekê dibîne.
Ev komkujî û wêrankariye dujminê hertimî yê gelê Kurd kiribû ew gundane ji aliyê leşkerê Qajaran û Ûrisan ve hatibû şewitandin.
Ceco Xan nedikarî wê qirkirinê qebûl bike.
Ji aliyek din ve jî bi heman awayê Rûsan jî destdirêjî dikirine ser wan deveran û ew serkut dikirin, vê yekê dengvedanek zêde li pey xwe ve anîbû. Dijayetiya Ceco bi dijî Qajaran û Ûrisan roj bi rojê zêdetir dibû û xwe amade dikir bo vê ku li dijî serkutkariyê bisekîne û xelkê xwe li bin zilm û serkutê de rizgar bike.
Wî di demek kin de leşkerê xwe amade kir.
Wî digel sê birayên xwe, Îso Xan, Elo Xan û Memo Xan û hejmarek din ji şervanên qehriman serhildana xwe dest pêkir. Wî bi êrîşkirin li ser binkeyên dujmin di wê deverê de bi awayekî qehrimanane karî wê deverê heta Deregezê rizgar bike û sedan serbazê dujmin bikuje.
Bi wî awayî navê Ceco Xan bibû peyva ser zarê xelkê Deregez û gundên derdorê wî bajarî û xelkeke zêde tevlî leşkerên Ceco Xan bûn.
Mensûrûl Mulk ku yek ji fermandê Qacaran bû û ji aliyê hêzên Ceco Xan ve hatibû derxistin, car din bi leşkereke çend hezar kesî ve êrîş kire ser desthilatdariya Ceco Xan, lê dîsan ew û hêzên wî ji aliyê hêzên Ceco Xan ve rastî şikestê hatin.
Ceco Xan desthiladariya xwe berfireh kir û heta Qoçanê xiste jêr desthilatdariya xwe, ev yeka bo hikûmeta navendî cihê qebûlkirinê nebû û daxwaza alîkariyê ji Ûrisan kir.
Ûrisan çend leşker û hêzên siwar bo alîkariya hêzên Qacaran şandin û wê carê, diba Ceco Xan hevdem digel hêzên Ûrisan û Qacaran şer bikiriba.
Merema Ceco Xan rizgarkirina deverên Xurasanê di bin destê dujminan de bû û dixwast li wir hikûmetek serbixwe a Kurdî ava bike û nehêle Kurdên Xurasanê bêne serkutkirin.
Hêzên Ûrisan û Qacaran çend caran êrîşê ser desthilatdariya Ceco Xan kirin, lê hertim ev rastî şikestan dihatin.
Ceco Xan bibû xewnek bo dujminan, Ûrisan bo binçavkirina Ceco Xan xelat diyarî kirin.
Hêzên Ceco Xan roj bi rojê bihêztir dibûn û hêzên partîzen û şervan di çiya û deşt, gund û bajarên devera Xurasanê de berbilav bibûn.
Xelkê wan deveran bi hebûna hêzên Ceco Xan razî bûn û roj bi rojê xortên nîştimanperwer tevlî hêzên Ceco dibûn ku bikarin berevaniyê ji ax û namûsa netewa xwe bikin.
Ûrisan û Qacaran xwe bihêztir kirin û dîsan êrîşê ser hêzên Ceco Xan kirin.
Wê carê şerek mezin di deverên Deregezê de qewimî, şerek ku hin çavkanî dibêjin sê mehan pê çû.
Ceco Xanê qehriman ji bo ku bikare xelkê vê deverê jiyaneke xweş û azad hebin ya ku hewce ba dikir û li dijî dagîrkeran disekinî.Di wî şerî de gelek hêzên Ceco Xan ji aliyê hêzên Ûris û Qacaran ve hatine kuştin û Ceco Xan digel hêzên xwe kevtine dorpêça Ûrisan û ti rêyek nemabû ku xwe û xelkê xwe jê rizgar bike.
Di encamê de û di nav şer de dema ku Ceco Xan di nav gundekî de mijûlê şer bû pêyê hespê wî dikeve nava qûbiya heriyê de û Ceco Xan bi gulleyê hêzên dagîrker ve tê şehîdkirin.
Ceco Xan di sala 1911`an de ji aliyê hêzên Ûris û Qacaran ve hate şehîdkirin.
Ûrisan cenazê Ceco Xan di Qoçanê de pir kirin ji berf û bûz û ber bi Moskoyê ve birin ku Tizarê Ûrisan wî serkirdeyê Kurd bibîne.
Hin çavkanî jî dibêjin Tizarê Ûrisan serê Ceco Xan dibire û di kiloxê serê Ceco Xan de şerabê vedixwe.
Ceco Xan digel malbata xwe û xelkê Kurd ên devera Xurasanê, bi salan di nav sir û seqemê, baran û sir, deşt û neval û çiyayên Xurasanê de bi rijîndina xwîna hezaran xortên Kurd li hember dagîrkeran sekinîn û xebat kir.
Îro rojê jî navê wan navdaran di devera Xurasanê û Kurdistanê de hertimî li ser zarê Kurdan e û ti carî wî ji bîr nakin.
Niha di Xurasanê de gelek awaz û stran û helbest li ser Ceco Xan û qehrimanetiya wî hatine afirandin.







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5465