birûskên sersaxiyê
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 20 íæäíæ 2007
Mijar: gotar




Birûsk û nameyên sersaxiyê yên kû gihiştina malperê bi boneyî çûna helbestvanê kurd yê mezin seydayê Keleş.



Serokatî û endamên Partiya Demoqrata Pêşveroya Kurd li Sûriyê.
Dost û hogir, binemala seydayê hêja Keleş.
 

bi dilek kul û kovan me nûçeya koçbarkirina seydayê Keleş bihîst.
em binavê Guropa Dêrikê ya Çanda Kurdî xwe hevpişkê vê xemê dibînin,ji ber seydayê bi nav û deng ne tenê xwe didît semyan û serwerê binemala xwe ,lê ew dihate naskirin ku semyanê dozeka rewa ye û herweha serwerê kêşeka dademende.
Seydayê Keleş helbestvan û siyasetmedar bû, jiyana xwe terxankir ji bo mafê gelê xwe yê bindest û perîşan, û şiyanên xwe êxist dibin xizmeta çand û toreya kurdî de û gorî karînên xwe bizavkir û qasî şiyanên xwe da û berhemin ciwan li şûn xwe hêlan.
Em wek Guropeka Rewşenbîrî dibînin ku baştirîn xelat û rêzgirtin bo canê helbestvanê me yê hêja û tevaya xebatkarên azadîxwaz û miletperwer  û mezintirîn wefadarî ji kar û xebata wan re ewe,ku em wê doz û kêşa seyda û wan dilpakan girtî,çi di warê rewşenbîrî û torevanî de yan di warê siyasî û civakî de, em li ser rêya wan şop û xebatan venegerin,ta ku mafê gelê me werê bicîkirin û wan bizav û xebatan gerim û gurbikin ta ku gelê me ji tariya şevên reş rizgarbibê û bi azadiyê şabibê û bi serbestî bijî.
Careka dî em bi oxirkirina seyda dil şikestî û xemgîn dibin û serxweşiyê li tevaya heval,hogir,kes û karên wî didin, hêvîdarin ku xwedayê mezin dilovaniya xwe lêbikê û wî bi bihişta xwe şabikê.
 

Guropa Dêrikê ya Çanda Kurdî
Dêrika Hemko: 19-6-2007 Z

------
bi dilekî xemgîn min nûça koçkirna seydayê kele§ xwend.ez sersaxya malbata wî û zarokên wî  û heval û dostên wî dikim.

Beha Şêxo

----------

Peyama Serxeşiyê

Mîna her car; xemgînî û perîşanî li Gelê me yê mêrxas dibarê, min jî mîna her Kurdekî li derveyî Welat, Beyanîya 18.06,2007 ji xewi şiyarbûm, wekî ferza Nimaja  min berê xwe da Kompiotraê, takû ez Nûceyên nû yên Cihan û bi teyibeti li ser Kurdistanê bixwînim, bi dilekî xewgîni, nûceya kocbarkirina Rewişenbîr, Helbestvan, Cîroknas û Welatparêzê me Seyidayê Keleş min xwend.
Bera cihê wî bibê Bihûşt û  her bîranîna hêjayên mîna wî, dibê Ronahî û Simbla ber bi Azadî û Serxwebûnê ve.
Sersaxî  ji bo ş gelê  Kurd û Malbata wî.

Rojnemevan
Y.Sabri Qamişloki  Elemanya , Dortmund 22.06.2007

-------
Behîname

Rewşenbîr,  nivîser û helbestvanên kurd, li rojavayên Kurdistan,
bi dilekî mişt xem, me nûçeya wexerkirina  helbestvanê me yê qedirgiran seydayê Keleş bihîst. Seydayê Keleş, helbestvanekî xwedî şiyanek edebî  û behweriyek niştimanperweriyane bû. Di meydana edeb de, dê cihekî vala, berçav bihêle.
Ez bi navê xwe, desteya rêveber û hemî endamên yêkîtiya nivîserên kurd-Duhok, sersaxiyê ji xwe û hemi rewşenbîr, nivîskar, helbestvanên Kurdistan re dixwazin û ji seydayê me re buhuşta  berîn . Ji malbat û xizim û kes û karên seyda re, sersaxî û aramiyê û hêvîdar im, ko dawiya kul û derdan be.

Serokê yekîtiya nivîserên kurd-Duhok
Hesen Silêvanî
Duhok. 18.06.2007

-------------------
Sersaxî .. Seydayê Keleş ji nav me barkir...

Besam Mistefa/Hewlêr
18-6-2007

Beriya du salan,bawer dikim, li *****aayê, min cara pêşîn û ya dawîn jî Seydayê Keleş dît. Ne hewce ye bêjim, ku min berî vê yekê jî ew nas dikir, û dîwanên wî xwendibûn. Dîwanên ku derfeta wî çêbibû wan çap bike....derfeta kêm û hindik! Tê bîra min, Keleş qala astengî û zehmetiyên bi çapgihandina dîwana xwe ya dawî dikir. Her weha, me basa helbesta Kurdî ya kilasîk û nûjen jî kir. Seyda ne weke kilasîkên din yên "hişk" bû, û me li ser vê yekê lihevkir: helbesta xweş–eger rast be wa bêjin-xweş e çi kilasîk be û çi nûjen. Gelekî ser Cegerxwînê mezin jî bi başî axivî û di dawiyê de jimara tela xwe da min da ku têkiliya me berdewam be.
Mixabin, îro nûçeya pêşîn ku di înbox a min de li benda min bû, nûçeya mirina seydayê Keleş bû. Nizanim çima hestekî wisa min dagîrkir ku tiştekî din ji Qamişloka me kêm bû: dareke şîn û bilind kete erdê....belê, dîsa mirinê ya xwe bi me kir...çiqas caran min gotibû ez dê ji Hewlêrê tela Seyda bikim û silavekê lê bikim, nemaze piştî nûçeya nexweşketina wî gihîşte min, lê......!!
Serê milletê Kurd û dost û malbata seyda sax be!
Rehma xwedê lê bibare!
-------

sed hezar rahme li ser canè helbestvanè hèja u bejin bilind (Seydayè keleş be),seydayè keleş ew findek bi ronahi bu di diroka miletèn xwe de  ,ne bi tenè seyda bi pènusa xwe mavè gelè xwe  aşkere dikir, lè ew  bi  tekoşina torevaniya helbesta kilasiki ji miletè xwe re bi mizginiya tipè zèrin tev xèzèn rastiya ji  miletèn xwe re di weşand , lè ew seydabunaxwe  tev bir u baweriya  xwe de , di nav her refèn rewşenbir u civaka xwe ya bindest u perişan bi xebateke heri bilind  di nav wan parti zanan cih u rèca ramayari di şopand, disa bi bir u baweriya xwa ta rojèn tali ji semenè xwe bi hewldane ke heri dolemend u bi bar girani bar ù doza miletèn xwe li ser milè xwe u pènusa xwe qet wi ticarji pinus u hèşmendiya  xwe  ta bihna tali xwe ji mavè miletè xwe ne  qetand ,disa hèja sayda dimine zindi dinav miletèn xwe de.
 Arsevin mikail
--------
Bi navê yezdanê dilovan

Gellê kurd , dost û heval û mirovên evî  mihreyê hêja .
Bi dilekî tev bi Ahîn – bi dilekî tev êş û birîn , me nûçeya  koçbariya mamoste û helbestvanê meyî hêja û bala ( Seydayê Keleş) bihîst , lê mexabin emê çi bikin ev qedera reş her gav ewê  bi  bê dengî xebat karekî me ji nav me hilîne û me xemgîn bike .
Bi evê helkeftina xemgîn û rondikan , sersaxî ji gellê kurd re û hemû dost û hevalên wî  re û her wisa jî sersaxî ji  malbata wî  re  û sersaxî komîta celadet ya hokirina zimanê kurdî re jî ku endamekî wêyî jîr û bi çalak jê kêm bû .
Şagirtê Seyda yê xula yekemîn ku li Amûdê bi rêvebirina Seyda di hokirina zimanê kurdî de pêkhat di sala 2003 an de
Mihemed Ehmed
--------
Bi navê Xwedayê dilovan
 
Seydayê hêja ji nav me barkir,
te dilê me xemgîn kir..
Xwedê bi dilovaniya xwe te shake.. û cihê te buhishtî be..
 
Ahîn Zozanî






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=546