Li Min Nepirsin
Dîrok: ÇáÃÍÏ 03 íäÇíÑ 2021
Mijar: Nûçe




Zîlan Hemo .

li min nepirsin, ez tenê dînek im
tenê stêrkeke vemirî,
di ezmanên tiji stêrk de me
tenê keþtiyeke bê siwar
û bê armanc im di deriyaya vala de me
tenê peleke zer im,


di nav pelên weþiyayî de me
tenê xeyalek im,
di labîrenta xewnan de me
tenê cinek im,
di þkeftên xeyalên zarokan de me
tenê tîpek im,
ji helbesteke hunda me
tenê tîpek im,
ji helbesteke hunda
ya helbestvanekî serxweþ im
tenê dilopek rondik im,
ji her du çemên hêsiran im
ev tenê ez im,dînek im
ne kesekî din im
kevirek im,
li ser goreke bêxwedî me
kulîlkeke biçûk im,
di nav gurzên striyan de me
êþek im,
di nava hezar birînan de me
bîranînek im,
ji bîranînê ji bîr çûyî me
kenekî qurçifî,
li ser lêvên çilimisî me
pêtek agir im,
di volkana eþqê de me
rêwiyekî li ser riyeke dirêj im
rê westiyaye ji meþa min,
lê rawestgeh tune ne...








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5399