GAZIN Û DIYARIYA MIN JI 50 SALIYA PARTÎ RE
Dîrok: ÇáÎãíÓ 14 íæäíæ 2007
Mijar: gotar



  Konê Reþ

     Di 50 saliya damezirandina yekemîn rêxistina kurdî a siyasî di nav kurdên Binxetê de, ango di Yobîla Partî a zêrîn de, min dil hebû çend gotinan di warê parastin û guhdana zimanê kurdî de binivîsîm, û çendî ponijîm, lê ji ber gelek egeran, tiþtekî berketî, gotinên çaktir û rindtir ji yên van hersî lehengên peyva kurdî a resen wek: Mîr Celadet Bedirxan, Dr. Nûreddîn Zaza û Osman Sebrî bi min re derneketin..


     Ew gotinên min divîbû binivîsim, ew gazinên zimanî yên ku min divîbû ji Pariyan bikim.. Van siwarên peyva kurdî, berî min bi gelekî têde ponijîne, nivîsîne û gazinên xwe gotine...Vêca min pêwîst û çak dît ku ez gotinên wan di vê bîranîne de dubare bikim..
    Da ku yên jibîrkirine, bînim bîra wan û yên ku nexwendine wan þiyar bikim ku bixwînin:

Mîr Celadet Bedirxan, di kovara Hawarê, hejmara 18 sala1933, di gotarê bi nav( Xwebinas), wiha dibêje:
    (( Belê xorto ! Ew dixwazin tu ji wan re bibî xuþkî(Xulam). Kirine serê xwe te daxurin(daqurtînin). Zimanê te jêkin û yên xwe bi devê te bikin. Da ku tu nikarî kurdaniya xwe bi lêv bikî…
    Xorto ! Bi ser kela me de girtine. Ji derve dijmin dirêjî me kiriye. Ji her mêlê êrîþ e. Di hundirê kelê de þerekî din, bê eman û ji ê pêþîn mezin û dijwartir heye. Þerê me bi hevdu re ye. Di mal de jî dijmin…
    Herê xorto  ! Birîna me a mezin û xedar dexse, berberîye, jana dexsê ye. Em sîngejarin. Ji derve serma li me dixe. Li hundur em bi janê dikevin…)).

 Dr. Nureddin ZAZA di rûpelê pêþîn de ji Destana Memê Alan wiha dibêje:
   
((Gelî Kurdan!

Eger hûn naxwazin ji hev tarûmar û winda bibin, berî her tiþtî, bi zimanê xwe bixwînin û bidin xwendin. Lê eger dixwazin xwe nas bikin û xwe bidin
naskirin û hezkirin, û bi hevaltî û dostaniya miletêndin re pêþ ve herin û bi rûmet û serbilind bijîn, dîsa zimanê xwe bixwînin û bidin xwendin)).

Osman Sebrî di hevpeyvênekê de, Kovara Hêvî ,hejmara (7)an, sala1990 li Parîsê wiha dibêje:

 ( Ziman zimanê me giþika ne?! Ne yê yekî an yê didiwane,gava ku em ji bo zimanê xwe bi xebitin em qenciyê bi xwe dikin. Lê heyfa yê ku heya niha bi ziman mijûl dibin gelekî kêmin.
   Gelek ji xortên me çavê xwe berdane nivîsandina helbestan, ev ne tiþtekî hêjaye,divê nivîsên rastesere bêne nivîsandin. Belê helbest tiþtekî ji edebê ye, lê ne tevaya edebê ye.
   Di vê ku mirov bizanibe bi zimanê xwe bi nivîsîne,lê nizanim hemû ji min re helbestan çêdikin...
   Em miletekî bê ziman in. Anha pir xortên me hene xwendane, bi erebî jî xweþ dizanin,dibêjin:( Em dê ji miletê xwe re xizmetê bikin..) Lê mixabin hînî zimanê xwe nabin, û ezê dê çawa ji wan bawer bikim... ?!)

Konê Reþ
Qamiþlo 14/06/2007







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=535