Ibrehîm ÞitloJi dehan Sal Li Bajarên Ewrupa Welatiyên Sîvîl li Kolan û Avahiyan bi destên Terorîstên Islaman tên Serjêkirin ü Kuþtin.
Karbidestên Ewrupa li hember van Bûyeran þêt û heyirî mane.
Berpirsyarên Ewrupa Her ta Îro jî, newêrin van Bûyerên hovana yên bi serê Milletê Sivîl tên bi Durustî û Ronak binav bikin an Rastiya Pêkhatin û Sedema van Terorîstan binav bikin.
Kî li piþe, çawa Terorîst peyda dibin, ji kuve tên, kî wan Ramanên
tarî û hovane dike serê wan xortan, kî dijatiya Ewrupa di Dilê wan de
diçîne, kî wan hînî Ceng û Êrêþan dike, kî soza Buhîþta li Esmana dide
wan Nezanan, kî navê wan Terorîstan dike Þehîd, li ku û çawa tên xudî
kirin, kî Rêya çewt û Dilreþî dixe Mejîyê wan û kî Piþt û Propagende ji
karê Terorîsta re dike, kî li Mediya û Îmamê Mezgeftan bi Pûl û Hebûn
dibe xwedî û Piþt?
Eger em bêjin ku sedema ne diyarkirina van Guneh û
Karên Kirêt nezanîna Asayîþa Ewrupaye, ez dibêjim ne raste. Ji ber ku
Polîsên Ewrupa bi Hêzin û her di Warê Agahîyan de gelek Þareza û
Þiyarin.
Lê ji bo çi Bingeh û Piþta wan Terorîstan ji Aliyê Hukûmetên Ewrupa ve nayên diyar kirin û Terorîst karê xwe her berdewan dikin?
Ji bo çi Ew Dewlet, Hukûmet û Saziyên ku Terorîstan xwedî dikin ji alîyê Ewrupa nayên binav kirin?
Ez
dibêjim Terorîst kanîbûn ta Îro Terora xwe yên qirêj li Kolan,
Dibîstan,Zanîngeh, Rojnamevan û her Welatiyek ewrupî bi karbînin bêyî
ku Hukûmetên Ewrupa bikanibin Serjêkirina Welatiyên xwe ji Destê Terora
Îslamiyan biparêzin. Ew jî ji ber van Sedemane:
· Deweletên ku Terorîstan xwedî dikin li Ewrupa bi Hêzin, xwedî Lobî û Pêþtgêrin.
· Piþtgêriyên Terorîstan Navê Dînê Islamî kirine Mertal û piranîya
Mezgeftan bûne Dibîstana Kultûra Dijîtî, Zikreþî, Tawanbarî, Ramanên
Tolhildanê û Cihadê.
· Bercewendiya Abûrî li gel wan Dewletan re
nahêle ku Welatêd Ewrupa wan Dewletan di warê Terorstian de Eþkere
Tawanbar bike an jî bidin nasîn.
· Polîtîka Dubendiya Cihanî:
Ewrupa û Dewletê Emrîkayê yekbûyî li Alîkî û dewletên Rûsyayê Federal li
alîyê din bûye sedema wendekirina an jî veþartina Gunehkirina wan
Dewletên ku Teror û Terorîstan pêktînin û ji bo pêkanîna Bercewendiyên
xwe di Destê xwe de kirine Þûrê Tolhildanê û li Cihanê belav dikin.
Bercewendiya
Ciyopolitîk dihêle ku ew Dewletên Terorîstan xwedî dikin û li Cihanê
belevdikin bi serbestî bi navê Olê Islamî terora xwe bikar bîne.
Ew
Dewlet kanîbûn ta Îro Dubendiya Cihanî ji box we bikarbîne û li piþt wê
Perdê Hîlebazî û Qirêjiya Teror bidestê xwe ve bike Çek û Tirsê têxe nav
Civata Cihanê.
· Perçebûna Dewletên Ewrupa di Cenga hembrî Teror û Hukûmetên ku Terorîstan bikar tînin.
· Her weke Dîroka Imparatoriya Osmanî îro jî wilo li Ewropa hatiye. Çawa
ku Dewletên Ewrupa yê rojava piþtgêriya Osmaniyan li dijî Rûsya dikirin
û Rê nedidan Rûsya ku Dewleta Osmaniyan biþkîne îro jî û weke herdem
nevîyê Osmaniyan politîka xwe bi her Þêwekî dibe serî û Ewrupayê rojava
nikane xwe li hember terora Erdogan biparêze.
· Nimûne: Elmanya
piþtgêriya Fransa nekir û Serok Macron bi tenê di Bûyerên dawî de li
Meydana Cenga Erdogan hîþt. Carna meriv digot qey ew Terora li Fransa
bûye li dijî Kesayetiyê Serok Macron ne, Hinek Medya dixwestin wilo jî
bidin xuyakirin.
Bi vî hawayî jî dixwazin rastiya Teror veþêrin û xwe li piþ van Propaganda Kirên xwe yên qirêj bidin paqij kirin.
Li
Piþ van Sedem û Bercewendiyan Teror pêkhat, Roj bi Roj her ferehtir
dibe û Tirs li nav Civatên Ewrupa û Milletên Cihanê roj bi roj xurtir
dibe, Kurd jî bê hemdê xwe ketine nîvê Cenga navdewletî, Welat û Warê
wan wêran dibe û Milletê Kurd ji Welatê xwe li seranserî Zemîn penaber û
Koçber dibe.
Kurdish&Islamic Studies
03.11.2020