ROJÎ HETA KENGÎ
Dîrok: ÇáÃÍÏ 10 íæäíæ 2007
Mijar: Helbest



 XEMGÎN Ê REMO

Piþtî gurzek helbest
Û çend salan
Û piþtî çend qonaxê din
Û dem-salan
Tê bawer bikî ez dilvanê teme
Ey lehenga romana
Min hîn ne nivîsî …?


Payîz diçin
Buhar tên
Û zozan û germîyanê dilê min
Tim wargeh û hêlîna te ye
Lê tu …
Ne çivîkek miþextî ye
Ne jî pezkovî yek çîyayî ye
Geh dûr û wenda ye
Geh nêzîkî çav û desta ye
Destarê demê jî
Dilînî yê min dihêrin
Û ezê nizanibim
Piþtî çend havînê din
Wê dilê te bibe gola Wanê
Bo avjenî yê min … ?

Wê kengî
Dergehên dêra Extûmarê
Li min vebin ?
Ku mîna Metran Îsa
Ez cîhana jêrîn li dûv xwe bihêlim
Û sîbera te bikim bînvedan
Ev rojî heta kengî ?
Min divê ez tîhna xwe biþkînim
Sibeh û êvaran
Tenha bi du peyal lîlava Ararat
Û çima li min tu sersarî
Ne sozdarî … ?
Temen bi dem-sala re diherin ….
Û hîn jî
Kanî ya pênûsê
Helbest dizên
Tîp dibin perwane
Û xwe li gulîstana te digrin ….

Qamiþlo /20/2/2007

xemgin-61@hotmail.com







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=530