Hunermend û mafê Helbestê!
Dîrok: ÇáÃËäíä 06 íæáíæ 2020
Mijar: Nûçe



Adil Xelîl, Swîsra

Îro ez dixwazim li ser Helbestvanekî kurdnetew û welatperwer ku, mixabin, gelek Helbestên wî bûne Stran û bi dengê Hunermendin hêja, wek Hunermend Mihemed Þêxo, Mehmûd Ezîz Șakir hatine gotin, lê ev Helbestên ha bi navê wî nehatine naskirin. Wek: Rêwiyo, Emîme Emîne, Axîna min tim ji dil tê, were were nik min rûne, Xwedê çawa gul wa çê kir, «Ez bûme pîrê xemcivîn?» u.h.d.
wêne: Hilal ê Botanî



Ev Helbestvan Hilal ê Botanî ye, bavê Hejar, ku ta îro li bajarê Qamiþlo dimîne û hêvîdarim rojên xweyên xweþtir hê jî derbasbike.
Helbest a Rêwiyo, yeke ji wan helbestên wî, ku bi Awaz û dengê Hunermendê hêja Mehmûd Ezîz û M. Elî Þakir hatiye gotin. Ev Helbest xwedî çîrokeke taybete û gelek ji guhdarên kurd nizanin bo kê û li kû de ev Helbest hatiye ristin.
Helbest a Rêwiyo di 13 -14.09.1975 -an de, li Bêrûdê, Lubnanê, ji bo Ismaîl Hesaf, ku çû Yekîtîya Sovyêtê bo xwendinê, hatiye nivîsîn. Helbestvan Hilal gelekî ji Ismaîl hezdikir û orta wan pir xweþ bû, hin di karê siyasî de û hin jî weke mervantîyê (Ismaîl xalê zarokên wîye). Êdî dema ku ewî Ismaîl bi rêxist, hestên wî yên Helbestvanîyê germ bûn û xwîn a wî ya bêrîkirinê jî keliya û ev helbest a Rêwiyo hate ziman.
Rêwiyo, Helbesteke ji peyvên rojane resen, kûr û tijî bêrîkirin û hezkirin hatîye nivîsîn, hema tu di bê je qey bo du aþiqan hatiye nivîsîn.
Weke ku helbest çawa xweþ, nazik û sivike, wilo jî Awaz a wê bi rehetî cihê xwe di dilê mirov de digire. Ji xwe Meqamê Seba, ku di nav Kurdan de pir þewat û bêrîkirineke kûr dide xuyakirin, xwe li helbestê vegirtiye û li gor wê hatiye, ya ku xweþtir jî kirîye, ew dengê Hinermendê hêja Mehmûd Ezîz e, ku wilo bi þewat cihê xwe di dilê her guhdarekî de girtiye. Li dawiyê ez vê stranê jî bi dengê Hunermend M. Ezîz pêþkêþî we dikim.
https://www.youtube.com/watch?v=yVmG6i6o5e0
Rêwiyo!
Rêwiyo, xatir bixwaze
Bera dilê min bê xem raze
Tu ji min re bûyî xweþ awaze
Rêwiyo, xatir bixwaze
**********
Vê riya dûr tu dikî here
Nizan im çi çax tê vegere
De her rêwiyo xwedê bi te re
Rêwiyo, xatir bixwaze
**********
Hêvîdar im pir nemîne
Cerg û dilê min nek bi xwîne
Xerîbî ne tu hêlîn e
Rêwiyo, xatir bixwaze
**********
Ciyê te li bin baskê min e
Li nav herdû mijankê min e
Li nav hil û mûryê min e
Rêwiyo, xatir bixwaze
**********
Çavê min tim li hêviya te ye
Xeynî te ji min re tune ye
Çima te ha ji min tune ye
Rêwiyo, xatir bixwaze
**********
Tu bi silametî vegere
Ber çavê min here were
Cerg û dilê min ji te re
Rêwiyo, xatir bixwaze.
**********
Helbest: Hilal ê Botanî
Gotin û Awaz: Mehmûd Ezîz & M Elî Þakir






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5270