Ezîz XemcivînWelat, dizane ko dem li çirisînê buhirî ye.. Dizane evîn di þilxên hêviyê de bendewar e.. dizane ko keleþ hilmên azadiyê nêçîr dikin..
Welat, bi nihênî ji çavên hetavê pirs dike: Ez dozek im, pêçî li min dawerivîne, êþ serê xwe ji her kunîleyê hildide, gelo rêka noþdarî li kû ye?
Welat, riwekên xewnan bi sextesozan av dide.. bi kilê çavên zeriyan daxwaznameya xwe ji ronahiyê re dinivîsîne..
Welat, navekî mezin e, bingeh heriftî ye, dîwar terikî ye, sosin
çilmisî ye.. ji bejnê ketiye, li cejnê þikestiye, li nav heval û hogiran
melûl bê nasname ye..
Welat, hêza hebûnê ye û hebûna hêzê ye, palpiþtê miletekî ye, rûmet û sîwana mirovî ye..
Haydê pênûsê, kulan ji ser kulan rake..
Derd yek e, êþ yek e û evînî yek e..
Tîpên zimên gazindeyê ji we dikin, hêj bê tevger in, hêj ji pînên xwe derneketine, bê lîstika tiliyan sar bûne..
Ziman li ber sîtava zimanên biyanî piþtxûz bûye..
Hin ji me ji ber zimanê xwe þerm dikin..
Hin pê napayivin, hin dibêjin tu gundî yî û hinan jî bi gotinên biyanî ew kunkunî kirine..
Dibistanê, ji min xemsar nebe! Berê min li rojê ye, heyvê jî paþguh nakim..
Dixwînim, dinivîsînim, zimanê min Kurdî ye, Kurdî nasnameya min e, man û nemana min e..
Bi zimanê xwe dikarim stêran biçirisînim, dikarim derbirîna hest û hizirên xwe bikim..
Dikarim kulîlkên evîna xwe geþ bikim û dikarim ji zarokên xwe re gulzaran çêbikim..
Baxçeyekî zengîn e, hemû þêweyên mêwe, çêrinde, þînkayî, riwek û dar tê de hene..
Neviyê Ehmedê Xanî me, bi ‘‘Nûbuhara Piçûkan‘‘ firþik bûme û bi ‘’Mem û Zîn‘‘ re mezin bûme..
Nebêjin ev bêþensiya min sûc e, na.. bêþensî geh ji min e û geh ji min e!
Min rûmetê strana xwe nedizanî, min rûmetê folklor, kultur û rewiþtên xwe nedizanî..
Min
nizanî bû, tenê em nênûkên ko hatine birîn didin ser hev.. min nizanî
bû, tenê em porê weþiyayî dikin kunên dîwaran.. min nizanî bû, tenê em
bi ronahiya hetavê sûnd dixwin..
Ji min re bêjin, ez kî me, min ji xewa min hiþyar bikin, hinek ava sar bi ser rûyê min ve dakin..
Bibêjin: Xewaro! Hawar e..
Ez nizanim ka çiqasî wê dengê we bête min, lê dizanim ji bo min zirzengilekî mezin gerek e..
Xewa salan ez winda kirime, nema zanim roj li min hilatî an hêj þevên min spî ne?
Nema dizanim destê min di nav agir de çi dike?
Pêxwas im, cilrizî me, derwêþ im bê mal û bê cî me..
Þevekê
ji þevên zivistanê di nav heriya beyaran de lingên min asê bûn, min kir
nekir ji dahfê nehatim der.. Çar gur li min civiyan, herdu ling û herdu
destên ji min ve kirin!
Çavên min man vekirî, zimanê min lal bû,
hiþê min sar bû.. zarokên min bi min ve gihan, lê ne pirsîn ka herdu
destên te, ka lingên te yên jêkirî?
Dilo... jaro... dilo... þewitiyo.. bêwaro û bêxwediyo.. li xwe bipirse, tu çendî êþdar î dilooooo?
Perwaneyeke
xemxwir di ser serê min re diçe û tê, çavên min hêj dikarin lê binêrin û
lêvên min hêj hêza livandinê di wan de heye, bi melûlî min gote wê: Tu
dikarî ji zarok û neviyên min re evê nameyê bixwînî?
Bersiv da, ka nameya te xemcivînê kal?
- Silavên min bigehîne dilsoj û dilsozan û bibêje wan: Ji hevûdu hez bikin û piþtgiriya derdê hev bikin..
Berê xwe bidin rojê û ji bo xatirê bejna azadiyê, li hev bikin.
03.07.20