Gulek
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 14 ÃÈÑíá 2020
Mijar: Nûçe



Alksandir Pûþkîn 
 werger ji Rûsî : D.Besam Mer`ê      


Gulek,
Gulek zuwabûyî bê bîhn
Ji bîrkirî
Di pirtûkê de dibînim..
Û niha xewneke namobûyî
Giyanê min dagirt.


Li kû piþkivî?
Kengî?
Li kîjan buharê?
Ma gulê domand?
Û kê çinî ?
Destekî nas yan yekî nenas?
Û çima li vir danî?
Gelo di bîranîna hevdîtinek nazik de
Yan di cudabûneke kujer de
Yan di geryaneke tenha de
Di baxçeyekî bêdeng de
Di lêristaneke tarî de ?
Gelo zindî ye ew û wêya zindî ye?
Û niha cihê wan li kû ye?
Yan zuwabûne
Wek vê gula win!?
1830   
elimerimkesk@yahoo.com 






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5208