Zêro, romana evîna ne li ser axa welat
Dîrok: ÇáÃËäíä 06 ÃÈÑíá 2020
Mijar: Nûçe



Idrîs Hiso

Romana Zêro romana yekemîn a nivîskarê Kurd ji Rojavayê Kurdistanê, Ezîz Xemcivîn e, roman di sala 2019an de ji aliyê weþanxaneya SERSERA ve hatiye belav kirin.
Mirov dikare bêje di salên dawî de hejmareke berbiçav ji romanan ji aliyê nivîskarên Kurd ve li Rojavayê Kurdistanê hatine nivsandin, bi þêweyekî ku mirov hest bi geþepêdanekê di biwarê romanivîsê de dike.
Lê mixabin bêhtirê romanên ku gihþtine ber destê min û min ew xwendine, nivîskarên wan Kurd in, lê berhemên wan bi Erebî ne.


Wek nimûne romanên Jan Dost, Þêrîn Xetîb û Helîm Yûsif û hin romanên romanivîsên din.
Romana Zêro bi zimanê Kurdî (Kurmancî) hatiye nivisandin, ev yek bi xwe jî ji bo min cihê destxweþî û spasiyê ye, ev nayê wateya ku romanên din bê nirx û sûde ne, na lê bi tenê min xwest balê bikþînim ser girîngiya nivîsanidna romanê bi Zimanê Kurdî.
Romana Zêro mijara evînê, kêþe û zehmetiyên nifþên nû di bin desthildariya rêjîma Bass de li xwe digre.
Di romana xwe de, nivîskar kêþeya ciwanên Sûrî û bitaybet ciwanên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê dide pêþ û diyar dike bê çawa ji ber stemkariya rêjîmê, ne tenê li ser xaka Sûriyê lê belê li ser xaka Libnanê û li dijî gelê Libnanê jî, êdî xort berê xwe didin dervî welat.
Romana Zêro romaneke tijî evînî, helbest û hest in, lê mirov heger li liv û tevgera kasayetiyên Romanê temaþ bike wê bibîne ku gelek caran nivîskar xwe xistiye dewsa wan û kesayetî hetine ji bîr kirin, bi þêweyê ku xwêner gelek caran xwe ji bîr dike ku ew romanekê dixwîne, lê belê ew nerîn û hewlwêstên nivîskarî dixwîne, lewma fakterê coþkirinê (Teþwîqê) tê kuþtin û xwêner hest bi dûbarekirina mijaran dike û êdî dixwaze bûyer û tiþtên nû bibhîze, lê nivîskar gelek caran tiþtên ku hatiye gotin bi heman þêweyî dûbare dike.
Wek ezmûna yekemîn ya helbestvan û nivîskar Ezîz Xemcivîn mirov dikare bêje ew pêngaveke erênî ye û êdî romaneke nû li pirtûkxaneya Kurdî bi zimanê Kurdî zêde bûye, lê dibe ku heger mirov hin rûpelan ji romanê bavêje hest bi ti guhertinê neke.
Bi her halî mirov bi xwendina romanê dê careke din bi rêya çîroka kesayetiyên sereke di Romanê ku Zêro û Darînê ne êþ û azarên gelê Kurd bixwîne û çawa hemû hewldan ji aliyê desthiltdariya Sûriyê dibûn jibo biþavtina neteweya Kurd li Rojavayê Kurdistanê û tinekirina Kurdan li tevahiya Sûriyê.
Roman di sala 2012an de û bi koçkirina Zêro û Darînê bo dervî welat bi dawî dibe, mîna ku nivîskar dixwaze bêje ku ti derfet ji bo jiyaneke bi rûmet li vî welatî nemaye û her xortek dixwaze êdî ji welat barke.
Ezîz Xemcivîn dixwaze bi rêya çîroka evîna du Kurdên ku ji ber stemkarî û zordariyê, ne li ser axa welatê xwe dijîn, ji bo xwênerê xwe cîroka azerî û êþa gelê xwe vebêje, û bide diyarkirin ku heta niha tevî têkoþîna ku dibe û tevî qurbaniyên giran, li ser axa welat evînî wek azadiyê bi bend û zincîr e.
Gewîlan 23.03.2020z
Rojnama Kurdistan 01.04.2020z







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5198