Dr. Nûredîn Zaza di Semîner û Imzekirina Pirtûka (Kurdê Nejibîrkirinê) de
Dîrok: ÇáÓÈÊ 08 ÝÈÑÇíÑ 2020
Mijar: Nûçe



 Konê Reþ

  Bi helkeftina ku di roja 15/2/2019`an de, (100) sal di ser rojbûna lehengê Kurd Dr. Nûredîn Zaza (1919/ Maden – 1988/ Lozan) re derbas bû, min pirtûkek bi navê (Dr. Nûredîn Zaza 1919 – 1988: Kurdê Nejibîrkirinê), berhev kir û ji giyanê wî re kir diyarî.
Doh (07.02.2020), bi boneya (101) saliya rojbûna wî û amadebûna cemawerekî bijarte ji nivîskar û rewþenbîran me bîranîna wî, li gor bejin û bala wî di (Hevgirtina Rewþenbîrên Rojavayê Kurdistanê) de li Qamiþlo û bi alîkariya wan pêk anî - digel spasiyên gerim ji helbestvan Ehmed Huseynî re- Sed mixabin, tevî pirbûna rêxistinên Kurdî li Qamiþlo, ez çav bi amadebûna wan neketim?!!


Fermo kurtiyek ji semînera min:
(Îro (7/2/2020) di (101) saliya rojbûna Dr. Nûredîn Zaza de, careke din bi min xweþ e ku ez ked û xebata wî ji we rexînim ber çavan.. Dr. Nûredîn Zaza ev ê ku ta roja îro me ew mafê wî, yê ku ji me tê xwestin, lê venegerandiye.. me navê wî baþ bi nifþên nû nedaye naskirin..! Ew yekemîn serokê PDKS li Sûriyê bû û yek ji pêþengên xwendekaranên kurd bû li Ewropa.. Wî tev jiyana xwe di ber azadî û bilindkirina navê Kurd û Kurdistanê de xerc kir.. Tevî xerabiyên mezin ku hatin serê wî ji girtina zindanan û sirgunkirinê, wî negot ez poþman im..
  Bêgûman nivîsandin û berhevkirina min ji vê pirtûka ku min li dor jiyana wî berhev kiriye gelekî bi min xweþ e.. Min xebat, çalakî û berxwedanên wî li Sûriyê, Libnan û Ewropa anîne ziman. Herweha berhemên wî.. û du eserên wî yên giring jî min di vê pirtûkê de belav kirine; ew reporta ku ku di sala 1960`î, di zinda Mezê de nivîsandiye û pêþkêþî dadgeha Þamê ya bilind kiriye, ya din, ew pêþgotina bedew û bi nirx ku wî ji destana Memê Alan re nivîsandiye. Digel baweriyên hin siyasetmedar û rewþenbîrên Kurd wek: Sînemxan Celadet Bedirxan, Abduhamîd Derwêþ, Salih Gedo, Dr. Mohamed Salih Gouma, Mihemmed Îsmaîl, Fawzy Asad, Dr. Lazgîn Mihemed Fexrî, Hingur Osman Sebrî, Keyo Cegerxwîn, Îbrahîm Guclu, Þakir Epozdemir, Xelîl Sincarî, Þahîn Bekir Soreklî, Goran Candan, Dr. Yekta Uzunoglu..
  Jixwe mamoste Abdulhemîd Derwêþ hevalê wî yê destpêkê baþ baweriyên xwe li dor anîne ziman.. Mamoste Omer Þêxmûs jî, ji gelekan bêtir jînnameya wî, durist nivîsandiye. Mamoste Samî Namî jî, wek dostekî wî, ronahî berdaye ser berxwedana wî. 
  Di baweriya min de, çi kesê ku bide ser þopa Nûredîn Zaza, nikare mafê wî bîne ziman ku berî wî, nede ser þopa birayê wî Dr. Nafiz.  Vêca min ji birayê wî Dr. Ehmed Nafiz Zaza dest pê kiriye.
  Ez ji dil spasiyên xwe ji xanima wî Gilberte Favre Zaza re pêþkêþ dikim û xwe ji wefadariya wê û dilsoziya wê re ditewînim. Pirtûk di weþanxaneya SÎTAVê de li Wanê hatiye çapkirin).
Dawiyê, min dest bi imezekirina pirtûka xwe (Dr. Nûredîn Zaza 1919 – 1988: Kurdê Nejibîrkirinê) kir.. 
 
Qamiþlo 08/02/2020
















Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5130