Konê Reş: Bihareke ji helbestên, şêrîn û rewan, Lêkolînek rexneyî
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 29 ãÇíæ 2007
Mijar: gotar



  Xalis Msewer

  Xeleka diwemîn
 Welato!
Kes nikare hêza te nasbike û
bighêje dawiyê
ew hêza ku di ziman û çiyayên te de
kom bûye
di bin-ax û seraxa te de
veşartiye :
di çem û cobarên te de
diherike
di mêraniya xelkên te de
xuyaye…


Weha Konê reş, bi hokar û karizmên hêza welatê xwe, xwe payebilind û serfiraze dibîne. Helbesta wî herdem ji gencîna hestên helbestî,  ji rivîn û şewata ruh û giyanê wî, mîna kahniyeke zexm û zelal dertê, ava wê li ser pesarên çiyayên Kurdistanê yên bi ber ezmana ve hildiperikin, bi hêlemêj tê xwarê û di herike.

Konê Reş, vê gencîna xwey helbestî bi xurtî dixe xizmeta hezkirin û paristina welatê xwe de, û welatê xwe pir bi hêz û mezin dibîne, ku kesek nikare hêza vî welatî nasbike, lê ew bixwe vê hêzê xweş nasdike, û di sê tiştan de dibîne. Yek jê bêgûman hêza ziman û hunera Kurdiye. Yê din jî ew hêza ku di ser ax, û bin ax, û di ava çem û cobarnên welêt de veşirtiye, û dîsanê di pesar û serê çiyayên bilind de, ku herdem rûniştmanên xwey Kurd mîna kelehên asê parastine diyar dibe. Û yê sisiya jî di wê mêrxasya xelkên welêt ya bê hemta de belî dibe.
Vêca ji vir tê xuyakirin, ku helbastvanê me - nemaze di warê wate û wêneyên hunerî de -  xwedî şêwazeke helbestî rewan û cudaye, û di warê welat û civak û kelepûra xwey Kurdî de, xwedî tecrîbe û ezmûneyeke cuda û dirêje. Ango em karin li vir bînin ziman, ku di vê sirûda li jor hatiye nivîsîn, Konê Reş bi kurtî weha dibêje: Ku Kurd xwedî li zimanê xwey zikmakî dernekevin, û çiyayên xwe yên ku Kurda herdem gotiye: Ji çiya pêve kesk dostê me nînin. Ku dev ji van çiyayên pîroz berdin, û hezkirineke bê hemta ji welatê xwe hez nekin, wê demê wê bindestî û hejarî û belengazî herdem para wan bin, û wê qetilamên mezin bi serê wan de werin.
Dîsanî li vir helbestvanê me, bi kêş û bi ritm û bi sîmfoniyeke bedew, û bi dengê tîpa - e – ya dengdêr, ku li dawiya van hevokan hatiye mîna hevokên - dawiyê -kom bûne - veşartiye - diherike - xuyaye – bi van hokaran hemyan, mîna endezyarekî jîr avanya sirûda xwe dûz û tekûz dike, û bi cênavê diwemîn, ku ew jî ji karizmên helbesta nûjen tê jimartin, helbesta xwe berdewam dike mîna/ te de…te de…te de…/ ku ew jî - weke me gotibû - ji hest û rivîna giyanê wî, yê bi keser û hesret tê der, welatê xwe jî di wêneyê mirovekî leheng û bi hêz teşxîs dike. Ku ev sembol, wêne û şêwaza teşxîskirinê, ji karizmên helbesta nûjen têne hesêb.
Ango ta ku helbestvan hêzeke xurt ji welatê xwe re bide nasîn, radibe ev hêz bi du beşan, an bi dû wêneyên hunerî nîşan dide.
Veşirtî: Di bin ax û ser ax de.
û xuyayî: Di ziman, û çiya û çem û cobar, û di mêrxasya welatiyên Kurd de diyardike. Dîsanê bi van gotinên dawî û bi zîrevanî, helbestvan xwênerê xwe dixe nav agahdarî û hest, û ihsas, û wêneyên bêhemta de, û di nav xem û xeyalên kûr û dûr de, hiştiye ew di helwêst û babeta welatê xwe de bifikire û mitala bike, û halê welat û miletê xwe di bîra xwe de bîne.                                                                                         
Di parçeyê vê sirûda li jêr de jî, dîsanê helbestvan bang li welatê xwe dike û dibêje:
Xelkê cîhanê sosretmayê man
dema ku naskirin ;
ZEREDEŞT pêxemberkî te bû,
SLAHEDÎNÊ EYÛBÎ mirovekî te bû,
Dicle û Firat dû çemên te ne û
Agirî û Cûdî dû çiyayên te ne.
ji wê hingê ve Welato
tu di derîyekî mezin re
derbasî dîroka
welatên cîhanê bûyî…
Li vir, Konê Reş, di mizkefta giyanê xwe de temene dibe, û fexra xwe bi dîrok, û kelepûr, û kesên karizmî yên welat û welatiyên xwe dike, ku vî welatê pîroz ev kesin karizmî mîna Zeradeşt pêxwmberî, û Selaheddênê Eyûbî, li ser xaka xwe afirandine.
Mîna em dibînin jî, navên van kesan, bi tîpên herî mezin hatine nivîsandin, ew jî  tê wê manê, ku helbestvan, bi van kes û diyardeyên welêt yên xuristî, bi çiyayê Agirê û Cûdî, û bi çemên Dicle û Ferat ve, pir kêf xweş û serbilin de, çimkî ku herdûk çiya û herdû çeman, bi giranî cihên xwe li ser rûpelên dîrok û kelepûra Kurdistanê girtine. Ji ber wilo, û ji ber van hemû tiştên me li jor dane xuyakirin jî, helbestvan gihaye wê encamê, ku Kurdistan di nav dîroka cîhanê de, cihekî bilind ji xwe re girtiye.
Her wusa em dibînin ku di babeta sirûdê de, hisî û manewî bi hevve tê grêdan, û dibêjin jî: Ku helbestvan pelên dîrokeke navdar, li ser xaka Kurdistanê radixe, û bi vî hawî mîna rêberekî torizmî, tabloyeke karinvalî pir spehî û bêhemta, ji dîrok û xurista Kurdistanê re, bi istîtîka wêneyên xwey hunerî diafirîne, û li ber çavên mirov datîne. Ango helbestvan teknîka wêneyên madî û li berçavan pir bikartîne, û bi şêwazeke dîscurs) (إسلوب خطابي û bi cênavê duwemîn, dengê xwe dibe welatê xwe, pesnê rewşa wî dide, û dîrok û cugrafya welat li ser xerîta cîhanê bi serbilindayî datîne. Weha helbestvanê me hinekî dûrî xeyalan dibe, ji ber ku babeta sirûda wî, ewe ku rewşa Kurdistanê dinav welatên cîhanê de bide xuyakirin, û şêrîn bûn û hezkirina wê têxe hinav û dilê xwêner, û welatiyên xwe de, 
Dîsanê di vê sirûda li jêr de weha dibêje:
Welato!
ziman nayêne dizîn,
kes nikare zimanê welatîyên te bidize,
ku welatîyên te li zimanê xwe guhdarbin
lê ku di ser guhên xwe re avêtin û
bi  zimanê biyanîyan axifîn,
wê hingî Welato ;
ne welatîyên te xwedî şaristanîne,
ne jî zimanê wan zimanekî bingihîne…
Ev sirûd bi rêzên xwe ve, ji rêza pêşî ta bi ya dawî, mîna şanoyeke tiracîdî destpêdike, û dikka vê şanoyê jî qada welatê Kurdaye. Ango helbestvan guftûguheke şanogerî di navbera xwe û welatê xwe de pêktîne, derhênerê vê şanoya tiracîdiyê jî helbestvan bi xweye, û lîstikvanên şanoyê jî evin- welat - diz – ziman – xwedyê zimanin-
di van bûyerên şanogerî û diramî de, micadele û hin gengeşe û xirecir, di navbera dizê ziman, û Kurdên xwedyên ziman de çêdibin. Diz dixwaze zimanê Kurda bidize, û zimanê xwe li dewsê deyne. Lê danerê vê şanoya ecêb dibêje: Ku Kurd xwedî li zimanê xwe derkevin, û têkoşînê dijî diz li darxin, ango berevanyê di ber zimanê xwe de bikin, wê demê dizên ziman nikarin zimanê wan ji devê wan bikişînin, û wan perdeyên şanoyê bi serkeftina Kurda bi dawî bibin. Lê carna diz mixabin, dikare zimanê me Kurda bidize, û yê biyanî li dewsê deyne, weke ew dizya ku li mitropolên Turkan çêdibe, ku gelek ji Kurdên me li wir û ji bilî wir jî, bi Turkî ta di mala xwe de bi zarokên xwe re di axifin .    
Carekedin Konê Reş, welatê xwe mîna mirovekî teşxîsdike û vêre dipeyive, û dengê xwe dibe welatiyên xwe jî, û ji wan re weha dibîje: Kurdino, tiştê ji were maye zimanê weye, eger hûn lê miqatebin, kesek nikare koka we ji dinyê rake. Ango helbestvanê me cudabûn û kesayetiya miletê Kurd û hebûna wî, di hebûna zimanê wî de dibîne, û evya jî gotineke pir raste, û di cihê xwede hatiye. Dîsanê livir Konê reş şagirtê raman û fikra Celadet Bedirxan tê dîtin, ku Celadet dibêje: (Yê bi zimanê xwe nizanibe bipeyive bila nebêje ez kurdim).  
Dîsanê di rêzên helbesteke xwe de, Konê Reş weha dibêje:  
Di vê jiyanê de
Min gelek kes  naskirin û
Hez gelek tiştan kir
..................
Heger we naskir
Bê ew hersê nav kîne ?!
Yek ji wan gundê min Doda ye
Yek Barzaniyê nemire û
Yek Ala welatê min e
Carekedin Konê Reş bi awakî diramî û nûjen, guftûguhek xweş û bi wate bi xwênerê xwe re li dardixe, û wî agahdar dike, ku di jiyana xwe de vî helbestvanî hez sê navan kiriye, lê berya bêje ew sê nav kîne, xwênerê xwe bi zîrevanî dixe nav fikir û ramann de, dema pirseke folklorî ji xwêner dike, û dibêje: - Bê ew hersê nav kîne ?!-
Bi vê pirsa bi zanebûn hatiye kirin, helbestvan balê dikşîne ser sirûda xwe, û sirûda xwe pir bi lezet û teşwîq dike. Lê dîsanê em dinêrin ku erê helbestvan navê gundê xwe (Doda) berya navêndin tîne ziman, lê wîna bi zanebûn, peyva /yek jê/ livir bi kar aniye, ango ne bi dû hev de gotiye /yê din/ an dido an sisê, ev jî jibo kesek nebêje, ji gundê xwe bêhtir hezkiriye û daye pêş. Lê ji aliyê dinve jî livir helbestvan rêz û wefedarya xwe ji warê zaroktiya xwe re dide xuyakirin û bi bîrtîne. Ku dîsanê helbestvanê Ereb yê navdar(Bedir - Şakir- Elseyab) tîne bîra mirov, ku wî jî gundê xwe(Cykor) li Iraqê, herdem bi hesret û keser, di bîra xwe de aniye, û jêre straye û helbest gotine.     
Carekedin li vir tê xuyakirin, ku helbestvan sê taployên hunerî di sirûda xwe de diafirîne. Yek jê, ew hest û rivîna ku herdem giyanê wî bi wan hatiye sûtin, ew jî cihên bîranênên biçûkanya wî gundê wî Dodaye. Evna jî - mîna me gotibû – hin dikeve warê wefadaryê, û hin jî pêvajoya kelepûra Kurdî di riya gundê xwe de dide nasîn. Ya diwemîn jî, ew hezkirina wî ji welat û qehremqnên welatê wî reye, ku yê yekemîn ji wan bi navê (Berzaniyê nemir) bi navdibe. Ya sisya jî, ewe ku dîsanê bi zîrevanî helbestvan xwênerên xwe, bi hezkirina ala welêt agahdardike, û dibêje: Xwênerên hêja, divabe hûn jî, mîna min, û ji min bêhtir jî, ji welat û welatiyên xwe hez bikin. 
Ne akadîmî û
Profîsorim
Bi tenê ez
Kurdekî bi rûmet im,
Evîndarê zimanê  
Dê û bavê xwe me,
............
Spas ji Yezdan re
Ku ez Kurdperwerekî
Bi rûmet im ,
Di deverên teng de
Min kiriye ne firotiye...
Bi vî awayê rast û ruhnî Konê Reş, welatprêzya xwe bi xwênerê xwe dide nasîn, û bêyî ku xwe li serê kesî mezinn bike. Xwe dide nasîn ku herdem ew evîndar û aşiqê, zimanê dê û bavê xweye. Li vir mirov kare bêje, ku helbestvan bi naverokek perwerdeyî sirûda organîze dike, ew jî dema ku bi van gotinan, berê keç û xortên Kurda, bi alî zimanê wan vedike. 
Dîsanê li vir, Konê Reş sykolociyeke payebilind û raperîn û serbilindya giyanê xwe derdixe wê holê, û xwenasîneke netewî û xweyîtiyeke gewre jî) (تضخم الذات li bal helbestvanê me peydadibe, ew jî ji cênavên yekemîn tê naskirin, mîna ku dibêje: - ne profîsor..im – ez - bi rûmet..im – min- Bi vî hawî, û di riya du wêneyên zelal û watedar de, helbestvan mîna wênekêşekî zîrek, karîbû tabloyeke rast û ronî ji jiyana xwey netewî re derxe wê holê. Wêneyê yekem ji derve de kişandiye, ew jî çaxa dibêje- ne akadîmî û profîsorim - Wêneyê din jî ji hindur ve hatiye kişandin ku dibêje: - Spas ji yezdan re – ku ez Kurdperwerekî – bi rûmetim.
Bi rêza /spas ji yezdan re/ vî helbestvanê wênekêş karîbû, bi kamîra xwey liserpiyan, mîna textorekî seykolocî, wêneyê hindirê xwe ji xwênerê xwe re bikişîne, ku bizanibe bê çiqasî tofê netewî û Kurdperweryê, di nava wî de bi aramî şînhatiye. Vêca em karin nîşan bidin, ku ev sirûda ha, hem ji aliyê hest û ihsasan ve, û hem jî bi riya şêwaza spartinê)  (التدويرde, bi hevgirtiyeke babetî û nûjen hatiye rêzkirin, û helbestvan karîbû di riya wê de, hestê xwe û xaka welêt tevlihev hevîrbike û bistrê. Weha bi van hersîk nuqutên li pişt rêza dawî belavbûne, karîbû xênerê xwe bixe nav fikr û ramanan de, û riyek bê dawî ji danûstendina mejyê xêner re veke.
Her weha bi rêza dawî – min kiriye ne firotiye- bi riya vê metelokê û wezîfedakirina kelepûra Kurdî, helbestvan fikra xwe ji xwêner re teqze û misoger dike. Lê di herdû rêzan de ya - spas ji yezdan re - û di ya dawî de – netebatî û acizbûnekê li bal helbestvanê me didin xuyakirin, û dibe jî ku di mafê wî de şaşitîn ne di cihê xwe de hatine kirin, ji loma ev rêza dawî hatiye gotin, ku ev rêz jî mîna -me gotibû- beşekî ji kelepûra Kurdî di naveroka xwe de dimeyinîne, û pirê caran di cihê acizbûnê de bikartê.
Di vê sirûda jêrîn de jî helbestvan weha gotiye:
Em miletê kurd bi şûnde mane..
Xelkê hevsarê me kiriye destê xwe,
Li gor kêf û menfîeta xwe,
Berê me ji bakur didin nîvro,
Ji rojave didin rojhilê..
Divêt em jî bixebitin,
Xelkê xwe hînî xwendin û nivîsandinê bikin
Vî miletê belengaz  ji tariyê xelas bikin,
Berê wî bidin tav û ronahiyê…)
Li vir jî, helbestvan fotogirafekî tarî ji jiyana Kurda re dikişîne, û birastî jî wiloye ku jiyana Kurda ji sedê salan de, mîna jiyaneke koletî derbasdibe. Birastî dîsanê helbestvan li vir, tabloyeke bi mijûmoran û helwêsteke  tiracîdî, û pir bi wate, ji rewşa Kurda re diafirîne, ew jî dema dibêje:
- Xelkê hevsarê me kiriye destê xwe-
 Weha helbestvan bi hesret dibêje: Xelkê hevsar kiriye serê Kurda, û li gor kêfa xwe mîna pez û sewalan, wan dibinûtînin. Lê helbestvan di vir de, ji desthilanîn nakeve, û mîna mirovekî mêrxas, û helbestvan û ronakbîr, çareserya vê jiyana tiracêdî, di xwendin û rewşenbîryê de dibîne, û bi dengekî bilind bang li Kurda dike û dibêje: Gelî Kurdan, miletê xwe hînî xwendin û nivîsandinê bikin, ji vê riyê pêde tu çare ji were nînin.
Lê ev lazîma bi navê /welato/ ku di vê sirûda dirêj de herdem dûbare dibe mîna – vê rista ku dibêje: Welato ji wan re bibêje - ew jî – bêgûman- nîşana teqzekirina gotina wîye, û ji bawerya helbestvan bi nefsa wî û miletê wî tê.
Bi cêgirê siyemîn /wan/ çê li wan kesên bê bawerî û bê mical dike, ewên ku nikarin tiştekî ji welatê xwe re bikin, û ne dihêlin kesek jî tiştekî bike, û herdem li bendeyî hazirya û mafîşane…!.  
Lê carekedin di vê sirûda jêrîn de dibêje:
Welato ji wan re bibêje
Tevî pirbûna birînên axivtî
di benda te de
tu bi hêz û zexmî
ji ber ku tu mezinî
û ji ber ku tu mezin û zexmî
tîrên neyaran têne te û
birîn di bedena te de vedibin
Gereke em bêjin, ku li vir, bi rêzên bi stran, û bi ritm, û bi mozîkek xweş, û bi dengekî zelal, yê ji tîpa dengdêr/Î/ ya dawiya rêzan ve dertê, bi van hokaran helbestvan rêzên xwe li tefna helbestê dixe, û hestê û ihsasên mirov tevradike, û li berbayê wê mirov tê hejandin. Bi van rêzan jî, helbestvan welatê xwe teşxîsdike, ango mîna mirovekî gernas di pesinîne, û herdem bi tîrên dijmin û neyaran, brînên xedar di laşê wî de vedibin, neyaran jî bela xwe firotiye vî welatî, ji ber ku ew jî welatekî mezin û bi xêr û bêre, û cihekî bilind li cîhanê stendiye.    
Lê tevlî wilo jî, û mîna herdem, helbestvanê me tucaran, bê hêvî û omîd namîne, û dibêje: Çiqasî neyar me bikujin jî, lê xwîna me xilasnabe, wê dema serkeftina Kurda dûr nêzîk were, wê tê de Kurd welatê xwe ji dijminan rizgar bikin. Ji dûbarekirina peyva /zexmî/ tê xuyakirin, ku helbestvan bi welatê xwe pir serbilinde, û pir jî di çavê wê de mezine û xwedî cihekî bilind û gewreye.     
Carekedin helbestvan vê serkeftinê bi hawakî zîrevanî, û bi wêneyeke watedar û istîtiyeke hunerî)  (جمالية فنيةtîne ziman û dibêje:
ew xwîn xelas nabe,
û dawî wê zora demê here
ji ber ku hin bi hin
xwîna welatîyên te
ji demê mestir dibe û
serkeftin nêzîk dibe…
bi van gotinên rewan û bi hêvî, bi û bi vê helbesta nûjen û zelal, dîsanê helbestvan wext û demê mîna mirovekî bi gewde û laş teşxîsdike, û tekoşîneke xurt, di hinava mirov û civaka Kurdî de diçîne, û gengeşe û micadeleke giran di navbera civakê û demê de diafirîne, û bi omîd û hêvîtî dibêje: Û dawî wê zora demê here - ji ber ku hin bi hin - dem ji xwîna welatîyên te bi çûktir dibe…
Li vir helbestvan sedema serkeftineke misoger û teqze dide xuyakirin, ji ber ku dem ji xwîna welatiyên welêt biçûktir dibe.
Bi vî hawî em dinêrin ku herdem Konê Reş,  bi şêwazeke yekser û rasterast, û bi şêweyeke nûjen û naverukeke kolasîk, û bêyî teknîka nependiya helbestî
)    (بعيداً عن تقنية الغموض الشعريhelbestên xwey bikêş an sirûdên xwey netirî lidardixe.
Dîsanê ku em xwe berdin nav sykolociya  helbestvanê xwe, emê binêrin ku herdem tofê omîd û hêvîtiyê di nava wî de çandiye, û damarên serkeftinê di tabloyên rist û helbestên wî de xuya dikin. 
Dîsanê di vê sirûda jêrîn de jî, helbestvan ji welatê xwe re distirê û dibêje:
Welato !
Ji wan re bibêje:
ku ne em li hev rûnên û
bi mejiyê di serê xwe de ne bifikirin
pirs û bersivên xwe,
hawar û gaziya xwe,
kul û birînên xwe
ji hev re bibêjin û şanî hev bikin
ewên ku di nav xaka te de şîn dibin
em nagihêjin armancên xwe û
wê halê me ev hal bimîne
ji kuştin û berberiyê …
di van rêzan de, Konê Reş daxwaza yekîtiyê, ku ew jî daxwaza Kurda ya ebedîn û heymane li dinyê, vê dozê bi xurtayî li miletê xwe dike, û xwe jê re şîretkarekî ewledar dibîne, û dibêje: Ku em Kurd li hev necivin û mejyê xwe taze bikarneynin, û kul û derdên xwe ji hev re nebêjin, hevdû nepejirînin û qebûlnekin, wê çaxê emê heta heta li ber dîwarê xelkê bimînin, û wê karê me kuştina xwebixwetiyê be, û ev hawe jî şkestin û tunebûna  miletê me bi xwere tîne, û salên bindestiya wî dirêjdike.
Li vir jî, tê ber guhê mihov ku em li helbestvanekî azardayî) (المعذب guhdardikin, ango helbestvan, êş û kulên xwey netewî, bi gazî û bi birîn, bi hewar û qêrîn, li tefna helbesta xwe dixe, bi istîtîka wêneyên hunerî û bi şêwaza spartinê, û bi hestê xwey netewî, yekîtiya rêzên sirûda xwe helbestî pêktîne, ev rêzên bi hostayî bi hevve hûnandine. Ango livir hesta xwe û welatiyên xwe tevlihev dike, û mîna filosofekî hekîm, encama van rêzên xwey helbestî di rêza dawî de zelaldike, fikr û ramanên xwe ji xwêner re belî û diyardike, encam jî ewe, ku yekîtî tunebe wê li dewsê kuştin û berberî hebe.
Lê dîsanê di sirûda welato de, û di van rêzên li jêr de dibêje:
Welato !
Ez ne bawerim ku kes karibe
pişta te bi tewîne,
ji welatiyên te pêve
( kurmê darê ne ji darê be, dar kurmî nabe )
Bê guman,
zerera te ji zarokên te ye
nexasim ewên nezan û çavgirtî
ewên ku heyranê canê xwe tenê ne…
Ji van rêzên ha, tê xuyakirin ku helbestvan destê xwe davêje tefna kelepûra Kurdî, û wê meseloka bi navûdeng carekedin, bikartîne û dibêje: Ku- kurmê darê ne ji darê be, dar kurmî nabe- evna jî tê wê manê ku helbestvan li hember şerê xwebixwetiyê, bi cidîyet radiweste, û ew kesên çavgirtî û nezan, û yên bercewendiyên xwe berya yên welêt di parêzin, ewin kurmê darêne, divabe koka wan bi carekê re ji erdê rabe. Didir de helbestvan tecrîbeyeke mezin derdixe wê navê, ku birastî jî ku Kurd hindirê civaka xwe paqişnekin, kesên gemar ji nav xwe navêjin, wê herdem jiyana xwe dibin destê xelk û neyaran de derbaskin.   
 Lê dîsanê, di vê sirûda li jêr dbêje:
Me seh nekiriye ku,
tu hêz di dinyayê de
kare welatiyên welatekî hevgirtî
bişkîne, ku ew welatî
di bin yek gotinê de bilivin…
Dîsanê li vir helbestvan hêza Kurda û miletan hemyan jî, di yekîtiya wan de dibîne, û bi şêwazeke balkişên)  (إسلوب الإلتفاتû nûjen, xwênerê xwe bi vê yekîtiyê hayedar dike, û di hêle ji rêza yekemîn de xweş lê guhdar bike, û bi awakî giştî dibêje - me seh nekiriye ku….-  ev rêza balkişên, bi zîrevanî hatiye destpêkirin, evna jî tê wê manê ku Konê Reş, mîna helbestvanê mezin Seydayê Cegerxwên, bang li (merce- iyek) kurdî kiriye, ewa ku îro bi xurtayî bang lêdibe. Teqzekirin ji vê gotinêre jî, ev rêza dawî ji rêzên sirûdêye ku dibêje - di bin yek gotinê de bilivin…
Weha Konê Reş, konê helbest û xewn û xeyalên xwe, mîna mirovekî koçer li ser deşt û zozanên Kurdistanê vedigre, alavên xwe li bin datîne, û mîna şivanekî koçer, rahijtiye bilûra şivantiyê, û dengê awazên helbesta wî nemaze ya netewî, li çolûçiyayên Kurdistanê li hev vedigere.
Û bi wêne û tabloyên helbestî, weke zanayarekî ciyolocî, xak û latên Kurdistanê dikole û serûbinîhev dike, û weke rêberekî torizmî jî, leheng û diyardeyên welatê xwe dide nîşan û dibêje: Evna beriya Xelef Axaye, û yadin jêre deşta hesinan dibêjin, û dinav de jî bajarên Dêrka hemko, qamişloka rengîn, û Efrên, û cezîra bota hene....ji wir û bi bareş û bakur ve jî, Erbîl û silêmanyê, û mihabadê, û diyabekirê hene, û çiyayên bêxêr, û sason û herekole, û gola urmiya û wanê jî li wandera cih girtine. Û mîna zanayekî biyolocî û dîrokzan, dar û war û dabaşa lehengên dîroka Kurdan tîne ziman, û di rûpelên dîrokê yên pêşî de, navê wan bi tîpên zêr dineqişêne. Van tişta hemyan, di nivîsarê xwe de û di rêzên helbesta xwey nûjen tîne li ber çavên mirov û dostên Kurda datîne, û dîsa dibêje: kurdino merdino, li hember vî kar û barê han, min ji azadya we pêde tiştekîdin navê. Ez Kurdekî bi rûmetim, min di cihê teng de, kiriye û ne firotiye…!.
…………………………







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=512