Hatiye nivîsandin
Dîrok: ÇáÃËäíä 06 íäÇíÑ 2020
Mijar: Nûçe



Bavê Zozanê

Hatiye nivîsandin helbestek hêjaye mîna hemî helbestên hozanvan Mihemed Elî Hiso ku ez naxwazim bêjim xwedê jê xweş bê yan jî Bihiştîbê ji ber bi rastî ewî hîç bawerî bi van gotobêjan ne di anî.
Erê dixwazim bêjim ku ev helbesta zêrîn(Hatiye nivîsandin) hunermend Adilê Hiznî bi deng û awazê xwe kiriye stran ka am çiqasî bi mûzîk û awaza helbestêre başbînin yan na eva babeteke diye  ,ez naxwazim li ser bi bêjim pêşî ev nebabeta mine paşî jî ne karê mine .


Tiştekî din divim bêjim ku hêvîme helbest baş bê bîramin,ji ber çêbû temenk ku min ev helbest xwendiye ,jixwe herçar dîwanên birêz li welêt min hiştine :
1- Nalîn1988.
2- Derdê ezîtiyê 2002.
3- Zîlan  2004 .
4- Berxwedan 2014.
Divim bêjim ku berê di şêstan de hozanvanê me bi navê welat dihat naskirin di nêv dost û hevalên xwede ji ber wê helbesta wî  ya ku wek xewenkê tê bîra min ku timî di şahiyan de dihate gotin wisa jî di cenjnên netewîde :
Emê  tevde bixwînin   welatê min
çavê dijmin derînin.    welatê min
Kurdistanê bistînin.    welatê min
Welatê min welatê min
Welat kaniya zêraye.    welatê min
li cîhanê deng daye.     welatê min
Kurdistana Kurdaye.    welatê min
Welatê min welatê min
Bi rastî pir helbestê Welat yan jî Mihemed Elî Hiso di heyamên berêde hatin belavkirin û wek stranên folklor deng dane mina
Xweş pêşketî,Bûkê rindê ciwanê ,Welat kaniya zêraye,çûm serdana gundê fille, ku hunermendên mîna Hikmet Cemîl,Selah Resûl,Adilê Hiznî û Xelîl Xemgîn û hinî dîjî ku min ji bîrkirine ,helbestên hozanvanê me kirine stran û dîlok.
Hêjaye gotinê ye ku hevpeyvînek dîrokî bi helbestvan Mihemed Elî Hiso re ji mêj ve min amede kiribû lê mixabin wek reşpelikan di nêv arşîva minde li welêt ma ku wek zexeliyekê ji min bû nehate belav kirin di Rudaw ê de ji xwe çiqasî bi dilê wî bû ku hîn sax bixwîne,zoraş bavê Heval li min negre.
Ezê vegerim babeta sereke helbesta - Hatiya nivîsandin - ji xwe hemî helbestên nemir li ser welêtin ser xweşikbûna welat ser parastina welat ser bergêriya welat ku timî digot kesê bê welat deyûze ji xwe timî helwesta xwe wisa bi mêranî û tundî û rû bi rû digot timî di kozika dijminde li nav çavê wî dida hevalê Osman Sebrî dor şeş cara ketiye zindanên dijmin de bi mêraniya xwe ya navdar şerê wan dikir loma Kurdistan wek xwînî timî di damarên wî de di herikî vêje wise digot:
Hatiye nivîsandin
li guliya porzerê
li kenarê birînê
liser qevda xencerê
liser lêvên şehîda
li keviya cegerê
Helbest bi kêş hatiye danîn  wek tê zanîn her movikek heft tîbên dengdar hembêz dike, ji xwe ku jimara tîpên dengdêr wek hevbin di her malikekê de wê çaxê wê helbest bi kêşbe .
Gotinê helbestê jî watedarin nazikin wek Endezyarek avahiyekê bi şarezayî bilind bike ku ji xwe Kurd guliyê jinê nadin bi malê cihanê tevde wisa jî gulî xîret û namûse ku kuştin û malwêranî li ser çêdibe her wisa jî car carne  di bobelateke mezinde têne birîn jî, wisa helbestvan Mihemed Elî Hiso navê Kurdistanê li ser ewê
guliyê nexşandiye,ber ser dejî gulî zere.
Helbet zer bûn rengê Rojê ye ji xwe em tev dizanin ka Roj çiye ,helbet  ronahiye ,germbûne,çêbûne, ev hemî kevirên avakirina jiyanêne.Yanjî zerbûn rengê simbilên dexlêye dema çinînê ye ji xwe hewcenakê ku bêjim simbil bingeha xwarinê ye,wisa hozanvanê me dixwaze bibêje ku Kurdistan namûse jiyane, û xwarine..
Paşî dibêje Kurdistan hatiye nivîsandin li ser kenarê birînê wisa jî li ser qevda xencerê..Çime birîn û çime xencer?
Erê ji ber ku Kurdistan hatiye dagîrkirin ,ji ber ku bin deste lome jî
birîndare ,birîne ,ji xwe wê birîn şil be,nêmgirtî be,ta ku bijîşk bi rengekî zanyarî wê birînê derman bike ,derman jî di cihde daye xuyanîkirin ew jî qevda xencerê ye ji xwe xencer simbola berxwedanê ye simbole şere dive yekîtiyek bi hêz di nêv bera dest û qevdê de çêbibe qene xencer dest ne bire ,dive dest cihê rast ji xencerê bigre ew jî qevde ,belê hozanvanê me Mihemed Elî Hiso eşkere dibêje birîna kul bi dermanê rast rihet dibe ewjî berxwedane.
Şer jî  karekî girane, mirovê xwedî ked û xîret jêre divin şervanên bi ceger di şer de xwe didin pêş, qelenê azadiyê jî ,xwîne, lome heblestvan peyva şêrîn di cihê wê de di rêse ku dibêje navê Kurdistanê li ser lêvên şehîdan hatiya nivîsandin ku hemî ol û zanyarên cîhanê roleke herî mezin daye kesê canmerd ku xwîna
xwe bi şadî di cobarê welêt de dirjêne qene xecxecokê sor şîn bibin li ser kenarê birînê .
Helbest dirêje xelekeke din jêre divê ,naxwazim xwîner bi dirêjbûna gotarê aciz bikim lome ezê vekolîna xwe bi vê malikê tewa bikim ku helbestvanê me dîsa dibêje:
Li ser dil şax vedaye
mîna kul û keserê
li ser tîrêjin rokê
ku davêjê pencerê
weka reha frêzê
belabûye li her derê
Ji xwe ev gotin hemî bê hempane xwedî wateyeke kûr û dûrin ku
Kurdistana şêrîn ji ber ku bindeste ,windaye, kul û kesere , lê wisa jî ne dûrî kezebê ye ne dûrî hişe ne dûrî çave belê li ser dil bi xwe şax vedaye ku hatiye nivîsandin li ser hûrtirîn û biçûktirîn tirêjên rojê ku wisa bi germêre xwe davêjê pencerê, dawî hêja Mihemed Elî Hiso eşkere dibêje ku Kurdistan bi ti derman û kazan nayê qeladin ku wek rehê frêzê belav bûye li her cih û deverê li çolan li bajaran wisa jî dibin kevir û li serê çiyan jî ku em tev dizanin bê ka çiqasî rehê frêzê xort û bihêze..
Helbestvsanê hêja Mihemed Elî Hiso sala 2008 xelata Cegerxwîn wergirt  di  roja helbesta kurdî de li mala nemir Cegerxwîn li bajarê Qamişlo ku ez jî li şevê amedebûm.








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5107