Welato! Ez ê gelek tiþtan bo te binivîsim
Dîrok: ÇáÓÈÊ 16 äæÝãÈÑ 2019
Mijar: Nûçe




 Konê Reþ

  Welato! Gelo xak bi kê dimîne? Tê bibêje; bi akinciyên xwe.. Kî darên Berû û Çinarê di pala çiyayên te de diçîne? Tê bibêje; welatiyên hezxak.. Wê kî ala serxwebûna te bilind bike, tê bibêje; welatiyên kurdperwer, dilsoz û wefadar.. Belê, rast e û bela xêrnexwazên welatê min bibin rewrewk.

  Welato! Her roj min ji çayxaneya ku di orta bajarê Qamiþlo de bû, li hat û çûyên çardiryanê temaþe dikir û pêre jî di dîroka bajar ya kevin û nû de diponijîm/ Ew çayxane berî çend rojan bi destê terorê hat þewitandin..


Gelek caran bi tirs min li rojên ayinde mêze dikir.. Wê tirsê dihiþt ku ez hezar rûpêlên spî ji bo te û bajarê xwe Qamiþlo binivîsim û his û hestê xwe ji bo we bînim ziman..

  Welato! Min tev sikak û kolanên Qamiþlo pîvane..! Kevirek di wan de nîne ku min nas nake..! Di ger û geþta xwe de, pêrgî gelek dêmên spehî hatime.. Lê dêmekî tenê ez nehjandime, wek ku dêmê çiya, deþt, gelî û pesarên te ez hejandime.. Welato! Tu zanî min çi divê? Min divê ku ez sênc bim ji gulistana te re, þax bin ji gulên te re, wênekêþ bin ji wêneyên te re.. Erêbim ji serxwebûna te re.

  Welato! Ez ê ji bo te gelek tiþtan binivîsînim; ew tiþtên ku hêj nehatine nivîsandin.. Ez ê gelek çîrok û serpêhatiyan ji bo te bêjim da ku penaberiya welatiyên te sivik bibe.. Qey qedera min e ku ez di vî temenî de karibim van gotinên evîndariyê ji bo te birêsim, bihunim û bidar vekim.. Da ku di roja azadiya te de karibim þal û þapekî Botanî bi ser bejin û bala xwe de berdim..

  Erê Welato! Di navbera me de, dem û xem e.. Ne dem bêhna xwe berdide û ne xem bi dawî dibin.. Çiya jî, ji çûn û hatina pezkoviyan nawestin..  Û ne jî, peravê deryayê ji qûma derdora xwe aciz dibin.. Êþ her ew êþ e, li vir be û li wir be.. Û tu wek hina li ser destê bûkê ye.. Dehela rabe sînga xwe ji pêlên nû re veke.. Her em ê çavnêrên azadiya te a nêzîk bin.

Parka Xwendinê/ Qamiþlo 15/11/2019







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5080