Piþtî êrîþa Tirkiyê, ji bo vegerê, penaber daxwaza gerentiyek navdewletî dikin
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 30 ÃßÊæÈÑ 2019
Mijar: Nûçe



Idrîs Hiso

Berî ku Tirkiyê êrîþa xwe ya terorî ya di bin navê operasyona Kaniya Aþtiyê de bibe ser Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê, di nav paneberên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê de ku li Herêma Kurdistanê dimînin, rojana mijara vegara bo malên xwe di civata wan de mijara serekî bû, ji ber ku wan didît ku devera wan deverek aram e û êdî ji aliyê ewlekarî û abûrî geþepêdanek diyar hebû, û hejmarek mezin ji penaberan vegeriyan jî, pêla vegerê heta rojên berî operasyona terorî ya artêþa Tirkiyê berdewam bû.


Fatima jinek 80 salî ye û ji Dirbêsiyê ye, niha li Kampa Gewîlan dijî, derbarê êrîþa Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê wisa dibêje: “Kurê min, Erdogan û bavûbapîrên xwe xwestine Kurdan tine bikin, devera me arambû, kesûkarên me rojana ji me re digotin; bizîvirin va Rojava xweþbûye ma çima hûn dê bimînin penaber, werin em bi hev re bijîn, me jî rojnane digot em dê nêzîk vegerin ser hal û malên xwe, lê KULTURXURÊN ERDOGAN Û CENDIRMEYÊN TIRK DIXWAZIN ME QIR BIKIN.”
Herwisa got: “Bila Tirk di wê xewnê de bin, Kurd naqelin û heta dinaya hebe em dê kelema çavên wî bin, lê niha ji bo vegerê ez daxwazê li welatên mezin dikim ku me biparêzin da ku em jî vegerin welatê xwe.”
Xada ku di encama êrîþa Tirkiyê de ji bajarê Dirbêsiyê penaber bûye, û niha li kampa Berdereþ ser bi parêzgeha Duhokê ve li Herêma Kurdistanê ye, dibêje: “Erdogan û Ertêþa Niþtimanî bi kiryarên terorîstî dixwazin herêma me dagîr bikin û me ji rehên me qut bikin, Erdogan û çeteyên wî, ku xwedêgiravî opozisyonin û þerê rêjîmê dikin, berê tivingên xwe dane Kurdan, Kurdên sivîl, mebesta wan ceng û þer e, ne aþtî ye wek ew dibêjin.”
Herwiha got: “Dirbsiyê tevî hemû kêmaniyan aram bû, em bihêvî bûn ku hêdî hêdî rewþ baþtir bibe û geþpêdan pêþvbiçe, di rastiyê de pêþve diçû jî, lê Tirkiyê û çeteyên Artêþa Niþtimanî ku çekdarên DAIÞ û QAIDA bi xwe ne, þerê qirkirinê bi hemû coreyên çekên pêþketî li dijî me dikin.”
Xada rondikên xwe paqij kirin û got: “Were li rewþa me binere di binê vî konî de, ev e aþtiya wan, me koçber bikin bi tometa ku terorîst li Rojava hene, û terorîstan bi navê aþtiyê li welatê me bicihbikin,…ka mafên mirovan û zilhêzên cîhanê li ku derê ne, heger ew gerentiyê nedin me metirsî li ser jiyana me heye??!!!.”
Roka ku ev çend salên wê ne ku li Herêma Kurdistanê penaber e dibêje: “Rojane min digot sibe ez dê vegerim Rojava, êdî bese penaberî, ez ji Hesekê me û rewþ li Hesekê baþbû, lê niha bi rastî heger ez bixwazim vegerim, metirsî li ser jiyana min û zarokên min heye, Rojavayê Kurdistanê li Sûriyê devera herî aram bû, raste kêþeyên siyasî û dubendî di navbera hêzên siyasî yên Rojava de hebûn, lê kêmzêde dever arambû, û em bi hêvî bûn ku di demek nêzîk de dubendiya siyasî jî çareser biba, lê bi operasyona (KANIYA XWÎNÊ) ku Erdogan da meþandin, ez wek penaber daxwaza gerentiyeke navdewletî dikim ji bo ku ez bi aramî vegerim welatê xwe, û nebim hedef ji bo terorîstên ku Erdogan wan diþîne Sûriyê û Rojava.”
Mihemed dibêje: “Ji berî çend salan ez ji Rojavyê Kurdistanê ji ber nebûna kar û zemetiya jiyanê û bi armanca ku ez ji derve karibim alîkariya malabata xwe bikim penaber bûm, lê di dema dawî de, êdî min hin gav davêtin da ku nêzîk vegerim Rojava, çinku wirde wirde mirov hest bi aramiyê dikir û geþepêdanek  abûrî jî peyda dibû, lê piþtî êrîþa Tirkiyê bo ser Rojava, êdî mirov nikare ewle vegere welatê xwe.”
Mihemed got jî: “Ji bo em bê tirs vegerin welatê xwe divê gerentiyek navdewletî hebe ku êdî heger em vegerin em dê nebin armanc ji ti aliyekî siyasî an leþgerî re û jiyana me dê parastîbe, bêyî vê yekê veger dê dûrbikeve û zehmet be.”
Bi giþtî xelk geþbînbûn ku êdî Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê herbiher aramtir dibe û di demek nêzîk de ew dê vegerin, bi taybet dema wan pêwendî li gel kesûkarên xwe yên ku vegeriyabûn dikirin ku, bixweþî behsa deverên xwe dikirin, ev jî ji wan re dibû hander ku vegerin welatê xwe(Em behsa Rojhilarê Ferat dikin, rewþa Efrîn zor xirab e.), lê bi êrîþa Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê û vekiþîna hêzên kiwalisyona navdewletî bi serokatiya Amerîka, pêla vegerê westiya, û careke din bi hezaran kes penaberî Herêma Kurdistanê bûn û dibin.
Kurdistan24.net 27.10.2019z
 







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5065