Danasîna wêje û rola wê di civakê de
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 16 ÃßÊæÈÑ 2019
Mijar: Nûçe



Dr.phil.Ebdilmecît Şêxo

 -1-
Çima em dixwazin wêje pir bi kurtî li vir binasînin û rol û cihê wê di pêşketina hemû aliyên civakê de berçav bikin?
Pir caran li pêş min ji aliyên hin rewşenbîr û siyasetmedran hatiye gotin,ew çîrok û mêrokan dinivîse,ew helbest û melbestan dinivîse,ew roman û mêmanan dinivîse,ew ne siyastmrdar e,yanê ew serê xwe nêşîne û ew ne têkoşer e.!!!! Lewra em li vir bi kurtî bersiva wan didin .


Di serdemên Kevin de wêjeya devkî (zargotin )di bîrewer û hişên gelan de cihê xwe bi kît girtibû û ewê bi hemû şaxên xe ve rola xwe ta radeyekê di pêşketina civakê û çareserkirina pir astengên jiyanê  de lîstibû û hîn jî ta niha radeyek bilind dilîze,lewra jî  zargotin li gor zanista wêjeyê,bi dayika wêje tête danasîn .
lê piştî ku pir milet di warên rewşenbîrî û zimên  de pêşda çûn,wêjeya nivîskî dewsa wêjeya devkî istand û bi şêweyeke hîn bilind û rewanbêjtir kardayên  xwe  di pêşdaçûna hemû pirsgirêkên  aliyên jiyanê  de dilîze .
Em li vir dixwazin tenê bi lez nimûnekê berçav bikin;nivîskarê Rus Tiçêrneçêvskî(1828-889) di berhema xwe de (Em çi bikin ? )bi şêwazeke gelek  hunerî romana xwe li tevnê xistiye û berevaniya wekheviya jin û mêran  kiriye,ewî bi vî awayî kanîbû zûtir miletê xwe bi wekheviya mêr û jinan  bawerkirin bida,ji ber vê û ji ber pir berhemên wêjeyî û bi  hemû cureyên xwe ve li cîhanê, zanyarên wêje  dibêjin:Bandora wêje li ser civakê  di warê hînkirinê  de ji  têkariya felsefê  û dîrokê de bala û bilindtir e.
Wêje  jî dûrvek  ji dûrvên  hunerî ye,ewa bandoreke derûnî,sincî,ramanî kûr li derûna xwendevanan dike,herweha jî ewa ango;wêje alavên  navgînî yên xweser mîna ziman,wêne,sernîşanan(Remzan) û çîrokan bi kar tîne,lê wêje bi şêweyeke pirsgirêktir û dijwartir van alavên jorîn bi
  -2-
kar tîne û bi ser vê de jî;wêje pir diyarde û bûyeran ne rasterast dide xûyakirin.  
Wêjevan bi gîştî bi nirînên kûr û bi dûrbînî têtin naskirin,ew dikanin pir kûr têkevin nav derûn û xweseriyên serpêhatî û taqekirina civaka mirovperweriyê,ew hêmanên xwe ji kûraniya jiyanê dibin,bi ser vê rastiyê de jî,ew ji mirovên din  zûtir dikevin  bin bandora jiyana civakî, bi awakî hunerî û bi zimanekî ciwan ramanên xwe pêşkeşî xwendevanên xwe dikin.
Wêje kane mîna dilbirekê yan dûrbîneke baş û bi zelalî  hemû diyarde û pirgirêkên civakî bibîne,wan bi awakî hûnerî û ciwan ,bi têkarî û hemû curyên xwe ve(Zargotin,helbest,çîrok,roman,şano)û bi têkarî pêşkeşî civakê bike,mirov dikane bi riya wêje pir aliyên civakên cîhanê û hemû aliyên çanda her miletekî têbighîne û bê gûman  ziman jî alava wê ya herî serekîn e.
Ornodo Belzak(1799-1850) di pêşgotina berhema xwe ya mezin û navdar (Komîdeya Mirovane) de dibêje:Ew xwe mîna razgirê civaka firansî dibîne,ji ber ku ew hemû kêmasî û rindiyên civakê tomar dike,hemû diyarde û bûyerên civaka xwe di berhema xwe de dicivîne.)
Em bi wêje hest dikin ku wêjevan rolên xwe di pêvajoka pêşketina dîroka mirovperweriyê de dilîze,lewra jî O.Belzak di vê derbarê de hîn gotiye:(Nivîskar mamostên mirovan  ne).
Herdîsan Can Pol  Sartir(1905-1980) bi vê wateyê dibêje:(Wêje ji mirov e û ji bo mirov e û eger zanist ji bo hişmendiyê ye,lê wêje ji bo hişmendiyê û hestên mirovan e).Lewra jî zanyar dibêjin:Wêje dengvedan û rengvedana civakê û diyarkirina rastiyê ye.)û ew hîn bi kurtî dibêjin:(Di wêje de sê xalên giring hene,1-Berçavkirina rewşa rastîn di jiyana civakê de .2-Şirovekirina rewşa berçavkirî.3-Nirîndayîn li ser rewş û diyardeyên civakê.)
Hunermendên wêje yên  resen bervê civakên xwe ber rindiyan de jî dibin û wan bi hestên dilovan û mirovane perwerde dikin,ew di giyanên mirovan de raman û nurxbuhayên bilind diçînin,lewra  jî  û bi gelemperî
 -3-
 li ser giringiya hunera wêje  bi giştî weha têt gotin:(Hûnera wêje; pirtûka jînê ye ).
Herweha jî tête gotin:Wêje car caran di warê dûrbînî û dûrdîtinê de dikeve pêşiya zanistiyê,wek mînak çîroka(Hezar şev û şevek )bûye sedema balefirînê û herdîsan jî divê em bi bîr hûnin ku sazbendê Rus   
Rîmskî Sîmfonniya xwe Şehrezad li ser bingeha çîroka (Hezar şev  û şevek) )afrandiye.
Bîrdoziya Sîgmond Firwêd(1856-1939) jî di warê şirovekirina derûnî de li ser bingeha şanoya  Kişwer Sofno Lîke hatiye danîn, lewra jî em dibînin ku pir romanên navdar mîna berhemên nivîskarê nasdar Fiyoder Dostoyoviskî(1821-1881) bûne lêveger ji zanyarên zanistiya derûnî re.Di encamê de;ji aliyên pir lêkolînerên cîhanî de  hatiye çespandin  ku wêje roleke pir payebilind  di pir aliyên civakê de dilîze,lewra jî piştî  ku Mîrê helbestvanê gelê Rus  Elêksender Pûşkîn(1799-1837)hate kuştin,romanivîsê cîhanî Dostoyoviskî di kolanan de meşiya,bi dengê bilind dikir qêrîn û bi sîlan li herdu aliyên rûçkên xwe dixist û digot:(Rosiya kuştin!).F.Dostoyoviskî dixwast bi van herdu peyvan bêje:E.Pûşkîn hemû aliyên şaristana gelê Rus di berhemên xwe de bi şêweyên hunerî dane diyarkirin .
Lê Firîdrîk Engilz(1820-1895)nivisiyê:(Zanînên ku ez ji Belzak fêr bûme,pirtirî ji zanînên  ku ez ji dîrokzan,pisporên aborî û fîlosofên  ciwaniyê  fêrbûme.)
Herweha jî em dîsan dixwazin giringiya wêjeyê bi vê nimûneyê kuta bikin,gava pêşengê Misirê Se-id Zexlol(1858-1927) û Mîrê helbestên erebî Ehmed Şewqî pêrgî hevdu hatin ;Se-id Zexlol  xwe  xwar kir û ewî xwest destê E.Şewqî ramûse,lê E.Şewqî destê xwe şunda vekişand û ne xwast  ku Se-id Zexlol destê wî maç bike,lê Se-id Zexlul bi lez destê wî ramûsa û yekser bi Ehmed Şewqî re got:(Em serok dimrin,lê hûn zindî ne.)

-4-
Pêwîst e;em bizanibin jî gava em dibêjin wêje yanê;ew ne tenê helbest, çîrok,şano û raman in,lê zanistiya rexnekirina wêjeyî jî di dîroka pêşketina  wêje de bûye hêmanek bingehîn û rexne di vir de bi wateya nirxandina berhemên wêjeyî ye,ango; ewa berheman bi şehînên zanistî dipîve û ronahiyê davêje ser berheman.Rexneyên zanistî kanin pir sûdan li nivîskaran bikin,lê divê rexnevan jî di warê hunera wêje û zimên de pir
ronakbîr û ne tirsok be û eger ew berevajî vê rastiyê be,ewê (li dewsa çavan kil bide,ewê wan kor bike),lê weke me got:Eger rexnevan jêhatî û asoferh be,ewê kanibe  hunera nivîskaran pêşda bide.Em dixwazin li vir wek nimûnekê ji dîroka pêşketina wêjeya ermenî û rusî bi bîra we hûnin.
Rojekê wêjevanek helbesteke xwe  dide wêjevan klasîk û rexnevanê mezin Eboviyanê ermenî û nirîna wî li ser helbesta xwe ji wî hêvî dike.Piştî kurtedemekê rexnevan Aboviyan bersiva wî weha dide û dibêje:(Erê te dixwast wêneya hespekê nîgar bikî,lê mixabin te wêneya kerekî nîgar kiriye.)
Em dîsan dixwazin nimûneke din geşdar ji dîroka pêşketina wêjeya cîhanî berçav bikin;Nivîskarê Rus Nîkrasov li ser rexnevanê Rus Bêlînskî yê ku  pir di nav wêjeyên cîhanî de navdar e,nivisiye û peyvên xwe rasterast arastî wî dike û dibêje:(Te bi hişmendî û bi nirînên xwe yên xurt kanîbû rêyên nûh  ji wêjeya welatê xwe re vekira ).
lê di rastiyê de;îro Bêlînskî ne tenê ronahiya zanîna xwe avêtiye ser wêjeya rusî,lê belê hemû rexnevan û nivîskarên cîhanê sûdan ji nirînên wî dibînin, lewra jî pir hatiye gotin:(Rexnevan çav in û wêje bi wan pêşiya xwe dibîne.).Li dawiyê  di sebaret giringiya mijara rexnê de,em dixwazin bi van nêrînên jêrîn kuta bikin.Dibêjin hişmendek li mala xwe danîşt û xwe ji gelê xwe dûrxist,milet ji wî pirsî,tu çima herdem di mal de dimînî?
Ewî bersiv weha dayê,(Ezê çi bikim bi vî miletî,eger ew tim kêmasiyên min vedişêrin ).
Herweha jî tête gotin:Sê dostên pirtûkê hene;1-Nivîskar e,2-Xwendevan e.3-Rexnevan e.
 -5-
Maye  em di vê derbarê de bi dengê bilind pirskin,1-Ma gelo em jî kanin rojekê bi rexnevanên Kurd û jêhatî mîna kesên ku me li jor bi nav kirine  û bi dehên dehan mîna wan,çavên xwe kil din û  di neynikên wan de  baş li xwe binêrin ???







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5056