Sibe dîrokek nû li Kurdistanê destpêdike
Dîrok: ÇáÃËäíä 10 íæäíæ 2019
Mijar: Nûçe



Idrîs Hiso
 
Îro rêzdar Nêçîrvan Idrîs Barzanî sûnda yasayî ya serokatiya Herêma Kurdistanê dixwe, û piþtre dê bi fermî dest bi karê xwe wek Serokê Herêma Kurdistanê bike.
Di 28ê  Gulana vê salê de parlementoya Kurdsitanê bi zorîneya dengan rêzdar Nêçîrvan Barzanî bo serokatiya Herêma Kurdistanê hilbijartibû, tevî ku Yekîtî Niþtimanî Kurdsitan (YNK) dengê xwe nedabû û rêkeftina xwe li gel Partî Domokartî Kurdistan(PDK) binpêkiribû jî lê îro 09.06.2019 an biryar dabû ku wê þandek bilind bi serokatiya Cîgirê Sekreterê Giþtî Kosret Resûl beþdarî rêwresmê sûndxwarinê bibe.


Di vê gotarê ez dixwazim behsa du aliyan bikim, ku li sereanserî Kurdsitanê têne behskirin.
Yekem: Ma kes ji Nêîrvan Barzanî pêve nebû bibe Serokê Kurdistanê, yan jî desthilat li Kurdistanê çênabe ji destê vê malbatê derkeve?!
Bê gûman bidestxistina desthilatê li Kurdsitan û seranserî Iraqê girêdayî piroseya siyasî û tevger û hêza partiyên siyasî  û rewþa civakî û bandora olê ye. PDKê ji roja damezirandina xwe û xebata xwe ji bo Kurdistanek azad bi hemû dîrok û xebata xwe ya þoreþgêrî û siyasî bi binemala Barzanî ve hatiye girêdan, ji xwe heger mirov li Baþûrê Kurdistanê bijî û ji nêzîkve rewþa civatê biþopîne wê nasbike ta roja îro jî mîna serdemên berê barê kurdayetî û kurdîniyê barekî girane û kêm malbat dikarin bi dilsozî û hizrekî neteweyî barê xebatê ji bo Kurdistanek azad li ser milên xwe hilgirin, lewma ji ber rewþa civatê ku heta niha jî girêdayî hestê olî û êlperistî û gundayetî ye û ji ber ku bidestxistina desthilatê girêdayî tevger û hêza partiyên siyasî ye. Bi herdu milan jî binemala Barzanî serkeftîne û xwedan hêzek civakî, siyasî û bandorek olî ne, ji bilî ku mîna gelek welatan hebûn û rewþa wan bi hin malbatan ve tê girêdan hebûna û bihêzkirina Herêma Kurdsitanê girêdayî vê malbatê ye, ev nimûne ne tenê li Kurdistanê heye û hebû, guhertina vê rewþê girêdayî pêþketin û guhertina civatê bi xwe ye, herwiha bi pêþketina civatê û bicihkirina yasayên niþtimanî wê dememê dibe ku desthilata binemalên mîna Barzanî bibe desthilatên simbolîk mîna welatên pêþketî. Bi vê wateyê mirov kare têbigihê çima desthilat heta niha û dibe ku heta demek gelekî dirêj di destê vê binemalê de bimîne.
Duyem: Aya wê Barzanî karibe Kurdsitanê ber bi rewþek baþtir bibe û baweriya xelkê bi desthilata kurdî bighîne asteke baþtir ji ya ku niha heye?
Bê guman û bi danpêdana hejmarek mezin ji welatên cîhanê û serkirdeyên cîhanî û bi danpêdana serkirde û welatiyên Herêma Kuristanê jî, rêzdar Barzanî xwedan ezmûnek dewlemend e di birêvebirina Herêma Kudistanê de di rewþên corbicor, Barzanî dikarîbû bi serkeftî Herêma Kurdistanê birêve bibe, bi taybet ku wî wek serokwezîr herêma Kurdistanê birêvebirye û bo maweyekî dirêj û di qonaxên gelekî hestiyar de û bi þêweyekî serkeftî.
Lê ev nayê wateya ku erkê birêz Barzanî erkekî sivik û hesan e.
Rewþa siyasî ya herêmê, pêwendiyên Hewlêr û Bexda û pirsgirêka deverên dagîrkerî ji Kurdistnê – deverên ji Kurdistanê dabirî- û rewþa rojhilata navîn bigiþtî erkê birêz Barzanî giran û qurstir dike, bi taybet erkê yekrêziya navmala Kurdî û nehiþtina gendeliyê di rêveberiya herêmê de di hemû warî de, û erkê avakirina artêþeke niþtimanî û rêkxistina hemû hêzên Pêþmerge di bin baskê wezareta Pêþmerge de, ev hemû kar û erk li berdem birêz Barzanî ne.
Bi her halî Herêma Kurdsitanê ji sibeve dest bi dîrokek nû dike, çavên hemû kurdan li baþûr e û çavên baþûriyan jî bi hemû pêkhateyên xwe li birêz Nêcîrvan Idrîs Barzanî ye ku armanc û hêviyên wan pêkbîne, Barzanî jî bi wê yekê têne nasîn ku ew hilgirê barên giranin di rojên reþ û tarî de.
09.06.2019
BasNews.09.06.2019






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4996