Nêçîrvan Barzanî û mala Kurdistanî.
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 05 íæäíæ 2019
Mijar: Nûçe



Mizgîn Hesko

Bê guman û pir dûr ji nerînên partiya ne yên teng, pir dûr ji doz û xwestekên takekesî û di vê dema dîrokî de ,,,dema pir hestiyar ku her çendîn îro heyîna kurd di nexþeya cîhanê de diyar û xuya ye.
 Her weha  di van dem û dewranan de jî kurd bûn leþkerên giþtî yê cîhanê li dijî hêzên tariyê . Tevî wilo jî hîn em pir alûz in û di rewþa xwe a alûz de melevaniyê dikin.
Tekez û ji sedemên vê alûziyê nebûna hevrêziya rexên kurdistanî û nebûna mala kurdistanî ku kurd xwe lê bigirin, bi hev biþêwirin û li dijî zorê û zehmetiyan mîna yek stûnê resen û tund bin.


Belê hûnê bêjin ka îro û ka duh .....! Belê rast e...rewþa me ya îroyîn ji ya duh bi hemî pîvanan baþ  tire, lê em hîn ne dewlet in, me hîn serxwebûna kurdistana xwe ranegihandiye.

Belê duh û bi fermî rêzdar Nêçîrvan Barzanî hate helbijartin weko serokê herêma kurdistanê .
Gelo ta  kîjan radeye ev gav rast û durist hat.....?
Li vir divêt em hin rastiyên dîrokî bînin ber çavan û ji dergehên vekirî derbasî mala kurdan û nemaza Kurdistana baþûr bibin.
Eger em hýnekî li xew û baweriyên xew vegerin careke din em ê bibêjin : Belê kak Nêçîrvan Barzanî  hejayî posta serokatiyê ye.
Miletê kurd ji kesên biyan û nenaskirî pir ditirse , pir hesab têne dîtin , li vir cenabê Nêçîr û li gor baweriya kurdan , li gor dîtin û boçûnên piraniya wan hêjay e ,,,ev ku kurd wî nas dikin û dizanin ka wî çi xebat kiriye. Bê guman miletê kurd  qurbaniyên wê malbatê ( malbat û êla Barzaniyan )bilind dinerixînin.



Pir rexne tên girtin û piraniya wan jî rast in, ku Kurdistana baþûr ber bi hikumê êl û malbatan ve diçe, bi wateyeke din ango kur li þûna bav, xwîþik li þûna bira û jin li þûna mêr û hevjînê xwe û htd.

Lê bi min û ji ber ku kurd hîna ji wan atmosfêrên malbatî derneketine, hîn êlek e xurt û xwedan leþker û saman dikare kurdistanê bihejîne û rewþê li binê guhê hev bixîne.
Hêzek, êlek û yan jî hozeke xurt dikare xwedan biryar be, û dikare biryarên parlemanê jî li þûn xwe bihêle.
Ango û Her çendîn em bixwe li dijî qunaxa êlan in, lê mixabin em ji bin bandorê dernakevin û dawî her kes li êla xwe vedgere, ez bixwe nabêjim : bijî êl û dema êlan , lê ev ê rastiyê li ber xwîneran radixînim ku hîn rev jê nîne
Belê bi min hilbijartina Neçîrvan ji bo wê posta serokatiya Kurdistanê..gaveke rast, durist û girîng bû.
Gelo çima ...?
Dixwazim hinekî bikurtî derbasî pirsa xwe bibim û bersiveke nêzîkî rastiyê bînim û li ber we raxînim:
 
*Ji ber rewþa ku me berê destnîþan kiribû ( kurdistan û rola êl û hozan), Nêçîrvan ji êleke pir xurt û welatperwer û canfedayê welat û xaka xwe ye.

*Nêçîrvan Barzanî û hîna ji piçûkaniya xwe de di nav kar û xebata siyasî de mezin bûye, rewþa kurdistanê baþ dizane û dibe ku bixwe jî bûbe þahid û govanê pir êþ û azarên miletê kurd.

Di van bîst salên derbasbûyî de , kurdistan bi awayekî berçav hate avakirin, ji xwe her kes dizane ku rêzdar Nêçîrvan Barzanî endeziyare qunaxa avakirina kurdistanê ye.

Kesayetiya Nêçîrvan û li gorî têkiliyên wî, dan û standina wî kesayetiyeke pir xurt e, dûrbîn e, û di nav civaka kurdî de tête pejirandin.

Her çendîn dewletên li der dorê mofayê ji bazara kurdistane dikin , her weha kurdistan jî mofadar e, bi zanebûn Neçîrvan û hikumeta herêmê pere û samanen li derhêlê anîne nav xwe, eger gulleyek bipeqe, samandarên welatên li derhêlê û ji bo parastina berjewendiyên xwe ên aborî dê li çareseriyê bigerin û neçar in ku li ber me jî bidin,,,,siyasetek pir zîrek bû û kurdistanê ew þopand.

Her çendîn serok û rêberên me kurdan ciyê rêz û hurmetê ne jî , bi min vê carê em hinekî li pîvanên serokatiyan zîvirîn, kurdan dikarîbûn serokekî ciwan êdî bînin û posteke weha hestiyar û bilind radestî bikin.

Nêçîrvan Barzanî li zanîngeha Tahranê lîsansa polîtîkê wergirtibû bi wateya ku ew kesekî rewþenhizr û xwendevan e.Ji bo hin pîvanan pêdiviya miletê kurd bi hêza ciwan û xwendevan heye..bi karîzmayên têgihiþtî .



Nêçîrvan Barzanî bi piraniya dengan 68 ji 81 ev post bidet xist, ango bi þêweyekî dîmuqratîk.

Û dawî ...di dema  ku em heja ;Nêçîrvan Barzanî pîroz dikin di heman deme de hêvî û lava dikin ku ew bikaribe li dij hemî metirsiyên heyî rawest e û bikaribe gemiya kurdistane bîne beravên serxwebûnê , alaya rojê û di nav koma miletan de , li ba bike.

Belê kurdan îro hêviyên mezin hene ku mala Nêçîrvan Barzanî, ango Kurdistan îraqê bibe mala kurdan bigiþtî.

Belê metirsî pir in, û dujmine me jî zîrek in, divet cenabê serok N. Barzanî dengê me be, û dive kurd mîna kemberê xwe li hawîrdorê bisin hev.
Pêdiviya kurdistanê bi artêþên leþkerî û rêberên mêrxas, bi çekên modern, bi teknolojiya xurt û zîrek heye. Pêdivî bi vekirina bêhtir dibistan û zanîngehan , bi kadiroyên çalak û xebatkarên ciwan heye. Pêdivî hîna bêhtir bi dam û dezgehên çandî, wêjeyî yên serbixwe heye. Pêdivî bi pirojeyên þaristanî, bi avakirina nexweþxaneyên nuh û bi makîneyên tunduristî yên pak heye, pêdivî bi bijîjik û alîkarên dektoran heye.
Pêdivî bi rê, otoban, otostrad, pirên bilind û hevgirtî heye, pêdivî bi çandiniyê , bi avê, bi kehrebê, enternête heye.
Pêdivî bi Jinê heye ku îro bikaribe careke din bi rola xwe a dîrokî rabe. Pêdivî bi Þengalê û laleþ nûranî heye, ango bi kesayetiyên kurd yên din, kêmolên kurd ku divê rê ji wan re bête vekirin û ew jî di vê nexþeyê de beþdar bin û bi rola xwe rabin.
Pêdivî bi instiyatîvan heye ku bikaribin bi hin bîrdozan li dij sistema êl û hozan bixebite, pêdivî bi guhdarî lê kirin û guhdanê heye.
Pêdivî bi avakirina kesayetiya kurd heye, ev bêhtir ji avakirina xanî û serayan e.Mirovê di xwe de þikestî her dîlê êþ û þikestina xwe ye, lê mirovê saxlem, û xwedan moralê bilind dikare li ser hemî formên þikestî avahiyan rake.


Elmaniya 30- gulana 2019.







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4992