BANGEK JI RONANNIVÎSÊ KURD LALEÞ QASO*
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 31 ãÇíæ 2019
Mijar: Nûçe



  Li gora min heta ku kurd nebin xwedî SEROKEKî temamê Kurdistanê, kurd wê nikaribin wek miletekî pevgirtî jî tevbigerin, bê seravde û bêyî ku yek li ê din binere teqeze bi hewara hev de bibezin, û di nav dinyayê de mezin bên holê!
  Di Komara Mahabatê de temamê kurdan Qadî Bihemed wek serokê xwe qebûl kiribûn. Îcar piþtî ku komar têk çû û Mistefa Barzanî derket holê, vê carê jî kurdan ew wek serokê xwe qebûl kirin. Û pir baþ jî kirin. Ji roja roj de dijminên me ên tirk, ereb û faris li himberî me, her tim yek bûn, û hîn jî yek in. Baþ e îcar çima em ê nebin yek? Helbet di kar û barên siyasî de mirov pêþî bi a ku karibe bike radibe. Û a ku ez jê dipeyivim jî ev e. Çawa? Wilo:


  Em kurd divê ziyareteke me hebe ku nêr û mê, bi namûs û bênamûs, mêrxas û revokên me, her kes karibe biçe tewafa wê ziyaretê û gilî û gazinên xwe pê bike! Eha Qadî Bihemed û Mistefa Barzanî du serokên wilo bûn ku hema hema temamê kurdan bi serê wan sûnd dixwarin!
  Mirov ji bo ku ji kurdan re bibêje hûn miletek in, sedî sed divê serokekî wî miletî jî hebe. Al, ziman merþ û cejname ya niþtimanî Newroza me heye. Bi tenê hew serokek ji me re ma ye.
  Îcar pêþniyara min ku temamê rêxistin, ronakbîr û kesayetên kurdan bi haweyekî li hev bicivin, têxin serê hev û Meshûd Barzanî wek SEROKÊ KURDISTANÊ hilbijêrin. Bi vê seroketiya manewî, Barzanî dibe ziyareta miletê kurd!
  Û li aliyê din, rêxistinên me hinekî jî divê politîk li vê mijarê binerin, da bi pejirandina seroketiya Barzanî re doza kurdan tam li hev bigere, destên Barzanî dirêjtir bibin, Barzanî jî karibe wê zir PDKa ku xwedî hêzeke mezin e ji bo temamê Kurdistanê bi kar bîne!
  Wilo bikin! Serokek, yanî ziyareteke me e kurdistanî ku dijî sedî sed divê hebe. Ên her kesî hene, bila ê me jî hebin, da em hemû karibin li wir bigihên hev û bi govenda miletî rabin, ewqas!

Laleþ QASO; romannivîsekî Kurde li Stockholmê dimîne








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4988