5 Pirtûkên Nivîskar Fettah Tîmar
Dîrok: ÇáÃÍÏ 21 ÃÈÑíá 2019
Mijar: Nûçe



 Cankurd

Roja 19ê Nîsanê 2019, li bajêrê Essen, ku li komeleya Hêlîn, Yekîtiya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê þahî bi roja rojnamevaniya kurdî kir, tê de gelek nivîsevan, helbestvan, siyasetmedar û hunermend amade bûn û hinek ji wan jî ji ber xebatêd wan ên cihê-cihê hatin xilatkirin, û nameyeke  rêzgirtinê ya taybet ji aliyê serok Nêçîrvan Barzanî ve, bo kak Ibrahîm El-yûsif hate xwendin, xebatkarê navdar, hêja Fettah Tîmar, ku ji xelkê bakurê Kurdistanê ye û ji zû ve li Almaniya dijî, 5 pirtûkên xwe yên, ku di salên 2017 û 2018 de, li Türkiyê çapkiribûn, diyarî min kirin. Lew re min ji xwe re wekî histobarî dît, çend rêzikan li ser van berhemên hêja, ku bi Kurdiyeke asan û hezkirî hatine lêkirin, bo wan xwendevanan dbinivîsim, ewên van pirtûkên giranbiha neketine destên wan.


Van berhem evin:
-Çêrokên Serhedê (Gelêrî) – Cild I
-Çêrokên Serhedê (Gelêrî) – Cild II
-Çêrokên Lawiran
-Pêkenokên Melayê Meþhûr
-Mesele û metelokên kurdî

 

Her pênc pirtûk bi bergên sipî, pak û bi çapeke hêja ji aliyê Weþanên AR ve derketî ne û li ser her pênc pirtûkan, nivîsevanê me li ber navê xwe daniye (Berhevkar), ji ber ku wekî metnên van xebatan diyar dikin, evana ji zargotin û çanda kurdî ya gelêrî hatine girtin, xebateke dirêj û bi tewat tê de hatiye kirin û bi vê þêweyê pirtûkxaneya çanda me ya gelêrî maldartir dibe û wê pir hêja be, ku van berhem bi zimanin dî jî bên wergerandin û belavkirin, bi taybet ji bo nifþ û piþt û neviyên me li welatên derve, da ji çand û gelê xwe verê nebin.
Herdu cildên pirtûka Çêrokên Serhedê bi hev re nêzîkî 400 rûpel in, Mamoste yê rexnevan Heyder Omer bo herdu cildan pêþekiyeke bi sernavê (Zargotin çiye?) nivîsandiye, tê de li ser (Çêroka gelêrî di neynika felsefeya kurdî de) rawestiye û kak Fettah Tîmar jî bi xwe li ser giranbihabûna berhemên gelêrî û lêkirina wan sergotineke xwe nivîsandiye, mirov dikare van çêrokên balkêþ û rast wekî Thomas Boa berî niha pir ji zû ve li ser stranbêjiya gelêrî ya  bi çêrok û efsaneyan dagirtiye, gotiye: „Neynika rewanê neteweya Kurd in“ di bin jimara fermî (ISBN:978-605-4809-80-6) de û bi rêya nivîsevan jî bistîne.
Di cildê yekê de (43) û di cildê duwû de (18) çêrok hene, lê belê xwezî van çêrok giþ di yek pirtûkê de bana, wê baþtir ba. Bê guman mamoste Tîmar di berhevkirina van çêrokan de xudan kedeke mezin e, ji ber ku ew gelek li wan geriya ye, di rewþên nebaþ ên welatê me yê dagirkirî de. Ev kar ne asan e û pir dem jê re pêwîst e, nivîsevanê me yê naskirî, ku mirovekî bi tewat e û zana ye, ev xebata gelek giring bi serkeftin biriye serî.
Di Çêrokên Lawiran de (20) çêrokên xweþik û delal hene, di (134) rûpelan de hatine nivîsandin, ku xwe wekî nînika çandeke temendirêj a gelê Kurd ji bo zarokan didin xuyakirin. Van çêrokên lawiran di zarotiya me de û heta koçkirina dawî cîhekî bilind di avakirina me ya andeyî û nefsî de distînin, berhevkirina van çêrokan histobariya hemî nivîsevanên Kurd e, û kak Fettah Tîmar para xwe ji vî barî bi lêkirina vê pirtûkê teva kirî ye. Di vê berhevkirinê de, van çêrok hatine lêkirin: (Hevaltiya Þêr û rûvî, Bizin û sê karên wê, Hevaltiya Rûvî û gur, Çûk û kelem, Gayê sor û gayê bor, Pîrê û rûvî, Rûvî û Toz Beg, Silêman û bilbil, Þîreta kerê, Xortê sêwî û rûviyê kone, Rûvî û legleg, Qijikê belek û Silêman, Gur û bizina li ser kendêl, Peymana mar û rûvî, Merd û nemerd, Hevaltiya rûvî û nêrî, Rûvî û liba genim, Hirç û mêþa hingiv, Karxezal û kûsî, Rûvî û kew.) Em dibînin, ku (Rûvî) di çanda kurdî de sireke mezin dilîze û di vê pirtûkê de (10) çêrok li ser rûvî hene, lê diyar e Kurd bi fêlbaziya Rûvî tew nehatine hokar kirin, ewana wekî xwe sade û xav mane, ku gelên din ji xwe re herdem bi Kurdan dikenin û wan dixapînin, bi dav û kemendên xwe dixînin. Pêþgotina vê berhemê, mamoste Fettah Timar di serî de, li ser jiyana xwe piçekî nivîsandiye, ev jî giring e, da em bizanin van çêrok li çi navçeyên Kurdistanê hebûne an jî hîn hene, tevî ku neyarên gelê Kurd bizavêd xwe herdem kirine, da çanda me ya gelêrî, wekî ya nivîskî talan bikin û di Kurdistanê de berþê û winda bikin. Kak Yehya Silo jî ji pirtûkê re hinek wêneyên xweþik û delal bi perrikê xwe yê jêhatî amade kirine, lew re li ser jiyana wî jî piçekî hatiye lêkirin. Ji bo amadekirina vê pirtûkê û yên din jî hinek biraderan harîkarî kirine û navêd wan di rûpelê duwê de hatîne xuyakirin. Mirov dikare vê berhemê di bin jimare ya fermî de (ISBN: 978-605-4809-67-7) bixwaze an ji nivîsevan bigire.
Pêkenokên Melayê Meþhûr jî, yên ku kak Fettah Tîmar ji dev Kurdan bihîstine û xistine pirtûkekê, karekî ne piçûk e, ev jî xebateke hêja ye, wekî ez ne þaþ bim (100) pêkenok in, û tev jî yên li ser navê Melayê Meþhûr di nav gel de belav bûne û li her navçeyekê bi þêweyekê an bi xweþbihnekêe cuda tên gotin. Mamoste Heyder Omer ji pirtûkê re, ku ji (160) rûpelan e pêþekiyeke ciwan nivîsandiye û nivîsevan jî hem pêþgotinek û hem jî kurtjiyana xwe di piþt sergotina xwe de nivîsandiye, wilo mirov dizane ew kî ye, li çi deverên welêt jiya ye û geriya ye, guhên xwe dane ser çi çêrok û efsane û metelok û pêkenokan, û mirov dizane, ka van berhemên devkî ta niha di nav gelê me de mane, an ewana jî ji aliyê neyaran ve hatîne talankirin, da wan mîna parekê ji çanda xwe ya qels û ne navdar belav bikin, wekî çewa wan di demên paþ avakirina komara xwe ya nijadperest de, bi darê zorê û bi rêya cendirmeyan peyvên zimanê me ji dev cotkar û gundiyan dicivandin, da ferhenga xwe ya zimanî pê dagirin. Min pirtûkeke piçûk a profêsorekî Türk di pirtûkxaneya para rojhilatnasiyê ya zankoya Bonnê de, berî niha bi gelek salan dît, sernavê wê wilo ye (Zarava Kurmancî di zimanê Türkî de), bi mebesta ku zimanê kurdî pareke ji yê Türkan. Ji ber gelek egeran parastina çanda me ya gelêrî bûye histobariyeke neteweyî û kak Fettah Tîmar jî ev wilo dîtiye.
Pirtûka Pêkenokên Mela Meþhûr jî di bin va jimara fermî de tê dîtin: (ISBN: 978-605-4809-83-7), ûn hûn dikarin ji xudanê pirtûkê jî bixwazin. Pêkenok jî neynikeke delal a rewan ê gelê me ne, wekî gelên dî yên cîhanê pêkenokên xwe civandine, kak Fettah Tîmar ê jêhatî jî di vî warî de xebateke hêja li qelem daye.
Pirtûka pêncê, ku li ber destê min e, bi sernavê Mesele û Metelokên Kurdî ye û li ser zargotina Kurdan e, ev ji (280) rûpelan e, di bin jimara fermî (ISBN:978-605-4809-82-0) de tê dîtin, tê de bi sedan metelok û pendên kurdî ji aliyê kak Fettah Tîmar ve hatîne berhevkirin. Li gel pêþekiyeke mamoste Heyder Omer, sergotineke kak Fettah û kurtejiyana wî heye, û navêd pirtûkên wî, yên ta niha hatîne çapkirin. Ev xebat jî pirtûkxaneya çanda me ya gelêrî maldartir dike, û bêguman ew gelê çanda xwe ya kevnare diparize, ew zimanê xwe jî firehtir û xortir dike, ew bi dûrok û çanda xwe ve dizemire, kesek nikane wê çandê ji wî bidize. Mixabin, Kurdan di warê parastina berhemên xwe yên devkî de, û bi taybet bo civandina pend û metelokên xwe, ta niha xebateke piçûk kirî ne, û divê ev xebat bigude.
Kekê Fettah Tîmar, van xebatên te gaveke mezin in, di dema pêþ de, gava kiç û lawên Kurdan di zanîngehan de xwendinê li ser çanda xwe ya gelêrî bikin wê guzariyeke mezin bin ji wan re, û niha jî, wê bo her lêkolînerekî li ser can û rewanê gelê Kurd xebat dike, berhem in giring in û bingehîn in. Xwedê te û pênûsa te ji me re bihêle, te karekî pir baþ kiriye û em bi hîvî ne, tu vê bizavê hîn kûrtir û firehtir bikî, pêdiviya gelê me bi van berheman wê her hebe. Mala te ava…
Silavek ji dil
20.04.2019








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4974