PARTIYA AZADĪ PIŽTĪ DU SALAN JI BŪNŹ
Dīrok: ĒįĖįĒĖĒĮ 29 ćĒķę 2007
Mijar: gotar



  Abdullah Îmam *

  Serhildana  Avdara  sala 2004 ê  li Kurdistana  Sûriyê,  bû boneyek  ji bo ku tevgera kurd li Sûriyê  li  xwe vegere  û  fêrên vê serhildanê ji xwe re  bike  bingeh  ji  bo  nûkirina   vê tevgerê, çi di warê rêzanî de, çi di warê avakirina rêkxerawî de, û çi jî di warê xebata meydanî de..


   Ji vir de, du partiyên kurd li xwe vegeriyan, û birêvebirên herduyan li hev kombûn , û biryarek sitandin ku herdu partî (Partiya Çepê kurd, û Partia Hevgirtina gelêrî ya kurd) bibn yek, pižtî erêkirina herdu partiyan di kongirên wan yên gižtî de. Û ev yekbûna pêkhat di roja 21ê gulana sala 2005ê.
   Ez jî, wek endamekî di salariya partiyekê de ji wan herduyan, bextewerbûm ku min hilgirt avrûya beždariyê di damezrandina vê yekîtiyê de, û  pižtî ku bûm endamekî di salariya partiya nû de, ya ku nav lê bû: Partiya Azadî ya Kurd li Sûriyê, dibînim ji erk û mafê min e ku ez lêvegereke nirxandinî li partiya xwe bikim pižtî ku du sal ji temenê wê dibin di 21ê Gulana hîsal de.
   Di warê bernameya rêzanî de, Partiya Azadî li kêžeya kurd li sûriyê niherî û dît wek kêžeyek netewî ya gelekî (milletekî) ku li ser xaka xwe ye, û ev xaka ku hîroj bežek e ji stana Sûrî navê wê Kurdistan e.. û ji vê niherînê seretageh hatine danîn.
   Bernameya Partiya Azadî, bi ažkereyî, û bi wêrekî, dibîne ku milletê kurd li Sûriyê – wek her milletekî din li Cîhanê – ji mafê wî ye çareseriya xwe bi xwe bike.
  Ev bername, di nerîna min de dirust e, û hêja ye ku bibe bernameyê tevgera siyasî ya kurd li Sûriyê.
   Di warê avakirina rêkxerawî de, Partiya Azadî karibû rijêmek hindurî (yaseyek navxweyî) ji xwe re daniya, û tevî gellek têbîniyan di vî warî de, ez dikarim bibêjim ku ev yaseya navxweyî bi naveroka xwe ya gižtî dikare bibe bingehekî teyorî ji bo avakirina komîteyên rêkxistinê, û kêžandina bingehên têkeliyan di navbêna wan de û di navbêna endamên partiyê de bi gelemperî.
   Lê tižtê herî balkêž  di vî warî de ew e ku Partiya Azadî dikaribû di zikê salekê de kongirê xwe yê damezrandinî pêkbîne, û bername û yaseya navxweyî biçespîne, û bi hilbijartineke pak û zelal sekreterekî û komîteyeke siyasî jî di wî kongirê gižtî de bi nav bike. Û pižtî wê bi rojan, vê partiyê dikaribû konfiransên žaxan û kongirên deveran damezirîne û hemî komîteyên rêxistinê hilbijêre, ew hilbijartinên ku di piraniya rewžên xwe de pak û durist bûn.
   Ma di warê xebata meydanî de, û bi kurtî ez dikarim bibêjim ku Partiya Azadî li serhildana Avdarê niherî wek qezencekê û derbasbûneke mejûyî (dîrokî), û xwezt li ser vê encamê avabike. Û ji vir de AZADÎ destpêkir bi xwepêžandana pêncê cehzeranê (2005) pižtî 15 rojan ji bûnê, û ev çalakiya mezin bi hemî wateyên xwe, wek xaleke bell û berz  di rûpela xebata vê partiyê de cihê xwe girt. Ji bilî vê yekê jî AZADÎ ji çalakiyan û xebatê xwe bipažde nedaye, û yê ku xebata vê partiyê dižopîne dikare gellek mînak di vî warî de bihîne zimanî.
   Ji haliyekî din de, Partiya Azadî, û bi taybetî pižtî «Agahiya Dîmežq» ê, û heya roja hîroj, dixebite ji bo kombûna bizava siyasî ya kurd û lihevkirina rêxistinên siyasî yên kurd li ser niherîneke hevbež di warê çareserkirina kêžeya netewî ya kurd de li Sûriyê wek kêžeya milletekî ku li ser xaka xwe ye. Û evê xebata han, pižtî gellek pirsgirêkan, gihêjtiye encamine baž e, û hêvî ew e ku ev «niherîna hevbež» pižtî pêkwere, bibe bingehê damezrandina lêvegerekê ji bizava rêzanî ya kurd re li Kurdistana Sûriyê.
------------------------------

   baveroni@yahoo.com







Cihź ev nūēe jź hatiye: Welatź me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vź nūēeyź navnīžan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=497