WESTANDIM
Dîrok: ÇáÓÈÊ 06 ÃÈÑíá 2019
Mijar: Nûçe



Xizan Șîlan

arzûyên
li ber bayê felekê ketî
dara bextewariya biharên
pel weþandî
qêrîna gewriya bedenên
þewitî
û stûyê mezlûmên
bi kindira sêdarê ve
daliqandî


ez westandim
hovitiya
celadên serdeman
êþkenceya zîndanên rûreþ
xwîna wek çemên melûl
herikînî
û bêhna cendekên ji kolanan
difûre
ez westandim
cehaleta
zimandirêjên xwenenas
axa þaristaniya ku ji kezebê
dinale
sînga berbangên
êþ û keseran dikiþîne
û rondikên
di korta çavên dayikan de
cemidînî
ez westandim
zarokên li quncikên tenha
sêwî mayî
xeyalên saf û sefîl ku hatinî dizîn
endîþeyên dahatûya nediyar
û bêdengiya
Cîhana ker û kor
ez westandim
agirpêta
eþqa dilê sipîsar bûyî
qedera
kirasê xerîbiyê li bejna xwe
pêçayî
jana bêxewiya þevistanên payî
û tirsa ketî zikê tava heyvê
ez westandim
kul û kederên laþê demsalên
bêçare
hêviyên bask þikestî
keþtiya giyanê li nav pêlên har
asê mayî
hêrs û nefsa mirovên hesûd
û zilma çaxên genî
ez westandim
þîrheramên
li baxê hezkirinê kemîn vedanî
xençera di cîgerê wîjdanê re
çûyî xwarê
tenêtiya li nav qelebalixan
dengvedana ramanên kûr
giraniya barê tûrikê pirsên
nependî
û gera li pey bersivên
di mêjiyê min de diçeliqin
ez westandim

Xizan Șîlan
2018-09-22
Stockholm  







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4967