Newroz bi coþ li Gewîlanê hat Pîroz kirin
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 02 ÃÈÑíá 2019
Mijar: Nûçe



 Idrîs Hiso – Gewîlan

Doh êvarî li Gewîlan agirê Newrozê hat dadan û îro jî xelkê di nav sirûþta ciwan de kêf, þahî û sema gerandin.
bi amadebûna hejmarek mezin ji penaberên Rojavayî Kurdistan ku li Gampa Gewîlan niþtecîbûne û bi boneya Newroz û Sersala Kurdî agirê Newrozê hate dadan.
Merasîmê dadana agirê Newrozê ji aliyê rêxistan Partiya Demokrata Kurdistanê – Sûriyê (PDKS) a Gewîlan ve hate rêkxistin û birêve birin.


Hejmarek mezin ji xelkê kampê û berpirsên hikûmî û hizbî li ahinga dadana agirê Newrozê amadebûn û bi coþ û dil germî beþdarî vê merasîmê bûn.
Xetîreyên agir ji aliyê malbatên þehîdên pêþmerge hatin hilgirtin û xetîreya mezin ya agirê Newrozê pê hat dadan.
Endamê komîteya navendî ya PDKSê û berpirsê ofîsa rêxistina PDKSê li Hewlêr û Gundewarê Hewlêrê Serhan Hesen gotarek bi vê boneyê xwend û þêhîdên Newrozê li Hesekê ku di 20.03.2015 de di encama teqînek terorist de li qada Ebdulrehman Alûcî qewimî þehîdbibûn, bibîranî û tekez kir ku wê agirê Newrozê neyê vemirandin û wê berdewam be heta ku kurd û hemû pêkhateyên kurdistanê bighên mafên xwe di jiyanek azad û serfirazî de.
Ji aliyê xwe ve Endamê Komîteya Herêmî Mihemed Faris Silêman ku wek þahidhalê komkujiya Hesekê bû axifî û behsa kêlîkên pêþî ji bûyerê kir. Hewrwisa tekez kir ku, dijmin bi kiryarên kuþtina me bi teqînên terorist ve dê nikaribin vîn û xebata me ji bo azadiyê bide rawestandin, û got: “Gelê me ji mirinê jiyanek nû vedijîne, ev gel dê neyê tinekirin.”
Piþtre koma Pêþmergeyê Roj çend dîlanên filklorî pêþkêþkirin û sikêtþek þanoyî derbarê komkujiya Hesekê ya Newroza 2015an jî hate nemayiþkirin.
A dinî rojê xelkên kampê hemû berê xwe dan sirûþta ciwan û di nav keskatiya zeviyan de û di nav gulên rengereng de govend û þahiyên xwe gerandin, herwiha rêkxistina PDKSê li Gewîlanê bernameyekî taybet ji bo Newrozê amadekiribû, bername bi gotara PDKSê, xwendina helbestan, dîlanên filklorî û stranên gelerî ku hejmarek zarokan û xortan ew stran dagirtî bû.
Ahinga dadana agirê newrozê û roja Newrozê bi govendên bi coþ û bi germaya evîna keç û xortan bi dawî bû.
pêwîstî gotinê ye ku, cihê mixabiniyê hîna jî parastina jîngehê bi tenê bi gotin tê behskirin û nebûye çandek dinav gelê me de,çinku bêhtirên xelkê paþmayên xwe yên xwarin vexwarinê li pey xwe hiþtin û ew sirûþta ciwan gelekî pîskirin.
22.03.2019



 

 

 







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4965