Konê Reş; Çîroka Nivîskarekî û Hezkirina Kultura Kurdî
Dîrok: ÇáÓÈÊ 16 ãÇÑÓ 2019
Mijar: Nûçe




Pirtûk û Wêje
 
Zarotî: Hezkirina ziman û netewê:
  Di zarotiya xwe de, guman dikir ku herkes di cîhanê de weke wî Kurd e, zimanê dayika wî yê Kurdî zimanê cîhanê bitevahî ye. Di sala 1953`an de li gundê Doda jidayik bûye. Doda gundekî li ser sînorê di navbera Serxet û Binxetê de ye, ev dever di pêkanîna hişmendiya wî de roleke mezin heye, li Doda yekemîn car dengê leşkerên Tirkan bihiztiye û ji xwe pirsiye çima leşkerên me Kurdan jî tune ne?! Wisa (Selmanê Osmanê Evdo), yê ku bi navê (Konê Reş) hatiye naskirin, li ser zarotiya xwe li gundê (Doda) diaxife:


 "Li Doda qeraqolek û dibistaneke seretayî ji aliyê dewletê ve hatibû avakirin, wê dibistanê hişte ku ez zimanê erebî û cudahiya wî ji zimanê dayika xwe nas bikim, şûnde pirsa min di wî temenî de ev bû: Gelo çima dibistanên me tune ne, da em tê de fêrî zimanê xwe bibin û pê binivîsin..?!!" 
 


  Van pirsan dergeh ji gelek pirisên din re li pêş vedikir; ziman, hebûn, azadî û hwd.. Wisa hezkirina Konê Reş ji zimanê Kurdî re ava bû. Ev hezkirin roj bi roj mezintir dibû û girêdaneke bihêz bi doza Kurdî re çê kir. Dema didît ku çawa rêjîm derfetê dide her kesekî; Siryanî, Ermenî û Aşurî bi zimanê xwe fêr bibe, lê bitenê ew weke Kurd ji vî mafî bêpar bû..
Çanda mîna kelehek herifandî ye:
 "Min rewşenbîriya Kurdî wek keleheke herifandî ku hîn kevirê wê li derdora wê ne didît, lewma min nizanî bû ku ez çi binvîsînim? û çi ne nivîsînim? wisa dema ku min helbest dinvîsand ez hest dibûm  ku ez dîwarê wê kelehê lêdikim û dema ku min dîrok dinvîsand min hest dikir weke ku ez banê kelehê saz dikim û dema ku min lêkolîn dinvîsand min hest dikir weke ku ez dergeh li ber dixim û wisa di warê romanê de ez hest dibim weke ku ez zemîna wê serast dikim.." Bi van peyvan Konê Reş nêrîna xwe libarê hemû mijarên nivîsandinê yên ku di wan de xebat kiriye zelal dike.
Ciwanî û xwenaskirin:
  Di sala 1975`an de, têkiliyên wî bi seydayê Cegerxwîn re destpê kirin, her wisa dema ku diçû Şamê, xwe ji serdana Apo Osman qut nedikir. Girêdanên xwe bi gelek xemxurê miletê xwe re xurt dikirin, ligel ku hewil dida ku romanekê bi zimanê erebî li ser iziyeta pîrika xwe ya Ermenî binvisîne. Di wan salên xortaniyê de, wî çîroka gundiyê xwe Bavê Xelîl jibîr nedikir û kesera wî herdem li ber çave wî bû, Xelîl hevalê wî yê zarotiyê bû, çar salan di refê yekê de li dibistanê biser nediket û jiber vê yekê bûbû cihê qeşmeriya xelkên gund, lewra bavê xelîl rojekê bi ser xelkê gun de hilbû û gote wan: "Lawo! Ma Xelîlê min xar û kab bi zarokên we ve hiştine..? Ta hûn wilo qerfê xwe pê dikin..!De ka bila zimanê dibistanê bi Kurdî bûna, dê çawa Xelîlê min li pêşiya zarokên we bûna..".
  Ev yek ji çîrokên zarotiyê bûn yên ku hiştine girîngiya nivîsandin û fêrbûna bi zimanê Kurdî bibe xewin li ba Konê Reş û bi naskirina kesayetiyên mîna Cegerxwîn, Rewşen Bedirxan, Mela Hesenê Kurd, Osman Sebrî û têkiliyan bi kordolojnasê Kurd Celîlê Celîl re; Yê ku di sala 1982`an de, li pey danheva (Zargotina Kurdên Sûriyê), ji Yêrîvanê di Qamişlo re derket.. Konê Reş niha xwe dibîne yek ji şagirtên wî di daneheva gelepûrên Kurdî de. Herweha  Ordîxanê Celîl, Tosinê Reşîd, Eskerê Boyîk,  Eliyê Ebdlreham, Teymûr Miradof û yên ku ji Yêrîvanê qesta Qamişlo û mêvandariya Konê Reş dikirin, bandoreke xwe li ser destpêka nivîsandina wî ya bi Kurdî hebû, di rêya Eskerê Bûyûk re di rojnameya (Riya Taze) de nivîsand, a ku ji sala 1930 li nav Kurdên Ermenistanê ta roja îro tê weşandin. Ji bilî vê yekê, Konê Reş di 43 kovar û rojnameyên Kurdistanî de, li hindir û derveyê Kurdistanê nivîsandiye û mamosteyên xwe yên di warê nivîsandina di gotaran de, Mîr Celadet Bedirxan, Dr. Kamîran Bedirxan, Mûsa Anter û Kemal Bûrkay dibîne.
  Ji ber ku ew malbata Bedirxaniyan weke sembolekê di warê kordolojiyayê de bitevahî dibîne, Konê Reş çend pertûk li ser keda vê malbatê afirandine.. Sed mixabin: Konê Reş ê ku bi siyasetê qet mijûl nabe, bi dehan festîvalên rewşenbîriyê li Bakur û Başûrê Kurdistanê û li derve jî, beşdar bûye û gelek xelat bo berhemên xwe wergirtine, dibîne ku tevgera çanda Kurdî, li gorî derfetên ku aniha peyda dibine, qels û lawaz e: "Sed mixabin ta niha rojnameyek bi tîpên latînî ji zimanê Kurdî re li başûrî Kurdistanê tune ye û sed mixabin ku ta niha Kurdên Bakur negîhane wê pileya ku Mûsa Anter û Edîb Qerahan di salên 1950 gihiştibûne.. Bi tenê rojnameyeke wan bi navê (Azadiya Welat) heye.. Tevî ku Amed navenda zaravê Kurmancî ye û bêhtir ji 30 salî tevgereke siyasî û çandî li wê heye.."  Û berdewam dike: Mixabin rêxistinên me, giringiyê nadin zimanê kurdî.. Zimanê kurdî wek nasnameya hebûnê di nav gelên dinyayê de nabînin..! Qîmetê zimanê kurdî li cem wan nîn e. Mixabin yên ku siyasetê dikin, naxwînin.. Eger hinekî bi erebî an tirkî dixwînin jî, lê ew qet bi kurdî naxwînin..! Dema ku pêşengên civakê wiha bin, wê civak çawa be!".
Kîme Ez?:
  Temenê Konê Reş gihiştiye 66 salan, lê hêj bîraweriya wî mîna ya zarokekî ye, hêj ew geş e û hêj jî bi hezkirinekê dirahêjê pênûsê û bi nivîsandinê mijûl e. Rojaneya wî di navbera demjimêr 9 û 11`ê sibehê de li bajarê Qamişloyê, di çayxaneya (Şimûh) de, li ser maseyeke taybet cihê xwe li digire û wan herdû demjimêran bi xwendin û nivîsandinê derbas dike.. Ta niha bêhtir ji 20 berheman, di piraniya warên Kordolojiyayê de çap kirine, çi helbest, lêkolîn û rojnemegerî û çi jî wêje, dîrok û kelepûr û ji nû ve, xwe weke romannivîs, amedekariya weşana 2 romanan dike, (Li ser perava çemê Ceqceqê û Serxet û Bixetê), amade ne ji çapê re, herweha haziriya romana sêyemîn dike.. Wisa mirov wî dibîne ku herdem bi nivîsandinê mijûl e, herdem di tevgereke çandî de ye. Ji dema ku hevjîna wî di sala 1994`an de çûye ber dilovaniya Xwedê, mamoste jiyana xwe hemû daye xizmeta kultûr û zimanê Kurdî.. Piştî  bêhtirî 35 salan ji nivîsandina bi Kurdî, Konê Reş wisa xwe dide nasîn:
  "Ez Konê Reş im. konê ku stûnên wî, bi kuçên ji çiyayê Sîpanê Xelatê, Barzan û Agrî bilind dibe.. Çît û berçîtên wî bi zil û qamîşa derdora çemê Dicle û Feratê dibe dîwar û bi hevirmêşa Mûş û Bazîdê hatiye hûnandin.. Ben û şerîtên wî ji hiriya berxên Şikak û Heyderan, keriyên koçerên Milan û Mîran hatiye ristin.. Konê ku ji mûyê bizinên zozanê Botan, zozanê Şerfdînê û çiyayê Mazî hatiye çêkirin û bi rengê şevê hatiye debixdan, da ku di rojê de belû û diyar be û xweş bê xuyakirin; dunya û alem tev bibîne û bizanibe ku qet singên konê min ji nav xaka bav û kalan nayên hilkirin, nayên hilkirin, ez Konê Reş im, mirovekî Kurd im".
 
 (Ji rex Pirtûk û Wêje ve hatiye nivîsandin)








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4956