Siya giyan
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 05 ãÇÑÓ 2019
Mijar: Nûçe



Mehmûd Badilî

Piþtî nîvê þevê  bi hinekî
Ezê pesindariya tiþtekî ji we re birêsim
mêtîtiya wê, tuxmê xunavê ye
xweþiya wê, taweþiya bayê ye


bêhriya wê, tîna þewatê ye
ku her destê sibê
wek findekê di giyanê ewran de diçirise
û bi rojava  re
dadiwerive mista axê
Dibe ku ev tiþt gulek be
li ber pencereya we
Yan li ber deriyê Laleþê
siya giyanê min be.

Piþtî nîvê þevê bi hinekî
ezê tevdîrên helbestekê ji we re birêsim
ku her êvar xwe bi maç û meyê dinexþîne
kevokên deþtê li gorî yasayên xirecirê
ji paxila xwe difrîne
û bi kevalan re yên ku li dîwarên malê dardakirî diaxive
tilîyên xwe di ser sawa nexþeyên wan re dibe
bi hûrbînî valahiya ku ji newqa laþan ketiye dipelîne
Di vê kêlîka ku ew bi wêneyan mijûle
gewriya rojnameyê dilop dike
û katjimêr di riwê avê de diqîre.

Piþtî nîvê þevê bi hinekî
Ezê leylana wêneyekî
ku li kuçekî ji vê cîhanê lidarketibû
Ji we re veçirim
destin þeyda
di bêrîkên deryayê de wenda bûn
çavin hêvîdar
bi têlên sînoran ve rijiyan
û rê li sozê pêgavên wan mikurnehatin
Giyanin xweþik û westiya yî ji hilgirtina alafan
hêlînên xwe berdan û ji laþên xwe terqiyan
Gelek dest
Gelek çav
Gelek giyan
Hilm û henaseya buharê  bûn
Lê bûn siya giyanê vê helbestê.







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4944