Serkirdeyên PDK-Sê bi kurdî nanivîsin!
Dîrok: ÇáÃÍÏ 03 ÝÈÑÇíÑ 2019
Mijar: Nûçe



Idrîs Hiso

Berdewam ez rojnameya Kurdistan ku zimanhalê Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriyê (PDK-S)ê ye dixwînim, herwiha li gorî xwe beþdarî nivisandina mijarên wê dibim, di beþê Kurdî de.
Rojnameya Kurdistan-an go nîvmehnameya Kurdistan- her pazdeh rojan carekê hejmarek kaxezî belavdike û têde çalakî, helwêst û berhemên serkirde û endam û alîgirên rêbaz û siyaseta PDK-Sê û Encûmena Niþtimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS)têne weþandin.


Rojnameya Kurdistan bi du zimanan tê belavkirin, zimanê Kurdî û Zimanê Erebî, hejmara daneya erebî gihþtiye 600 û hejmara daneya kurdî gihþtiye141!
Navbera herdu hejmaran gelek e bi þêweyekî ku mirov jê matmayî dimîne, mane ev rojname ziman halêpartiyek kurdî û kurdistanî ye, vêja çawa bi erebî 600 carî hatiye weþandin û bi kurdî tenê 141 carî?!
Bi her halî tiþtê ku bala min kiþand li ser dirêjeya çend hejmaran ku yek ji serkirdeyên vê partiyê di beþê kurdî de nanivîsîne? Bi kêmanî di hejmarên hersê mehên dawî de, çinku hejmarên din him nayên bîra min him jî halê hazir min ew bi destnexistine.
Nebûna berhemên serkirdeyên PDK-Sê bi kurdî di rojnameya serekî û zimanhalê partiyê de li cem min pirsa çima afirand, Çima serkirdeyên PDK-Sê bi kurdî nanivîsînin?
Bi dehan serkirde, berpirs û –Qiyadî- li cem PDK-Sê hene aya çima bi kurdî nanivîsin? Ji mafê endamên partiyê ye ku ji van serkirdeyan vê pirsê bikin û ji mafê wan e ku bersivê jî bibhîzin.
Li gorî zaniyariyên li cem min û ji bo mafê kesî neyê xwarin, li ser tiliyên destekî tên jimartin serkirde û berpirsên ku bi kurdî ji bo Kurdistan nivîsîne ew jî bi rêjeyekî herî kêm, ji serkirdeyên ku bi kurdî nivîsîne mîna Ebdulrehamn Apo û hinin din.
Partiyên kurdî û kurdistanî ji bo parastina hebûna kurdan hatine damezirandin, mercê herî sereke ji bo parastina kurdan heta nivisandina vê gotarê hebûn û parastina zimanê kurdî ye, ji bo mafê ziman bi sedan xelkên me hatine girtin û ji bo bidestxistina mafê perweda bi zimanê dayikê bi dehan û bi sedan hatine zindanî kirin û îþkence û þehîd kirin.
Lê diyare qedir û qîmetê vê yekê li cem serkirdeyên PDK-Sê û partiyên din jî nîne ku serkirdeyên wan xwe mandî bikin û bi zimanê gelê xwe binivîsin?!
Lê heger nizanin bi zimanê kurdî binvîsin em wê demê li ber kêþeyek yasayî jî ne? ji ber yek ji mercên endambûnê di PDK-Sê de ku tu zanibî zimanê dê bixwînî û binivîsî, û bi min gerek ji bo serkirdeyan mercê hebûna berhemên bi kurdî hebe ne tenê tu zanibî çend tîp di zimanê kurdî de hene!.
Bi nerîtî biçûk wek mezinan dikin? Lê heger ew ê xwe dibîne mezin, serkirde û rêber û girîngiyê bi nivisandina bi zimanê dayikê nade, wê demê gazinde ji biçûkan nayê kirin.
Ji aliyekî din ve ti guhdan bi nivîserên beþê kurdî nayê dan heta gotina –SPAS- ji wan re nayê gotin.
Ez ji bo xwedanên pirojeya neteweyî dibêjim parastina berjewendî û hebûna neteweyekê pêþî bi parastina ziman pêktê, parastina ziman bi bikaranîna wî pêktê ne tenê bi çend gotinên qur û pûç. Heger dijmin ziman qedexe dike û hûn jî paþguh dikin û xwedî lê dernakevin vêja erk û karê we ma çi? Ez bihêvîme ku ez û xwênerê rûpelên kurdî bersivekê bibhîzin.
Rojnameya Kurdistan Hejmar 142 01.02.2019
Gewîlan 18.01.2019







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4930