Duayek bo ew sitemey le Duayekî pak kira
Dîrok: ÇáÃÍÏ 06 ãÇíæ 2007
Mijar: Helbest



Hêmin Reûf / Siwêsra

Xudaye
Berd birencêne
Ba beheþt berdî lênebê!!

Ne wek dîsan
Yasayek bo berdbarankirdinî eþq
Bixulqênî!!!!


Ba cehennem serî þor ka û
Pirdî Sîrat rêgayek bêt le perey
Gul

Katî Dua
Bo ew dunya
Beseryanda guzer deka

Ba beheþt xoy amadeka û
Le pîte rengînekanî xoþewîstî
Al û wala xoy bipoþê

Katê firîþteyek le eþq
Malî ebedî xoy lewê
Kelek deka
 
Ba firîþtekan
Pêrê bin
Le kake Mem û xatû Zîn
Le Ferhad û xatû þêrîn
Las û Xezal
Dêwane û þem
Yek be yekî palwane bê wênekanî
Dildarî
Sedekanî zemanî zû
Pêþwazî lem xanime ken
Katê balay pir le nûrî dem be Duayî
Xoy be xakî
Cawîdanî eþqa deka

Ey xudaye
Wa xoþewîstî defewtê û
þer le cêya ser derdênî
Êtir bo çî
Xol û berdî berdegay (Erþî
Ezîm)it
Beser serî ew geleda nabarênîþ

Wa piyaw debête dirinde û
Kîjoleyek nêçîrêkî nerm û niyan
Desa boçî çend ayetê
Be zimanî ew mîllete nefame
Danabezênîþ

Wa her eþqe û ser debrê
Heqîqete û le çal enrê
Lê leber çî
Pêxemberê
Bo em xelke bê wîjdane
Naxulqênîþ

Ey xudaye
Ba beheþt berdî tiya nebî!!!!
Ne wek Duayî mêþk bijaw
Le yadî þehîdbûnî da
Berdê hestî biroþênê û
Asewarî ew roje reþe mestî
Kat
Êtir hergîz bo ebedî
Pêkenîn û keyf û þadî
Le jiyanîda nemênê.
 

 






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=492