Rewşa Rojavayî Kurdistanê..
Dîrok: ÇáÃÍÏ 16 ÏíÓãÈÑ 2018
Mijar: Nûçe



Mehmûd Biro

Ez dixwazim rastiyekê bêjim, lê ev rastî dibê ku li canê herkesî xweş newê.
Ji destpêka şoreşa Sûrî, ya bê plana stratêcîk de, kurdan bi du nerînên vajî hevdû dan û standin ligel kirin. Yek bi Ruxandina rêcîmê re, û ya dinjî bi pêkanîna hin rêforman di Sûryê de. Mala kurd divirde lawazbû û  nikarîbû rêkeftinekê dinavava hevdû de pêkbînin.  dest têwerdanên  Kurdistanî ji alîyê zilhêzên siyasî û leşkerî Kurdistanî ve sedmê serekî bûn ku nikarîbûn rêkbikevin. Ev yekjî bû sedemê windabûna biryara siyasî li Rojavayî Kurdistanê dinava tevahiya tevgera siyasî de.


Diverde pêşbirkek milmilanî kete nav herdû alîyê mala kurd de.Hewlên serok Barzanî jibo lihevhatin û rêkeftinê sê caran hatin dan, li peymana Hewlêr 1 û 2 û peymana Duhok, lê mixabin hemû hatin binpêkirin jialiyê Tevdemê ve. Encumena niştimanî jî bisedemê fişara siyasî leşkerî ya Tevdemê nikarîbû programa xwe ya siyasî peyakê liser erdê.
Miletê hejar û perîşan bitenê ma likolanan. Neçarbû  kû berê xwe bidê sînoran, yanjî tevlî Karê Tevdemê bibê.
Bivî Rengî piraniya milet, rêber û kadroyên siyasî derketin  derveyî Rojavayî Kurdistanê.
Meydan hate valakirin. Hêdî hêdî herêma kurdî hate dagirtin ji Ereban kû ji herêmên din yê Sûryê tanîn Şûna kurdan.
Paskên leşkerî yên YPG û YPJ şerekî dijwar dijî hovên Daişê kirin, û herêma kurdî ji Daişê hat paqijkirin. Pîştî kû ev hêz bi arîkariya pêşmergên qereman serkeftinek dîrokî diKobanî de anîn.
Jiwir û bişûnda, kurd bûn siwarê hespê xelkê.  Êdî hin bihin çûn liderveyî herêma kurdî şerê xwe berdewamkirin.
Bi hezaran cangorî dan ji xort û  keçên kurd. Lê hezar carî mixabin didawî de cardin herêma kurdî berê wê kete tehlûkê de. Devera Çiyayê Kurmênc  hate dagîrkirin ji alîyê Tirkan ve. Rojavayî Ferat jî jidest xistin û niha Rojhilatî Ferat jî birêdeye ji destbixin. Çarenûsa Hisiça û qamişlo heta Derikê jî di metirsiyeke mezin deye ku Turkya dest deynê ser wek Devera Çiyayê Kurmênc.
Dijmin bûye wek gurê har liser kurdan . Heger kurd nebin yek, wê gur me hemiyan bixwê yek bi yek. Lewma jî
Pêwiste lihevhatinek niştimanî durist bibê dinava herdû alîyê tevgerê de, û hêzek leşkerî niştimanî yekgirtî bilez werê avakirin, û biryarek siyasî yekgirtî û çarenûsî li Qamişlo werê standin. Hingî zilhêzên dunyayê  wê birastî rajin doza  kurd û li çareseriyê bigerin. Heger em vê yekê nekin, doza kurd wê sed salî din paşkevê.







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4905