Narîn Omer
Helbestek ji zarokên kurdan û cîhanê re
Mezinên me yên rêzdar
me rêstine çend biryar
Guh bidine banga me
ewe firyad û hawar
Bese lalvav û gazin
em aþtiyê dixwazin
Bi aram û hedanîn
em bikaribin razin
Wekhevî daxwaz û doz
evînî peyman û soz
Hemî jîndarên cîhan
bibin dilpak û dilsoz
Bê þer û ceng û lêdan
bê girtîgîh û zindan
Aramxweþî riya me
Gerdûn bibe xweþ jiyan
Em zaroktiyê bijîn
ne mirin û ne kujîn
Divê em tev bixwînin
hilkêþin rayê dijîn