Bangek ji Konê Reþ
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 16 äæÝãÈÑ 2018
Mijar: Nûçe



Konê Reþ
 
  Ezbenî! Ji ber ku min li gor hêza xwe, baþ kar û xebat di ber kultura xwe ya kurdî de kiriye û dikim, ji mafê min e wek vê bangê ji xelkên xwe yê Rojava re bînim ziman:
Belê ezbenî! Ez nebawer im ku herêm wek herêma Cizîrê bi her sê deþtên xwe ve; Beriya Mêrdînê, Sinceqa Xelef Axa û Deþta Hesina bi zargotina kurdî ya devikî dewlimend heye. Dewlimendiya wê li akinciyên wê yên têvel vedigere. Ew akinciyên ku ji sedên salan ve li ser xaka wê jiyana xwe derbas dikin wek; Milan, Kîkan, Aþîtan, Hesinan, koçerên Mîran û yên mayî..


  Ji dor sed salî ve jî, gelek ji xelkên çiyayê Omeriya, deþta Biþêriyê û Xerza, Mehcirên Hesena û Heydera û hin ji xelkên Botan li wan zêde bûne. Wan jî, edebiyata xwe ya devikî, bi xwe re aniye û li zargotina wan zêde kiriye. Di encam de Rojava bûye gencîneyek zor dewlimend ji zargotina kurdî re.
  Wek ku diyar e, sal  bi sal kalemêr û pîrejinên me, yên ew zargotin di tûrikê wan de parastiye, bardikin.. Nifþê nû jî, di bibin bandora xwendina zimanê erebî û teknelojiya nû de dûrî edebiyata kurdî ya devikî (Zarotina Kurdî), dibin.. Ev zargotina ku li hezarê salan vedigere û bi saya wê zimanê me, dîroka me, hebûn û reseniya me têde kom dibe û kesayetiya mirovê kurd pê tê naskirin.. Roja îro, tiþtê ku jê maye bi wan kalemêr û pîrejinan re ye. Ew jî, wek ku min got, li ser rêka oxirê ne; roj bi roj ji nav me bardikin.. Di vê derbarê de nivîskarê Berazîlî Jorge Amado (1912-2001) gotiye: Her ku kalemêrekî me dimire, pirtûkxaneyeke me pê re tê þewitandin..
Eger ji niha û pênc salên hatî ve, em liqata wê edebiyatê ji tûrikên wan kalemêr û pîrejinan nekin, em ê poþman bibin û em þaþiyek mezin di derheqî culture xwe de dikin û dawî di kesayetiya xwe a Kurdî dikin de..
  Roja îro, tev derfetên danheva zargotina me erênî ne; tirsa berê nema ye, ziman serbest e, pereyên rêxistinan heye û xortên jîr û zane peyda dibin.
  Lê cihê daxê ye ku roja îro dor 30 rêxistin û saziyên siyasî, 15 komeleyên jinan, 5 yekîtî û hevbendên nivîskaran li Rojava û Qamiþlo hene, yekê ji wan di warê praktîk de danhev û komkirina zargotina me ji xwe re nekiriye kar û bar..! Tev di diyaloga ku, hêk ji mirþîkê ye an mirîþk ji hêkê ye, serî li hev gêj dikin..! Û xala herî giring ji hebûna me re, di ser guhan re tê avêtin..
  Wek bang, bi hêvî me berpirsyarên me serwextî vê yekê bin û di kurtirîn dem de li ser bisekinin. Dem rehmê nake.. Û da ku nifþê ayinde gazinan ji me nekin. Ezbenî! Va min ya xwe got..

Konê Reþ/ Qamiþlo, 15.11.2018








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4890