KESERŹN LAL
Dīrok: ĒįÓČŹ 10 äęŻćČŃ 2018
Mijar: Nūēe



Xizan Șîlan

ez
êža birînên qalik girtî
bi keservedanên xeniqî
vedibêjim
qêrînên serhildêr
di hinavên min de hatine
vežartin


težqeleyên demên fesad
bi pêjna dilê perpitî
dižopînim
bi çavên kor dibînim
bi guhên ker dibihîzim
bi pênûsa westiyayî
dinivisînim
û bi zimanê lalûte
žirove dikim
ji ber feryada dayikên Șengalê
parsûya asîman qeližî
can žewitîn
mal wêran bûn
bedenên mesûm
di gola xwînê de gevizîn
hestiyê pižta xeyalên žêrîn
žikestin
stêrkên ževên sayî xeyîdîn
sînorên axa welatê rojê rondik
barandin
ji dara hesretê pel bi pel
temen diweže
li ser lêvên evîndaran
xunava ramûsanan
cemidî
bêdengî
di bin siya tenêmanê de
dinale
helbest xwîn vediriže
karxezalan cîhwarên xwe
terikandin
giyan
li nav tirsa hestên xerîb
vediciniqe
dîwarê sebira salên dilgež
hilwežiya
ji eniya qederê
kul û kederên bêderman
dipalin
ez bûm penaberê çolbeyarên
bi mij û dûman
li berbangan
dengê wîçewîça çûkên žên û ženg
hatin birîn
wateya peyvan
di gewriya ferhengan de
fetisî
qedir û qîmet
li ber toza dêleguran
berba bûn
tîreke bi jan
ket movikên stûyê silavên germ   
mirineke bêbext û bêwext
rayên qirika min
diguviže
Yezdanên dilovan
di hêrsa xwe de serî hildan
ez ê
li rojeke bêhnteng
mîna volkanan biteqim
û çirûskên pêta agir bipijiqînim


Xizan Șîlan
2018-10-22
Stockholm







Cihź ev nūēe jź hatiye: Welatź me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vź nūēeyź navnīžan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4886