Divê ez ji niştman destûrê bixwazim
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 18 ÓÈÊãÈÑ 2018
Mijar: Nûçe



Nîzar Qebbanî
Wergerandin ji Erebî: Cankurd

Nîzar Qebbanî (1923 Şam – 1999 London)
[Sala 1944 li Şamê zagon xwendiye û ketiye nav karê diplomasî, û bi wê rêkê li gelek welat û bajaran geriyaye, cîhan naskiriye. Di Bihara 1944ê da dev ji karê diplomasî berdaye û li Beyrûtê (Libnanê) belavxaneyek li ser navê sala 1966ê vekiriye û xwe ji helbestê re vala kiriye. Pirtûka wî ya hozanvaniyê ya serekîn “Esmerê bo min got” sala 1944ê derket. Pişt re (40) pirtûkên wî yên din hatine belavkirinê. Şikestina Ereban û reva wan a mezin di cenga Hizêranê da sala 1967ê Nîzar Qebbanî ji hozanvanekî evînê kir hozanvanekî berxwedan û roşenbîriya netewî û serîneçemandinê li ber serakên Ereban. (Hewamêş eela defter Elnekse” sala 1967ê bû egera ku ew ji rast û çepê ve hatiye rexnekirin û neyartiya deselatdariyên Ereb bi wî re mezintir bûye. Di 30.04.1999 da Nîzar Qebbanî wek mezintirîn hozanvanê evînê li ba Ereban di sedala çûyî da bar kiriye diyarê dilovaniya Xwedê. ][ Li hin ciyan sala mirina wî 1998 hatiye nivisandin]


Lê dosta minê
Di van rojan da, lê dosta minê...
Ji berîkên me panpelîskeke havînî, ku bi navê niştiman e, derdikeve.
Ji lêvên me pêçekeke Şamî, ku bi navê niştiman e, derdikeve.
Ji kurtikên me derdikevin
Koçkên azanê...Bilbil..Cobar..Qurnefîl, Boyîk...
Çûkeke avî, bi navê niştiman e.
Ez dixwazim te bibînim, lê xanima minê
Lê ez ditirsim xişûşa niştiman birîndar bikim.
Ez dixwazim bang li te bikim  
Lê ez ditirsim, ku pencereyên niştiman min bibihîsin.
Ez dixwazim hezkirinê li gor rêgaha xwe bikim
Lê ez ji gewciya (ehmeqiya) xwe şerm dikim
Li ber şîniyên niştiman.

○○○○

Hezkirineke…bê sînor

-1-
Lê xanima min:
Tu giringtirîn jin bû di dûroka min da
Berî koçkirina salê.
Tu niha...giringtirîn jinî
Piştî bûyîna vê salê...
Tu jineka ku ez bi kat û rojan najimêrim.
Tu jineka ku ji mêweya helbestê hatîye çêkirin.
û ji zêrê xewnan…
Tu jineka ku di govdê min da rûniştî bû
Berî bi milyonan sal…

-2-
Lê xanima min:
A ji pembî û ewiran hatiye rêstin
Lê baranên ji yaqûtê
Lê çemên ji Nehawendê...
Lê daristanên ji mermerê...
Ewa wek masiyan di ava dil da avjeniyê dike...
û di çavan da wek refeke qumrî dadinişe...
Wê tiştek di xûngermiya min da neyê guhartin...
Di hîsên min da...
      di baweriya min da...
Ez ê her li ser ola Islamê bimînim...

-3-
Lê xanima min:
Guh nede lêdanka demê û
            navên salan...
Tu jinî, dimînî jin, di her deman da.
Ezê ji te hezbikim...
Gava ketina nav sedsala bîst û yekê..
û gava ketina nav sedala bîst û pêncê...
                  û gava ketina nav sedala bîst û nehê...
û ez ê ji te hez bikim...gava avêd zireyê zuwa dibin...
                                                     û daristan disotin...

-4-
Lê xanima min:
Tu kurtiya teviya helbestê yî…
û gula giş azadiyanî
Bese ku ez tîpên navê te yek û yek lêvbikim...
Ta ez bibim şahê helbestê...
û Fîre’wnê bêjeyan...
Bese ku jineka wek te dildariya min bike...
Ta ez di pirtûkên dûrokê kevim...
û bo min ala bên hildan...

-5-
Lê xanima min:
Ne pirpite wek firindekî di demên cejnan da
Wê tiştek ji min neyê guhartin...
Wê raneweste çemê evînê ji herikînê…
Wê raneweste tirkiniya dil ji lêdanê
Wê raneweste kewê helbestê ji firînê...
Gava hezkirin mezin be...
û dildar heyvek be…
Ev hezkirin naye guhartin
Ku bibe hembêzek pûşê agir vêketî…

-6-
Lê xanima min:
Tiştek çaved min tijî nake
Ne çire…
û ne xeml
û ne jî zengilên cejnê...
û ne jî dara zayînê…
Bo min kolan bê wate ye.
Bo min meyxane bê wate ye.
Ne xema min e
Çi peyv li ser kertên cejnan tên nivisandin.

-7-
Lê xanima min:
Ji dengê te pê ve tiştek naye bîra min
Gava çangên cejnan lêdidin.
Ji bînweşîna te bêtir tiştek naye bîra min
Gava ez li ser pelên geyan radizim.
Ji dêmê te pê ve tiştek naye bîra min
Gava berf bi ser cilên min da dibare…
                      û ez qijqija hêzingan dibihîsim...

-8-
Tiştê min dilşad dike, lê xanima min
Ewe, ku ez wek çivîkê bi tirs
Xwe di nav baxên bijangan da comdikim…

-9-
Tiştê min çavrohn dike, lê xanima min
Ewe, ku pênivîsekî ji pênivîsên h’ibrê (reşavê) diyarî min bikî…
Ez hembêz bikim… û wek zarokan xweşiyar rakevim…

-10-
Lê xanima min:
Çiqas ez di nebedgeha xwe da xweşiyarim
Ez ava helbestê diparzinînim…
                    û ez ji meya evdalan vedixum
Ez çi bi hêzim... gava ez dost bim
Bo azadiyê... û bo mirov…

-11-
Lê xanima min:
Çendîn ez omêdwar bûm,
Min di serdema rohnîdariyê (1) da ji te hezbikira
û di serdema wênekêşiyê da….
û di serdema piyonîran (pêşmêran) da
Çiqas min omêd hebû,
Ez rojekê rastî te bihatima
Li Floransa.
An Qurtube.
An li Kofe.
An li Heleb.
An jî li malekê ji taxên Şamê…

-12-
Lê xanima min:
Çiqas min dil hebû,
Em bi hev re biçûna
Ber bi welatin ku gîtar deselatdariyê li wir dike.
Ku hezkirin bê surh e,
    û peyv bê surhin û xewn bê surhin.

-13-
Lê xanima min:
Xwe bi paşerojê ve gêro meke, lê xanima min
Wê dilbîriya min her ji berê bi hêztir be
    û ji berê xorttir be...
Tu jineka ku dubare nabe... di dûroka gulan da…
    û di dûroka helbestê da...
    û di bîrana zenbeq û rîhanan da...

-14-
Lê xanima cîhanê:
Di rojên pêş me da
Ji hezkirina te pê ve
Tiştek min gêro nake.
Tu afreta min a yekemî.
Dayika min a yekemî.
Tu danga (2) min a yekemî.
Pêmijûliya min a yekemî.
Xweziya li ganketina (3) min a yekemî.
Tûka rizgarkirina min î di dema lehiyê da...

-15-
lê xanima min:
lê xanima yekem a helbestê.
Ka destê xwe yê rastê bîne,
Ez xwe tê da veşêrim..
Ka destê xwe yê çepê bîne..
Ku ez tê da cîhwar bibim..
Tenê pevekek evînê bo min bibêje
Da cejin dest pêbikin.

London, 01.01.1995
-------------------------------------------------
(1)    Dema Tenwîr û hilgaftina zanînê li Europa
(2)    Dang: Rehimê jinan, ku zarok tê da pêda dibin
(3)    Ganxwezî: Sozanî, bi Erebî (Şebeq), dil li gankirinê be.


---------------------------


Kengê mirina Ereban aşkere dikin!

Nîzar Qebbanî
Wergerandin ji Erebî: Cankurd

Nîzar Qebbanî (1923 Şam – 1999 London)
[Sala 1944 li Şamê zagon xwendiye û ketiye nav karê diplomasî, û bi wê rêkê li gelek welat û bajaran geriyaye, cîhan naskiriye. Di Bihara 1944ê da dev ji karê diplomasî berdaye û li Beyrûtê (Libnanê) belavxaneyek li ser navê sala 1966ê vekiriye û xwe ji helbestê re vala kiriye. Pirtûka wî ya hozanvaniyê ya serekîn “Esmerê bo min got” sala 1944ê derket. Pişt re (40) pirtûkên wî yên din hatine belavkirinê. Şikestina Ereban û reva wan a mezin di cenga Hizêranê da sala 1967ê Nîzar Qebbanî ji hozanvanekî evînê kir hozanvanekî berxwedan û roşenbîriya netewî û serîneçemandinê li ber serakên Ereban. (Hewamêş eela defter Elnekse” sala 1967ê bû egera ku ew ji rast û çepê ve hatiye rexnekirin û neyartiya deselatdariyên Ereb bi wî re mezintir bûye. Di 30.04.1999 da Nîzar Qebbanî wek mezintirîn hozanvanê evînê li ba Ereban di sedala çûyî da bar kiriye diyarê dilovaniya Xwedê. ][ Li hin ciyan sala mirina wî 1998 hatiye nivisandin]

    -1-
Ez bizavê ji zarotiyê de dikim,
Bo wênekirina welatina
Wan -bi xwaze- (1) bi Welatên Ereban navdikin
Li min diborîne heger min cama heyvê şikand…
û supasiya min dike heger min helbestek evînê nivîsand
û rê dide min heger min evîndarî kir
Wek hemî çivîkên li ser daran…
Ez bizava wênekirina welatina dikim
Ewan min hodikin, ku ez her li gor evînê bim,
ku ez di bin te da, di havînê da, kurkê hezkirina xwe rêxînîm,
û ez cilê te biguvişim dema baran dibare…

    -2-

Ez bizavê dikim bo resimkirina welatina…
Bo wan parlemanek ji yasemînê hebe
û gelekî [netewek] tenik ji yasemînê hebe.
Qumriyêd wê li ser seriyê min razin
û koçkên azana wan di çavêd min da bigirîn..
Ez bizavê dikim welatina binexşînim,
ku bibin dostên helbesta min
û nakeve di navbera min û gumanên min da
û tê da leşker di ser eniya min ra nagerin.
Ez bizavê dikim welatina binexşînim…
Gava min hozaneke helbestê nivisand ew min xilat bike
û min bibexşîne, gava çemê dînbûna min bi lehî be.

    -3-

Ez bizava wênekirina bajarekî hezkirinê dikim…
ku ji hemî girêkan azadkirî be…
ku tê da mêbûnê serjê nakin…
û govdeyî binpê nakin…

    -4-

Min bi başûr ve... Bi bakur ve koçkir...û bê hode...
Çiku bo qehweya hemî çayxanan, yek tamzarî hebû...
û bo hemî jinan – gava xwe tazî dikin
yek bihin hebû…
û giş mêrên êlê xwarinê nacûn
û jinan di yek kitekê da dadiqurtînin.


    -5-

Ez ji destpêkan de bizavê dikim,
ku ez wek kesekî nebim…
Min peyvîna qutîkî [girtî] herdem nepejirand
Min perestiya her pûtekî nepejirand..

    -6-

Ez bizavê dikim,
Ez hemî metnên, min li xwe kirîne, bisotînim.
Çiku hinek helbest gor in,
                   û hinek ziman kefen in.
û min soz da mêjina tev paşîn…
Lê ez paş derbasbûna demê hatim…

    -7-

Ez bizavê dikim, xwe ji bêjeyên xwe bişûm.
û ji nifirîna „Mubteda û xeber“ (2)…
û ez toza xwe jî daweşînim
û ez rûyê xwe bi ava baranê bişûm.

Ez bizavê dikim dev ji deselatiya qûmê berdim...
Bi xatirê we Qureyş (3)
Bi xatirê we Kuleyb…
Bi xatirê we Mudder…

    -8-

Ez bizavê dikim welatina binexşînim
Wan –bi xwaze- bi welatên Ereban navdikin
Têda razanga min ciyê xwe girtiye
û seriyê min tê de cî girtiye
Da ez cudahiya di navbera welatan û keştiyan de binasim
Lê belê wan qutîka resmkirinê ji min birin
û rê nedan min ez rûyê niştiman binexşînim.

-9-

Ez bizavê ji zarotiyê da dikim,
ku valahiyekê [asîmanekî] ji yasemînê vekim
û min yekemîn hotêla evînê avakir…
Di dûroka giş Ereban da…
ku xweşhatina dildaran bike…
û min hemî cengên berê ji ortê rakirin...
Di navbera mêran...û di navbera jinan da...
                                    û di navbera qumriyan da...
                                                û ên ku qumriyan serjê dikin…
û di navbera ruxamê [kevirê sipî] û ewên,
ku sipehiya ruxamê birîn dikin…
Lê belê wan...hotêla min girtin…
û gotin, ku evîn ne layîqê kevnewariya Ereban e…
û paqijiya Ereban e...
û kelepûra Ereban e…
Heylo çi ecêb e!

-10-

Ez  bizavê dikim dîmenê niştiman bipêjinim?
Ez ser ji nû ve ciyê xwe di danga [rehmê] dayika xwe da bistînim
û ez tersî ava demê avjenînê bikim…
û ez hejîrina, behîvina û hêrûkina bidizim,
û ez wekî çivîkan li pey keştiyan bibezim.
Ez bizavê dikim, ku bihişta Eden bipêjinim
û ez ê çawa îcazeya xwe di nav çemên Eqîqê da derbas bikim…
û di nav çemên mêst da...
û gava ez hişyar bûm…
Min gevşbûna xewna xwe naskir.

    -11-

Ez bizavê bi helbestê dikim,
Ewê ku çare lê nabe bi destxînim…
û ez [darên] xurmê biçînim…
Lê hema li welatê min, porê xurmê kurr dikin…
Ez bizavê dikim,
ku hîrehîra hespan bilindtir bibe
Lê xelkê bajêr hîrehîrê kêmbiha dibînin!! 

-12-

Ez bizavê dikim -xanima min- ez ji te hezbikim…
Derveyî hemî serohatan…
û derveyî hemî metnan…
û derveyî hemî rêbaz û sazendiyan
Ez bizavê dikim -xanima min- ez ji te hez bikim…
Di her nebedgehekê da,
ku tu çûyîyê...
-Da ez pê bihoşim-
Gava ez reojekê te hembêz bikim sîngê xwe,
ku ez axa niştiman hembêz dikim…

-13-

Ez bizavê dikim,
Hîn ez î zaro bûm,
    ku ez her pirtûkekê bixwênim,
        li ser pêxemberên Ereban.
û li ser hişmendên Ereban...
                û li ser hozanvanên Ereban…
Lê min ji çameyan [helbestina] pê ve ne dît,
ku lingê xelîfeyî dialêsin,
Bo misteke birinc…û pêncî Dirheman(3)…
Heylo çi ecêb e!
        û min ji wan êlan pê ve nedît,
ku goştê jinan û xurman ji hev cihê nakine...
Heylo çi ecêb e!
   û min ji wan rojnameyan pê ve nedît,
ku cilên xwe yên binî ji xwe dikin,
    bo her serokekî ji nehanê ve tê...
û bo her serhêzekî, ku di ser laşê gel ra dibore…
û bo her fayîzxurekî,
ku di pençên xwe da zêr dide ser hev…
Heylo çi ecêb e!!

-14-

Ez ji pêncî salî ve
Rewşa Ereban berçav dikim.
û ewan dixumxumin û baranê nadin
û ewan dikevin cengan û jê dernakevin…
û ewan çermên belaxetê (5) dicûn
               û di zikên xwe da nahêrin…

-15-

Ez ji pêncî salî ve bizavê dikim
Welatina biresmînim,
ku – bi xwaze- bi welatên Ereban navdikin.
Min carina bi rengê rehan resimand
û carina min bi rengê xeydê resimand.
û gava wênekirin çû serî,
Min ji xwe pirsî:
Heger rojekê mirina Ereban aşkere bikin..
Wê wan di kijan goristanê da veşêrin?
û kî yê bi ser wan da bigirî?
û bo wan dot [keç] nînin…
û bo wan kur nînin…
û ne jî şînî li wir heye
û ne jî kesekî şîniyê bike heye!!


-16-

Ez bizavê dikim
Ji dema min dest bi nivisandina helbestê xwe kiriye
Ez maweya di navbera min û bavpîrên xwe yê Ereb da bipîvim.
Min leşkerin dîtin…û ne ti leşker bûn...
Min fetih [serketin] dîtin...û ne ti fetih bûn.
û ez bi hemî cengan ra gêro [mijûl] bûm, li ser şaşka televîsyonê…
û serketineke ji Xwedê da ji me ra tê.,.li ser şaşka televîsyonê…

-17-

Hey niştê min: Tu kirin zincîrkeke tirsandinê
Em li êvarî bi bûyerên wê ra mijûl dibin
Pa em ê te çawa bibînin,
Heger kehrebe [cereyan] birrîn?

-18-
Ez…Paş pêncî salan
Bizavê dikim, ewê min dîtî tomar bikim…
Min gelin dîtin,
Ji wana ye, Ku merivên Mebahês [polîsên sivîl] fermaneke ji Xwedê ne…
Wek serêşê…û wek sermê…
           û wek birîna reş [cuzamê]…û wek gurrîyê…
Min dît, ku Erebîtî li bazara pertalên kevnare hatiye raxistin…
Lê min…Ereb ne dîtin!...

(1)    Bi xwaze : Bi mecazî
(2)    Mubteda û Xeber ji rêzimanên erebî ne [Mebesta wî giraniyên ji aliyê zimanzanan ve , ku li ber niviskar tên dayîn]
(3)    Qureyş, Kuleyb û Muder êlên Ereban ên di dûrokê da bi nav û deng in.
(4)    Dirhem wek pareyên yûnanî Diraxma yên berî derketina Euro.
(5)    Belaxet û Fesahet: hêzdariya zimanî ne..Li ba Ereban peyivîn her bi hêz e.







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4865