Çîroka Nivîsandina Min Bi Zimanê Kurdî
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 12 ÓÈÊãÈÑ 2018
Mijar: Nûçe



Konê Reþ

  Li gor min, nivîsandin mereqe. Di destpêkê de divê mirovê nivîskar serwext û zana be, bê zanîbûn nabe.. Wek ku hûn tev dizanin pirtûkxaneya Kurdî di destpêka avakirina xwe de ye, anku feqîr û lawaz e. Serwextî û zanîbûna me, ji zimanên din, wek Erebî, Farisî û Tirkî, kom bûye..
  Sebaretî min, min di bin bandor û þêraniya zimanê dayika xwe de hez zimanê xwe kiriye û pê dinivîsînim.. Min serwextî, agahî û zanîbûna xwe ji xwendina bi zimanê erebî û kultura devikî ya bi zimanê bav û kalan kom kiriye..


Tevî qedexebûna zimanê kurdî, qedexebûna pirtûkên bi zimanê Kurdî û qedexebûna pirtûkên bi zimanê erebî li dor kêþeya gelê min, min hewil daye û bi kurdî nivîsandiye.. Pêre, min bi erebî jî nivîsandiye.. Bûguman, bandor Cegerxwîn, Osman Sebrî, Dr. Nûreddîn Zaza, Qedrî Can û di serê tevan de mamostayên wan Mîr Celadet û Dr. Kamîran Bedirxan zor mezin e di vî warî de.
  Bi gotinek din nivîskarî û zimanhezî wek werîsê ji du benan hunandî be, yek bêyî yê din nabe.. Di her pîþ û sazî de destpêk bi hezkirinê ye û hezkirina durist û aktîv mêraniye.. Sebaretî nivîsandina min û hezkirina min ji zimanê Kurdî re, dikarim bibêjim ku li gundê min (Doda) vedigere, ev gundê sînorî ku li ser sînorê Sûriyê û Tirkiyê dikeve, kesî jê ne bi zimanê Erebî û ne bi zimanê Tirkî zanîbû..  Bi demê re em di nav agirê van her du zimanan de dihat þewitandin.. Wiha di nav wê trajîdiya zimanî de mezin bûm, min xwend û bi giyanekî Kurdperwerî hatim xwedî kirin.. Di sala 1973`an de min dîwana Cegerxwîn (Kîme Ez!), peyda kir û çend carekî bi Cegerxwîn re rûniþtim, hingê min jî wek tevayî nifþê xwe, hin caran bi zimanê erebî dinivîsand.. Lê piþtî ku min Cegerxwîn dît û min jê pirsî Seyda! Tu bi zimanê erebî bêtir kare his û hestê xwe derîne an bi zimanê kurdî..? Beþiþî û li min vegerand: Bi Kurdî.. Ji wê hingê ve nivîsandina bi zimanê kurdî niqutî dilê min.. Di sala 1977`an de dema ku ez ji bo xwendinê çûbûm Almaniya Rojava, li wir biþahî çav rojnameya (Roja Welat) ketim, bi Kurdî û Tirkî bû.. Piþtî vegera min di sala 1978`an de, min dest bi nivîsandina Kurdî kir, belê di pileyek biçûk de bû. Bi hatina ronakbîrên Kurd re ji Sovyêta berê wek: Celîlê Celîl, Ordîxanê Celîl, Eskerê Boyîk, Eliyê Evdilrehman Tosinê Reþîd þêraniya zimanê Kurdî û danheva zargotina kurdî bêtir bi min re mezin bûn. Wê hingê, di rêka mamoste Eskerê Boyîk re çend carekî helbestên min di rojnameya (Riya Teze) de belav bûn..
 Di salên 1980`î de hin caran berhemên min di kovara (Pêþeng) de belav dibûn, ewa ku partiya rehmetî Samî Ebdulrehman li Sûriyê diweþand.. Belê di sala 1988`an de min bi rengekî aktîv bi kurdî nivîsand û di Newroza 1989`an de min û hevalê xwe Abdulbaqî Huseyinî kovara (Gurzek Gul), bi Kurdiya Latînî weþand.
  Ji bo wan kesên ku bi zimanê Cizîrî, Xanî û mîr Bedirxanê Botî diaxifin dibivîsînim, ji bo xelkên Qamiþlo û Amûdê, Amedê û Sêrtê, Zaxo û Duhokê, Ormiya û Mehabadê dinivîsim, ji bo wan lehengên ku xwîna xwe di ber azadiya welat de rijandine, da ku careke din berfa li ser çiyayê Agirî, Cûdî, Barzan û Pîremegrûn, bi xwînê sor nebe, dinivîsînim.. Da ku keç û xortên vî welatê birîndar bi aþtî û aramî, her yek ji wan li ser Memê xwe, Siyabendê xwe, li ser Zîna xwe, Xeca xwe stranan bibêjin û Edûla Temir Paþayê Millî, bê tirs li ser Derwêþê Evdî binihirîne...
 Erê, ez ji bo gul, kulîlk û nêrgizên Kurdistanê re dinivîsînim, ewên ku ji zimanê dayka min fam dikin, ewên ku, ez û wan bi yek þûrî dikevin û bi yek þûrî radibin, ewên ku ne ji wan be, ez tune me û hebûna xwe di hebûna wan de dibînim, ez ji bo wan dinivîsînim.
 Konê Reþ, Qamiþlo







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4862