Pîroznameye Seydayê Cegerxwîn ji Mîr Dr. Kamîran Bedirxan re
Dîrok: ÇáÎãíÓ 30 ÃÛÓØÓ 2018
Mijar: Nûçe



  Ji ber giringiya gotinên seydayê Cegerxwîn, bi min xweþ e ku vê pîroznameya wî, ya berî 75 salan ku bi helkeftina weþana rojnameya Roja Nû ji Mîr Dr. Kamîran Bedirxan re þandiye, ji we re raxînim ber çavan, fermo bixwînin:
Konê Reþ
  "Mîrê mezinê mêran, xortê xurt zanayê Kurd Dr. Kamîran Alî Bedir-Xan! Hevalo! Di van rojan de Roja Nû, weke rojeke geþ, tav û tîrêjên wê dane dîwarê me jî yê xortan. Çirûsk û ronahiya wê, leylana paþketin û bêhêviyê, ji ser dilê ciwanên kurdan hildane. Kela jiyana welêt ji kela mirinê gîhande delavê serbestiyê.


Bûka xweþxwan û nivîsaran xemiland bi qumaþê evîn û zanistiyê. Pira nejadperestî bi topên baweriyê daweziran û di tangê dilxwþiyê de afirand. Ji wî riya wa a dûr bi hezaran kîlomêtir þose kir û derê bajarê armanca me, li me vekir. Xwedê te û roja te bi rûkî spî û jineke dirêj ji kurdan re bihêle. Ji ber xortan ve, roja te pîroz be".
CEGERXWÎN
  Di rojnameya Roja Nû, hejmara: 10an, 5`ê tîrmeha 1943`an de belav bûye.







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4856