Ji Evîna Rojên Kevin: Zimanê Çûka
Dîrok: ÇáÎãíÓ 26 íæáíæ 2018
Mijar:



Konê Reþ

  Di zaroktiya min de, hin caran xortên gund yên ji me mezintir bi zimanekî bi hev re xeber didan, da ku em zarokan ji wan fam nekin. Me ji wan fam nedikir. Hin caran jî dema ku du zilam li ber dîwarekî bi hev re, li dor problemeke taybet diaxifîn û zarokek ji me biçûya kêleka wan, wan zilaman axaftina xwe bi Zimanê Çûkan diguhert, da ku ji wan fam neke.. Ji wî zimanî re digotin; Zimanê Çûka. Bi demê re, ez jî di nav zarokên nifþê xwe de fêrî axafina wî zimanî bûm û min jî di deverên teng de- ku kes ji min fam neke- bi hevalekî xwe re bi wî zimanî diaxifîm.. Axaftina bi Zimanê Çûka di nav piraniya xelkên Beriya Mêrdînê de belav bû.. Bingehê vî zimanî, zimanê Kurdî ye. Me tîpa (Ze-zi-za) li tîpên gotina Kurdî zêde dikir û bi lez em bi hev re diaxifîn.. Yên beramberî me, ji me fam  nedikir.


  Wek mînak: (Ez ê herim mala xalê xwe), me digot: (Ezê hezerizim mezaliza xezalizê xweze). Yak din: (Kurdistan welatê me ye), me digot: (Kuzirdizistizan Wezellezatizê meze yeze) û wiha..
  Zimanê Çûka, ne zimanê Qereçiya ye. Ji zimanê Qereçiya cuda ye. Zimanê Çûka dewlemendbûneke di zimanê Kurdî de..
Fîkandin û kwîtandin: Fîkandin jî wek zimanekî di nav me de dihat bikar anîn. Ez jî ji xortên gund fêrî fîkandinê bûm. Bi fîkandinê re me bang hev dikir.. Hev agahdar û þiyarî probmela dikir.. Me dengên fîkandinê û kwîtandinê di gelek waran de bikar tanî û gelek cureyên wan hebûn, wek: Bangkirina hev ji dûr ve.. Di avdana sewal û dewaran de me ji wan re difîkandin.. Di henek û qeþmeriyê de me ji hev re difîkand.. Di tolaziyê de fîkandin bi kar dihat.. Bi fîkandinê me bang sehên xwe dikir.. Di gonkirina dewaran de me ji wan re difîkandin..!
Hin peyv jî hebûn, taybet bi bangkirin û qewirandina mirîþk, elok û çîçika bû wek; (Tûtû.. Tûtû) ji bo hatinê û (Kiþ.. Kiþ) ji bo qewirandinê. Bi fîkandinê me bang sehê xwe (Kûçik) dikir û bi gotina (Dîdî.. Dîdî), me jê re digot biqewire û bi gotina (Hay.. Hay) êrîþ bike. Ji kerê re jî me digot: (Ço.. Ço), anku bimeþe, (Hoþ.. Hoþ), anku bisekine..
Qamiþlo, 25/7/2018







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4841