Bitirse ji min.... Bitirs
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 12 íæäíæ 2018
Mijar: Nûçe



Alan Hemo

Bitirse ji min...bitirs
Ji pînên ser cilên min
Ji hepriya diya min î qetyayî
Ji tilî û simbêl ê bavê min î zer
Ji zarokekî dereng diran derketî
Çimkî zû þîrvebûyî
Zû dest u lepên xwe miþtî
Zûde tî
Zûde birçî


Bitirse ji min...bitirs
Ji destê terikî binas
Tenê rahijtîye çenqel û das
Ji heq xwe nedî pênûs û qirtas
Nenivîsî maf û nequlabte mas
Destê ji can biyan
Ji milet re bikar nehat
Das a dujmin
Pênûs a dujmin
Tiving a dujmin
Talî qeyd xelat jê re hat

Bitirse ji min...bitirs
Ez im sêwiyê Lozan
Min kir, û bê par mam li Çaldîran
Xwîna min bû hibra pênûsa wan
Saiks û Bîko ez bê pismam hiþtim
Li qorziyê sînor bihisret û kîn hiþtim
Koletî ji min û nevîyan re muhir dan
Zeblet geryane li bin zincîr û qeydên giran

Bitirse ji min...bitirs
Dujmin di bîna min î fereh derbas bû ye
”Bîn ferehiya zêde bênamûsiye” pêþiyan wisa gotî ye
Gelek xwîn bi serê min ve hiþk bû ye
Bê derman û girêdan axivî ye
Þehîdê min hîn þiyare
Bihildana tolê merezdare
Kêla ber serê wî sincirî ye
Bigir û kîn tewrî ye

Bitirse ji min...bitirs
Ji mêrekî xwiþka wî firotî
Dê kuþtî, jin beravêtî
Mêrekî fedîkar ji gundiyan
Bê bajar, heval û hogirê rêyan
Mêvanekî li ber dergehan
Birye gelek sîfatên seyan
Bê maf, eþq xwedî
Wefadar, ji zulmê re har

Bitirse ji min...bitirs
Ez im yê bidestnimêj serjêkirin
Cilka nimêja wî biser werkirin
Ez im yê bitermê xwiþka wî wêne birin
Kuþtin û ji Quraanê biryar birin
Xencera piþta Omer û Osman di sînga min de
Vegerandin li min zemanê alride
Himber min Alî û Omer bûn pismam
Dest li min dan hev û hiþtim xulam

Bitirse ji min...bitirs
Ez im lawê çîna ji hev ketî
Binya civakê raketî
Keç û kurên min bi çanda dujmin dilketî
Li pêþ wî bêkêr û ji çav xwe ketî
Ji zimanê xwe fedîkar
Bibêjeya dujmin serbilind û bextewar
Bibawerî dijmin paþa û mîr
Didil xwe de hejar û feqîr
Pêþ zêr û diravan stuxwar
Bi wê bû ye wekî dewar
Payîzan serjêdibe û paþe goþtî xwar

Bitirse ji min...bitirs
Ez im kewê li bende ref
Biqebqeb û dav û gef
Dîroka kew ya min e
Di vê de kew mamostê min e
Ha ha li Kerkûkê qebqeba min e
Efrîn îro nîçîra min e
Ger ez giham, kuþtina kak û heval karê min e

Bitirse ji min...bitirs
Bitirs çimkî ji xwe ditirsim ez
Bi vê dîrokê li xwe talan kirî zevî û rez
Nebûm þivan her ez mam pez
Diz þivane û hogir li min guhderz
Kew û kurmê darê werdigrim ez jê ders
Ta ez ev bim, tu li min serî berz
Ta ez ev bim, tu li min serî berz








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4815