Pīrka min bū ew jī hat.. Strana tinazger di civakź de, hunermend Imad Kakilo wek nimūne
Dīrok: ĒįĆĖäķä 23 ĆČŃķį 2018
Mijar: Nūēe



Bavê Zozanê
 
Bêguman rexne û tinazgerî wek awayekî axaftinê yan jî wek rengekî ji rengên dan û standinê yan jî wek rêçeke çaraserkirinê ji bo vekirina girêk û astengên civatê, pir caran ev reng û žêwe di nav hemû gelên cîhanê de, Kurd jî di nav de, pêk hatiye.
Wisa ku rexne li civatê tê kirin yan jî civat tê rexnekirin ji hemû mil û astên xwe ve mîna ramyarî, civakî, aborî, rewženbîrî....Ku kêmasiyên civatê û eyb û arên wê bi rengekî tinazî tên gotin yan jî ber bi çav dibin wek ku carna -komedya rež - nav tê lêkirin ku ew hevoka navdar tê bala mirov - Žerê xirab, ku me dikenîne -Vêce wisa ken ji kûrahiya mirov derdikeve ji nîvê rehan ku bi awayekî tinazî birînan vedike pažî melhem jî dike.


Awayê tinaziyê pir in, axaftin e, deng e, mež e, nîgarî ye, stran e, paž û cîguhistina hevokan e, guhartina peyvan e, wek strana -Êžek kete dilê min - bi tinazî tê gotin - Mêžek kete guhê min.
Hunermend Imad Kakilo ku ji Rojavayê Kurdistanê ye û niha li Almanya dijî, di vî warî de cihekî berz û bilind standiye ku em dikarin navê bavê strana tinazî lê bikin. Ku tu babet nemaye Imad kakilo ser nestraye bi rengekî ken bi rengekî tinazî ku wisa xirabe wek çûkê Heseno tazî û zelût dike bê ku bi xwe bihesin hemberî gel.
Hêjayî gotinê ye ku ev stranên trajekomedî û tinazî hemû ji nivîsên Kakilo ne, ji awaz û gotinên wî ne, lê carna ji folklor jî sûdê dibîne.
Ez dikarim bêjim ku Kakilo karekî pir giranbuha di vî warî de dike, cihê rêz û hurmetê ye em serê xwe jê re bitewînin ku ew wisa tiliya xwe dideyne ser hemû nexwežiyên civakê û dîsa bi tilîka xwe wan êž û derdan riswa dike, wan kiryarên kirêt tazî dike wisa jî çareser dike bi dengekî xwež û zelal bi dev li ken û tinazî.
Kakilo li ser hemû bež û warên civakê straye wek hunermendê gelê xwe ye avokatê milet e, di warê aborî de straye, li ser penaberiyê û Facebookê û hilbijartinê û žekir û mazotê, û ta li ser hevalên xwe yên hunermend jî wek žîniya wan kiriye.
Kakilo bi bûyerê re ye wek dûrebînê ye gav bi gav dižopîne, di nêv gelê xwe de ye ta ku tevan dev ji welat qeriya, wî jî da ser žopa wan. Kakilo dibêje pêžî ez xwe rexne dikim pižtre gelê xwe ku wisa me tevan dev ji welêt qeriya ta pîrika min ma bû ew jî hat:
 
Kesek nema li welat              pîrika min bû ew jî hat
Kalkê min maye bi tenê         dibê ez nakim terka welat
Almanya bû nexwežî           çi bela bû bi ser med hat
 
Stran dirêj e, xweže bi rengekî komedî Kakilo dixwaze vê bobelatê çareser bikê, lê mixabin ew û pîrika xwe herdu tevlî vê pêlê bûn.
 
Dîsa Kakilo li ser koçerbûnê û li ser sergêja xortan ku çawa xwe bi erzanî difrožin dibêje:
 
Her manî û manî û manî
Kurdo bûye Almanî
Ji bo xatirê cinsiyê
Pîrek heftê salî anî
Ji dêvla hingulîskê
Taximê dirane jêr anî
Navê xwe Cosêf danî.
 
Kakilo kul û derdên jiyana xerîbiyê di vê stranê de berbiçav dike û dide xuyakirin ku her tižt di dema xwe de xwež e. Bi rastî jî, hižkol û xwendin di temenekî mezind e zor in:
 
Vê qanûnê vê yasê             em gerandin li parsê
Li ber deryê Cobcenter      sosiyal, Žipar parsê
Pižtî emir derbas bû            va dîsa em çûn Medresê
Em ketin tora Anise.          nizanim navê dersê.
 
Berî Kakilo wek penaber li Ewropa bijî, hîn li welat bû klîb û stranên tinazî ji bo civata xwe çêdikirn û dijî edetên nebaž radibû wek klîba -Qeda bi kevê feqîriyê- hemî urf û adat û kar û barê gudiyan ber bi çav dike wek Palayî, avdanê, xwedîkirna pez û çêkirina kelpîçan û pir tižtên din ta ku dighe standina erdê cotkaran bi zorê, ew li ser wê zor û zilmê radibe û dibêje: Ev çi hala em ketinê!
 
Ew bi rengekî ežkere wan bazirganên xwînmij riswa dike ku bi tonan žekir didizin û hiltînin qene çend qirûžên zêde qezenc bikin ji bilindbûna bihayê wan pêdiviyên vežartî:
 
Žekir nema li gund û li bajara
Ji ber me vežartin van ticara
Rajin tefžo mîkut û quite dara
Êrîž bikin dikanê va neyara
Bav û bira firotin bi dolara
 
Çawa Kakilo li ser žekir dibêje, wisa jî li ser mazot û elektrîkê dibêje:
 
Way way way ka qanûna dinyayê
 
Mazot nema em qufilîn
bê kehreba em behdilîn
Qamižloka delalî
lê vebûn hezar birîn
kaniya petrol û genim e
xelkê wê rezilîn
 
Helbet ev gaziyeke kûr û dirêj e bo wan kesên rêvebir ku bêguman hêminiya civatê û peydakirina erzaqên milet wisa bi bihakî erzan ji wan tê xwestin berî gel û civatê
 
Çûko rebeno
tu ketî xefka Heseno
War û hêlîn xirabû
Ne qiržik û ne beno
 
Dîsa Kakilo ji bîr nake ku ev bobelata ku hatiye serê gelê me destê siyasetmedarên me bi kûrahî têde heye ku her deh kes rabûn destê hev girtin û xwe kirin partiyek qene bikeve bin çengê vî baskî yan baskê din wisa jî mûçeyekî heyvane wergire:
 
Emrê me çû bi ebasî
Kî rabû bû siyasî
Milet ber linga çû
Hevrêz bû wek masî
ma em bixun nanê tisî
 
Kakilo ji bîr nake ku mislmaniya ne rast pir komên terorê çêkirine ku bûne wek bombên dem eyarkirî, dema ku dixwazin xwe di nav gel de diteqînin ku bi vî karê qirêj wek buhižtê ji xwe re peyda dikin, ew buhižta ku Cegerxwîn bi minet nedibir:
 
Ževê dî ser Skypê
Min dî yekî bi gela bî
Riya wîna mitroke
Dižtexilî bi Erebî
ma kuro te xêr e
go selî elnebî
mi zanîbû ez ketim
tora yekî irhabî
 
Kakilo li ser gundên welat jî bi awakî henek dibêje:
 
Dodayî ne hindik in
Teht û kevira hûr dikin
Hecî xelefê gedo
Alem žêwra wî dikin
 
çaxa azana sibê
bi melê xwe re žer dikin
 
Kakilo dost û hevalên xwe yê hunernend jî ji bîr nake û bi dilekî žewat ser žîna Adilê Hiznî dibêje ku pilingê govend û dawetan zû ji Qamižlo bar kir loma rût û sar kir:
 
Lêlê lê wayê felekê lê wayê xayinê lê wayê
De pêjna bavê Varoj li bajarê Qamižlo nayê
 
Wisa jî gazî Mihemed Žêxo dike û dibêje rabe Bavê Felek va dîsa nêrgiz çilmisîn.
 
Kakilo dervî rojava jî diçe wisa bi dilekî žewat ser hilbijartina Bažûrê Kurdistanê ku di 25.9.2017an de hate li darxistin, dibêje ku sê êlê Kiwêtî bûne dewlet lê çima Kurd 50 milyon hene hîn bê dewlet in ku wek sêwiya li xurbetê belav bûne:
 
Xiyanet e xiyanet
Xencer li pižta me ket
Bi dolar û kursiye
firotin xewna milet
 
Dîsa ser kiryarên xirab ên serokwezîrê Iraqê Ebadî dibêje :
 
Inte taliq ya Bexdad
Kurdistan erd elecdad
Ya Malikî û Ebadî
Intû demirtû Iraq
ya ehl send û nîfaq
Kurdistan cene xedra
 
Dawî tevlî ku ez naxwazim gotara xwe bi dawî bikim ji ber ku baž dinasim ku hunermendê me yê dev li ken Îmad Kakilo mîna deryak bê binî ye bi dehan stran û tinazokên wî hene vêce ewqasî newêrim xwe nêzî wî bikim ditirsim bi rastî ew bibe serok wek ku dixwaze:
 
Xwezî berî mirinkê
Ez ji xwer bûbame Reîs
Li dora min tev esker
Muxeberat û polîs
Teyara siwarim
Herim London û Parîs
Vegerim Amûdê
Xwežtir bikim ji Parîs
Ser Facebooka deynin
Kakilo bûye reîs!








Cihź ev nūēe jź hatiye: Welatź me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vź nūēeyź navnīžan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4789