Di 120 Saliya Roja Rojnamegeriya Kurdî de, Mir Miqdat Medhat Bedirxan Û Kurdistan
Dîrok: ÇáÃËäíä 16 ÃÈÑíá 2018
Mijar: Nûçe



Konê Reþ

 (Gelî mîr Axa û Paþano! Ez ji we dipirsim, kê ji we heta niho ji wetenê xwe re çi kiriye, da em bizaninhun hez wetenê xwe dikin, hezkirina weten ewe ku mirov nehêle dijminê mirov bikeve nîv wetenê mirov de. Hezkirina weten ewe ku mirov wetenê xwe yava bike, mekteba, medresa û xêrata çêke, hezkirina weten ewe ku mirov zaroyên wetenê xwe bide xwendin, bide e`limandin û sin`et û me`erîfeta..)


 Mir Miqdat Medhat Bedirxan, Rojnameya Kurdistan/1898, hejmar (2), rûpel (1), Qahîre.
 Di dawiya sala 1897an de Mir Miqdat Medhat Bedirxan ji ber nexweþiyê çûye Qahîre û li wir rojnameyek bi nave KURDISTAN ji bo pêþketina Kurdan weþandiye, hejmara (1)ê di 22ê nîsana 1898an de derçûye û hejmara dawî (31), di 14ê nîsana 1902an de.
 Bi tenê wî her (5) hejarên pêþîn derxistine, û naveroka her 5 hejmaran bi nivîsên wî dihatine xemilandin, di peyre birayê wî mîr Abdurehman Berdirxan weþana rojnameya KURDISTAN berdewam kiriye, ta ku hejmarên wê bûne (31). Ango rojnameya Kurdistan (1898) Rojnameyeke 15 rojî bû, cihê weþandina wê ji hejmara (1-5)an li Qahîra bû, xwediyê wê Mîr Miqdad Midhet Bedirxan bû, hejmarên mayî ji (6-31)ê xwediyê wan Mîr Ebdirehman Bedirxan bû, birayê Mîr Miqdad, cihê weþandina wan ji (6-19)an li Cinêvê çap bûne; ji (23-20)an jî careke din li Qahîra çap bûne; hejmara (24)an li Londonê çap bûye; hejmarên (29-25), li Folkostonê û herdu hejmarên dawîn li Cinêvê çap bûne. Tev hejmar hatine dîtin ji bil hejmara (19)an, hêj ev hejmar nebedî ye.
 Konê Reþ, Qamiþlo, 16.04.2018







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4785