Awazên Sîmfonîyeke Ezelî
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 04 ÃÈÑíá 2018
Mijar: Nûçe




Diyaî giyanê pakrewana leheng, Barîn Kobanê
Lewend Dalînî

Roja giyanê te weke xunafeke sibehane
Çiyayê Kurmênc di radimûst, û hînik dikir,
Bihnokeke ji Binefș û Sosinên zozanê Þerefdînê
Bi rewanetir dida?
Û di asteke Firîștanî de di rêst


Lêpêçana mijeke buhiștî,
Bi semaya pêlên tîrêja awirê çavên tey lehengî re dibûne awazek,
 Weke Simfonîyeke Yezdanî di hate ristin,
Û di bin mohra mêrxasîya te de
Tomar dibû.

Ramanên dil ê min dû dilî dibûn û di pûnijîn?
Lê dema șopa sawîrê kezîyên tey hûnandî bi destê dayîka te
Di asoyê de dergehê buhiștek rengîn vedikir,
Çavan hêsirê șahî yê barandin?

Hêvîyên min li ser milê Sîmirekî,
Nikarîbûn bighêjin giyanê te, da kû hembêz bikin,
Û șîna di kûraya cegerê de rawestîne,



Pêre pêre dilê min di hate guvaștin û
Nema pêdivîya canê te bi misteke ax, axa
kû lingên bi qirêj û gemar
Cîgihê hêrzê mêrxasîya te lewitandibûn pêwîst didît?

Vêca mafê te çiye ey lehenga min?

Mafê te we kû.....
Yezdan û Firștên xwe,
Lêbûrînê ji can û giyanê te bi xwazin,
Û li bin siha darek ji
Zeytûnê çiyayê Kurmênc,
Tanî bi ezel....
Li dîroka hezar û çarsed salan,
Poșman bibin, û
Hovîtîya Tirk û çete reșan șermeza û tifû
Lê bikin.
Sibata 2018 an, Mönchengladbach, Elmaniya







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4783