Hevdîtin li gel Partiya Kesk a Elmanya
Dîrok: ÇáÎãíÓ 22 ãÇÑÓ 2018
Mijar: Nûçe



Îro, Pencþem 22. 03. 2013 ji bo Efrînê hevdîtinek di avahiya perlemanê îyaleta Niedersachsen a Elmanya de,li gel þandeke perlemanterên partiya Kesk a Elmanya, hat girêdan.
Ji hêla partiya Kesk de ev kesan beþdarên hevdîtinê bûn:
Istêfan Korner. Serokê Partiya Kesk ê îyaleta Niedersachsen.
Anya Pîl. Seroka gurûpa partiya Kesk di perlemana îyaleta Niedersachsen de.
Kirîstiyan Mayer. Cîgirê seroka gurûpa partiya Kesk di perlementoya îyaleta Niedersachsen de.
Lole Þimît. Seroka beþa yasayî ya partiya Kesk.
Bîlîk Onay. Berpirsiyarê polîtîka hundirîn û ewlehiyê.


Ji hêla Efrînê de ev kesan beþdarên hevdîtinê bûn:
Heyder Omer, Tengezar Marînî, Mîdas Azîzî.
Pêþî serokê þandeya partiya Kesk pêþwaziya me kir, û bi navê hevalên xwe mixabinî bo belaya Efrînê da xuyakirin. Di pey re me nexyþeya Erînê raberî wan kir, ku ji þeþ salan de herêma Efrînê hatiye dorpêçkirin, ji hêlên bakur û rojava de, Tirkiyeyê, û ji hêlên rojhilat û baþûr de gurûpên radîkalên misilmanan ew dorpêc kirine. Her weha me Efrîn wek bajar û herêm û gundewan, bi wan dane naskirin, û em li ser rewþa dawî ya talana rêjîma Tirkiyeyê û çeteyên rikberiya erebî bi ser herêma Efrînê de hanîne jî axifîn, û wêneyên qurbaniyên sîvîl û dizîna ku li Efrînê bû ye, þanî wan kirin, wêneyê herdu alên Tirkiyeyê û Daîþ li kêlek hevdu jî di nav de, wek nîþana hevbendiyan rêjîma Tirkiyeyê û Daîþ. Her weha me ji wan re da xuyakirin, ku tirsa me ew e, ku Efrîn tûþî guhertinên dîmografîk bibe, ji ber ku Erdogan di axaftineke xwe de weha çûye, ku ew dê Efrînê radestî xudiyên wê yên resen bike, em texmîn dikin, ku di vê xalê de ew behsa penaberên Sûrî, yên li Tirkiyeyê dike, hejmara wan jî wek û ku ew dibêje 3 milyon û 5 sed hezar kes in, û xelkên deverên Sûriyeyê yên cuda cuda ne, lê ne xelkên Efrînê ne.
Di pey vê re þandeya partiya Kesk a Elmanî hinek pirs ji me kirin. Heyder Omer bersivên pirsên li ser devera Efrînê zelal kir, û Mîdas Azîzî û Tengezar marînî jî bersivên pirsên li ser rewþa siyasî, û çima rêjîma Tirkiyeyê piþtî heft salên kirizeya Sûriyeyê, da ser Efrînê, zelal kirin.
Xalên ku ji hêla me de mijara gengeþî û axiftinê bûn:
1.    Alîkariyên mirovane.
2.    Vegera xelkê bo malên xwe, bi dabîniya navdewletî.
3.    Vekþandina artêþa tirkî û hemî gurûpên radîkal ên misilman.
4.    Rawestandina kavilkirina bajarê Afrînê û gudewaran, û dizînê û berdêla kelûpelên hatine dizîn.
5.    Þandina gurûpên pisporên mayînan bo Efrînê û gundewaran.
6.    Hevkarî li gel rêxistinên xortan, û perwerdekirina wan bo alîkariya mirovane.
7.    Hevkarî li gel sazî û rêxistinên navdewletî wek Xaça sor a navdewletî bo alîkariyê.
Ewan jî dan xuyakirin, ku wê ji bo van xalên jêrîn kar bikin:
1.    Pêþkêþkirina alîkariyên mirovane di riya Xaça sor û rêxistinên mirovane yên navdewletî re.
2.    Dê li ba hukmeta Elmanya bo van yalên jêrîn kar bikin:
a.Divê artêþa Tirkiyeyê û gurûpên misilman ên radîkal ji Efrînê û gundewarên wê bêne vekþandin.
b. Pisporên mayînan bo Efrînê bêne rêkirin.
c. Zextê bidin ser hukmeta Tirkiyeyê, da karên qerêj û dizîn û talanê rawestîne, û kelûpelên, ku hatine dizîn, bo xudiyen wan, vegerîne û berdêla wan kelûpelan bide ziyankêþan, û miþtextiyan bo warên wan vegerîne.
d. Da humketa Elmanya nexwaþ û birîndarên, ku nexwaþî û birînên wan xeddar in, bîn li Elmanya derma bikin.
3. Dê li ba hevalên xwe, berpirsên alîkariyên mirovane, ku endamên perlemana Elmanyayê ne, kar bikin, da hevdîtinekê bo me li gel wan girêdin.
4. Dê li ba perlemana yekîtiya Ewropayê kar bikin, da hevdîekê bo me li gel wan girêdin,








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4778