Evînê bo xwe nekin bend
Dîrok: ÇáÃËäíä 19 ÝÈÑÇíÑ 2018
Mijar: Nûçe



Xelîl Cubran
Werger: Laleþebdulrehman

Ji hev hez bikin lê evînê bo xwe nekin bend, Bila evîn deryayek pêldar be di navbera beravên giyanê we de, Piyaleyên hev dagirin lê ne tenê ji amanekê vexwin, Nanê xwe li hev parve bikin lê ne tenê ji nanekî bixwin, Li gel hev bistrên û bireqisin lê bila her yek ji we serbixwe be tam wek têlên ûdê jî serbixwe ne lê bi hev re heman awazê dijenînin,


Dilê xwe bidin hev lê xwe nekin xwediyên dilê hev ji ber ku tenê jiyan dikare dilan dagir bike, Li gel hev rawestin lê ne zêde nêzî hev, stûnên peristgehan jî bi navber in û berrû û selwî jî di nav hev de þên nabin.







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4765